Xebat ji bo : * Zordarî ji
ser gelê me yê Kurd li Sûriyê rabe.
* Azadiya demokrat û rêzgirtina mafên mirovan.
* Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya wel[êt de .
Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ
Email : Newroz95@hotmail.com
Hejmar (80) Hizîran 2008 z-2620 k Buha (15 ) ps
Di 51 saliya damezrandina
Yekemîn rêxistina siyasî a kurd de li Sûriyê
Roja 14-ê Hezêrana sala 1957- an , bona gelê kurd li
Sûriyê rojeke dîrokî ye , ji ber ku di wê rojê de , yekemîn
partiya siyasî a demokratîk di nav Kurdên Sûriyê de hatibû
damezrandin û ji raya giştî re hatibû aşkerekirin . Lewre jî li
ba xebatkarên siyasî yên kurd bûye bîranîneke ciyê rêz û hurmetê
Di vê sirê de , hêjayî gotinê ye ku , camêrên ku di wê civîna
dîrokî û berpirsiyar de , ya ku li Helebê li 14.06.1957-an
beşdar bûbûn , erk û ustibariya birêvebirina siyasetê û
birêxistina partiyê li destên xwe gerandibûn û hildabûn ser
milên xwe , ev her heft birêz bûn: 1- Osman Sebrî. 2- Reşîd
Hemo. 3- Hemîd Derwîş. 4- Mihemed Elî Xoce . 5- Xelîl Ebdela .
6- Hemze Niwêran . 7- Şewket Henan.
Dûv re kêmzêde piştî salekê , rewşenbîrê dilsoz Dr. Nûredîn Zaza
, helbestvanê navdar Mele Şêxmûs Cegerxîn û hin kesayetiyên dî
yên xwedî rol û cîgeh , derbazî nav rêzên partiyê dibûn , ew di
nav civakê de geş dikirin û dixemilandin .
Xelkê kurd di bin kartêkirina hestê netewî
de , xwe li dora vê partiyê dida hev û lê dibû xwedî , bihêviya
ku , rojeke şad û bextewar bi ser wan de bê , ziman û rûmeta wan
ya netewî parastî be , û ligel ereban bi wekhevî û bi hevre
bijîn .
Di wan deman de – ango ji beriya 50 salî - jiyan û rewşa civaka
me kurdan bi tevahî pir li şûn û paşeketî bû , ji kêmxwendin û
nezaniyê de bigir , di xizanî , perîşanî û nexweşiyan re derbaz
be , ta tu bigihê qirêjî û kirêtiya ew ton dijatiya navxweyî ya
êl û eşîran , digel rola ocaq û olperestan ya tersî pêvajoyê….Di
vê çerçewa zor dijwar de , partiya kurd karibû rê li ber xwe
biqelêşe û xebata xwe bidomîne .
Bi ser de jî , pêwîste bête zanîn û ji bîr nebe ku , di wan
deman de , netenê helwesta karbedestiya dewletê , lêbelê sîstema
hiş û helwestên hemî partiyên siyasî yên wê hîngê , ji hebûna
pirs û partiyeke kurd re li Sûriyê digotin Na û li dij bûn .
Îro roj , dem û dewran serûber hatiye guhartin , jiyan û
berjewendiya xelkê me yê kurd li Sûriyê baştir hatiye D.R.( 11 )
Newroz Hejmar ( 80) Rûpel (2) Hizêran
2008z – 2620k
Weşana Deng
Û
Çend têbînan
- Memê Alan -
Piştî ez rastî hejmara 90 î ji weşana Deng di entirnêtê de hatim
, ez pir pê kêfxwaş bûm . Wêlomê min bi lez çavên xwe li nav
rûpelên wê gerandin , û navnîşanên wê xwendin . Bêtirîn
sergotara hejmarê ya bi navnîşana \\ Rewşa hundirî girijîtir
dibe // bala min ber xwe kişand . Min rabû hûrik- hûrik sergotar
xwend , herweha min da ber nirxwandin û pîvanê . Berî ku , ez
nirxwandina xwe ji sergotarê re derxim hole , min telîfonek ji
endamekî wê Kevin ku , min nasdikir re vekir , da ku silavekê lê
bikim û çawabûna nivîsandina wê jê bipirsim . Ji min re got ,
dibe ew ji erebî hatibe wergerandin , bi xwe ez jî di wê gumanê
de bûm . Piştre min dît hêja ye , ku ez bi çend têbînan ,
sergotara hejmarê ji desteya birêvebirina weşana Deng û xwênerên
wê re binirxînim , belkîm bi kêrî rastnivîsa zimanê me , û
pêşxistina weşana Deng were .
