|
Li
ber dadgiha evîne te
Di şeveke reş û tarî de
Tev mij û dûman û bê çivan
Ez di ketme
nav hastên evîna dilê te yê sar de
û di davikên çavên te yên xedar de
bi mebeste evîndarekî dilvîn
di çivandim
û bi eşqe dil jarakî xemgîn
di xepandim
lê….
Min xwe windedikir
Di nav awirên sîtevke te de
Û pir melûl di bûm di qeyêd û
Davikên çavên te de..
Hey…wax..
Serxweşdibûm..
Meyhoşdibûm..
Li ser mêze evîne te
Û li ber dergihê dilên te
Wek şagitekî bê hîn mayî
Di ferhengeke bê zar û ziman de
Di nav derya yake bê sînor û qerar de
Pêl …bi pêle…?
Û ji her rengê bi hes û hêle
Te helbestên xewnên şeva
Û birînên xwezika û yê rewa
Zinge …zinge
Zenglê dilana…
Eşqa…
Dojha…
Yan jî fermana…?
Semfûnîyeka..
Tev wekû leylanekê ye
Wendadibûm…
Bê zar dibûm..
Bê war dibûm..
Li te di gerim…yan jî li xwe bi gerim
Lê… di dawî ya bê care yê de
Di qunçikekê
di nav dilê te yê bê dergih de
di bûme wek evdalakî
di eşqa xwe de melûl mayî
eşqe ke sermedî û bê dawî
di şevgereka bê ronahî
û bi çiroskên sitêrkên vê şeva teve
ez.. mijûl di bûm
tev xem û ahînên dilê xwe
ev şev dib û xewin..
xewineka bê serî û bin
her min di xwend bi hêvî û gezindan
ji rûpelên avîsta evîne te
bi birûskên vejîne dilmest
û ji helbestên deryaya çavên te
min di hûnî û di rest
ji kûlîlkên deşt û çîyayên me yên dar best
lê hey….wax…?
desteneke…şevengike
tev bi pêl û merçe
her bi biryar û ferman û sûç xençe
lê…..?
li ber dadgiha evîne te
û di nav sînorên eşqa te de
di bûme gunhbar…
bi biryar te di hatim sêdar dan
ji evîn û ji jiyan
her ji omîdê heyî bê xwedan
lê……
dinav birînên xweyê xedar de
û li ser bayê peyîzeka bê çivan
û tev xwezîke helwestên dêmên te
ber bi cîhana janên birînan ve
di çim
û di çim
bê oxir….
Û bê …mirad…???
Royarê tirbespîyê
Duhok - kurdistan
|