Berbang
lînk
مقالات
موسیقا
اخبار
em kîne
العاب
عفرین نیت
الكرد في سورية
فوتو
ڤیدیو
Agehdarî û Pîrozbahî bo gelê me!!!!!!!!!! Y.Sabri Qamişloki Dema kû me kocberi da ber Cavê xwe, ma baş dizanîbû go emê ci nexweşi û belengazyê di jiyane xwe ya nûjen de bibînin, lê sed mixabin kû ev ne bi destê me bu, ji ber zilm, zordarî, kuştin, komkûjî û bindestiyê em gihandin vê asteya xemgin. Lê ji ber hestên me yê Netwî û girêdana me bi Xak û Gelê me ve û ji ber kû em xwe nêzîkî Welatê xwe bibînin, di Fikir û Remanên wan de bin, em hemû derfetên xwe dikin kû em nêzîki hev bibin, em pêwistiya di avakirina Dazgeh, Komele, Civak û Saziyên sivîl, kû em Civake xwe ya Sirûştî zindî bikin. Dakû em Cand, Hûner û Filoklora xwe zindî bikin, kû em Zarokên xwe fêrî hiskirina Xaka xwe bikin. Gelî Welatparêzên hêja, ev bû demeke pir dirêja, kû cend Kesên me yê Kurd kû li bajarê Dortmund yê Elemaniya rudinin, xebateke pir pîroz bi dilekî vekiri û hesteke Kurdewarî kû şev û rojên wan bûbûn yek, dakû Malbendekê Civakî ava bikin, û şehnazî em we agehdar dikin, kû ev Kar hate bicî û KOMELE ya KÛRDÎ di bin Navê HÊVÎ tê vekirin, kû wê bibê bingeheke civak û kombûna her Kurdeki ji her car Parcên KURDISTANÊ. Xebate vê Malbendê ji bo xizmeta we hemiya ya, ji bo şîrovekirina Cand, Hûner û Filoklora me, di bê xizmeta amadekirina Komên reqsê, yê Şano, yê Mûzikê. Ji bo fêrkirina her Instrumentên cûda, ji bo hînbûna Zimanê Kurdî, û her wiha Kursên Elemanî ji bo Jinên kurd. Dibê arîkar bo her Kurdeki go pêwîstiya wî bi Wergerandinê li cem Parêzeran hebê. Belê bişti roja vekirinê de KOMELE xebate xwe ya pêşîn û sereke diyar kiriya : 1-Her heftî roja Şemiyê demjimêr 18.00 runiştin li KOMELE cêdibê. 2-Xebate wê ya herî pîroz, kû da ber cav ew bû go wê di 27.04.2008 wê bibê bîranîna Mêrxas û Şehîdên me yê Newrozê kû di 20.03.2008, bi destê nijadperest û hêzên Ewlakariya Rêjîma Baas ya Surî hatin Şehîdkirin. Dost û birayên hêja ji bo kû em bi ser kevin û zêdetir xizmeta Gelê xwe bikin, pêwistiya me bi her cudeyê arikariy û amedebûna we li vê Mala we ya nû heya. Bi germî û dilekî geş û xweş em di Roja Şemiyê Demjimêr 16.00 li vê Navnîşana ha li benda we bibin, kû dibê Roja VEKIRIN û ZINDÎKIRINA MALA KURDEWARIYÊ(KOMELE). Dawetname vekiriya ji bo her kesi Jin, Mêr û Zarok. Navnîşana (Adres) Komelê: Kurdischer Kulturverein e.V Dortmund Bornstr. 18 44137 Dortmund LOGEYA KOMELA HÊVÎ LI DOERTNUND Cend Dîmenên Mala Kurda ( KOMELA HÊVÎ ) Bajarê DORTMUND
vegere rûpele sereke
jindires@hotmail.com
sazîya berbang 2005-2008
berbang@2005@yahoo.com
kocka newroz