*- Pêşî armanc ji nivîsandina mijarekê bi zimanê dê , fêrkirina
zimên û têghiştina ramanekê ye . Ji ber van sedemên jêrîn , min
ev herdu armanc di sergotarê de kêm dîtin .
1- Sergotar ji zimanê erebî hatiye wergerandin . wegerandin
Bixwe jî ji zimanekî ta zimanekî dî – ger wergêr hostebe –
reseniya mijarê weke heye nahêle .
2- Wergerandin hostatîk jê re divê , yanê divê wergêr baş bi
herdu zimanan zanibe , û baş têbighê naveroka mijara resen ,
paşê wê naverokê bi zimanê nû birêse . Mixabin , xwediyê
sergotara hejmarê bi nezanî ew wergerandî . Wî
gotara erebî dayî ber xwe , û hergotinek wê yeke kurdî – dibe
pir jê ji ferhengekê derxistibe , û wateya bêjeya erebî nedabe
jî – li şûnê danî be . Wêlomê herçûye sergotar dûrî rastnivîsa
zimanê kurdî bûye , ji hev ketiye , û naveroka wê wendabûye .
Yanê xwênerê wê kêm jê fêrî zimanê dê dibe , û kêm têdighê
naveroka wê jî .
Ez ji weşana Deng ya hêja û desteya wê yê bira lêborînê hêvî
dikim . Lê , li dawiya dawî , armanca min ji vê nirxwandinê
sûdegirtin , pêşxistina xwendin û rastnivîsandina zimanê dê , û
pêşxistina vê weşana pîroz e .
Belê ezbenî derewîn im
Canşêrê Senceqî
Teq-teq.. Qazî li masê xist û got: Şiyaro, bibore.. derewên te
nahêlin ku, em te ji rûniştvanên Almaniya qebûl bikin. Derewên
te ev in :
Yekem : Gundê te ARZANA ji sînora Tirkiyê bîst û pênc K/m bêtir
dûre û ew ne di KEMBERA erebî de ye, weke te gotiye.
Duwem: Tu kurê Çeto yê xencerî û nasnama we heye, ne ewke te
gotiye ku, ji qurbanên Jimara Awerte yî.
Teq-teq.. Qazî got: fermo Şiyar tu çi dibêjî. Şiyar : Belê
ezbenî , ya te raste, ez derewîn im. Fermo mamuste, were li
welatê me Sûriyê bijî, eger win rastgo mayîn, wê hîngê ji mire
bêje qurban!?..
Temenê min bîst û heşt sal in. Yek roj azadî min nedîtiye, li
welatekî bê destûr mezin bûme . Min derew bi taştê û şîvên xwe
re xwarî û vexawriye . Bi viran tenê jiyan li welatê me didome.
Belê ezbenî ya te raste ez derewîn im..!
Newroz Hejmar (80) Rûpel (3) Hizêran 2008z
– 2620k
Dizên berê jî,
ne weke yên vê demê bûn
Rêberê Silîvî
Hê jî, weke xewnekê tê bîra min, buhuştî Seyid Hesenê
Bêcirmanî ku hevalekî bavê min bû, gelek caran ew dihate
şevbuhêrka me, çîrok û serpêhatiyên bav û bpîran ji civatê re
digotin. Yek ji wan jî ev bû:
Li gundekî ji gundên kurdan, ji nişka ve gayê cot ê mirovekî
winda bû. Kesî nizanîbû gelo ew hatiye dizîn yan jî gur û keftar
rastî wî hatine û ew xwarine. Dilê mêrik li gundiyekî wî xira bû
ku wî gayê wî dizî be. Rabû çû mala wî, di navbera xwe û wî de
jê re got: Bira, ez çiqasî didime hişê xwe, ez dibêjim ji te
pêve kesî Ga yê minî reş ne biriye, vêca eger te biribe, ji
kerema xwe re bê sergêjî wî vegerîne cihê wî, bera dilê te di
cih de be, ez ji kesekî re jî nabêjim. Mêrik, yek ne kir dido,
yekser diziya Gê da mendelê. Xwediyê Gê jê pirsî: Tê înaniya min
bînî, tê li ser destê Melê sûnd bixwî?. Wî erê kir û xwe da ber
sûndê.
Ji ber ku dema berê Mela li her gundekî nebûn, divabû qonaxa şev
û rojekê bi rê ve herin. Serê sibehê, herduwan da kêleka hev û
berê xwe dane gundê ku Mele lê hebû. Li wan bû şev, herdu
westiya ne, tî û birçî bûne. Xwe berdane gundekî, li deriyê
malekê xistin û li wê malê bûne mêvan. Dîn û bala xwe dane
xwediyê malê, çawa ew dilezîne hema livînan ji wan re radixîne û
ji wan dixwaze ku bi lez razên, bê ji wan bipirse ka ew têr yan
birçî ne. Wan jî dilê xwe bi hatina sibê xweş dikir, ji xwe re
digotin, sibe emê rabin têr taştê bixun û bidine ser riya xwe.
Berbangê, xwediyê malê mêvanên xwe şiyar kirin, ji wan re got
nimêja xwe bikin da hun biçin, ji ber ku riya we pir dûr e.
piştî nimêjê, mêrik û kufletê xwe nîska germ ji xwe re rû kirin
leganekê, nan çandinê, bê ku ji mêvanên xwe re pêşkêş bikin û
dest bi xwarinê kirin.
Herdu mêvanên birçî matmayî li hev nerîn, rabûn birçî ji wê malê
derketin û dilşikestî dane ser riya xwe. Piştî ku hinekî bi rê
ve çûn, xwediyê Gê ji mêrik re got: Bira, bi xwedê hema ez û te
emê li vir ji hev xilas bibin, em naçine cem Melê, tevî ku ez
dizanim û bawerim te gayê min biriye, lê hema tu ji min re
bibêje ez weke vî mirovê ku em birçî ji mala xwe derxistine,
bila Gayê min sed carî li te pîroz be. Mêrik da hişê xwe,
ponijî, xwe da vî alî, da wî alî, got: Bira, bi xwedê bera ez
bimirim û ne weke vî mirovê pîs ê çavteng bim. Gayê te li ba min
e, min ew li cem hevalekî xwe veşartiye, haydê em herin gundê
hevsînorê me da tu Gay ê xwe bibî!!...
12-06-2008

Newroz Hejmar (80) Rûpel (4) Hizêran 2008z – 2620k
Hevpeyvîn bi rêzdar
Ibrahîm Guçlu-Sekreterê TEVKURDê re,
Ibrahîm GUÇLU Kî ye?
Ew kurdekî Anadoluya Navîn e, sala 1949an li gundekî
nêzîkî Enqereyê, li gundê Haciya hatiye dinyayê. Di dibistana
navîn de, bi tesîra du mamosteyên kurd ramana neteweyî kurdî
pêre çêdibe, ji sala 1967an ve, wî dest bi xebata siyasî kiriye,
beşdarî di xwepêşandanên kurdan de kiriye, di heman salê
de(1967), dibe xwendevanê zanîngeha Hiqûqê ya Enqerê, karê
siyasî di partiyeke çep a tirk de dike. Ji bona ku ew
damezirêner û serokê DDKO yê bû, digel çend hevalên xwe(Mumtaz
Kotan, Sebrî Çepîk, Nezîr Şemîkanli, M. Emîn Bozarslan, Musa
Enter, Dr. T. Zîya Ekîncî, Canîp Yildirim) li Enqereyê sala
1970, 8mehan dikevin zindanê. Sala 1971ê, ji ber kurdîtiyê
careke din ew tê girtin, 4salan di zindanê de dimîne. Di
rêxistina Rizgarî, paşê Ala Rizgarî de xbatê dike. Sala 1987an
li Swêdê cîwar dibe, sala 1998an careke din ew vedigere welêt,
di partiya(DKP),(Hak-Parê) de kar dike. Vêga, ew sekreterê
TEVKURDê ye.
Li destpêkê, bi navê weşana NEWROZ a ku bi zimanê kurdî li
Sûriyê tê weşandin, em xêrhatina we dikin. Bêgomane, em xwe bi
pêdarî û berxwedana we di ber doz û zimanê kurdî de bextiyar û
serbilind dibînin, ji ber ku zimanê me, nîşan û sembola hebûna
me ye.
1-Pirsa me ya pêşîn ew e ku hun TEVKURDê bi xwendevanên NEWROZê
bidin naskirin. Ev sazî ji bo çi û kengî ava bûye, armancên wê
çine, rêvebiriya wê çawa dibe…û hwd?.
1-TEVKURD, kurtenavê me ye. Navê me yê vekirî “Tevgera Yekîtîya
Neteweyî ya Kurd” e. TEVKURD, tevgereke yekîtiyê ye.
Xebata TEVKURDê di 4-ê îlona 2005-an de bi konferanseke
rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê li serekbajarê
dewleta kolonyalîst a Tirkiye Enqereyê, bi avabûna “Gruba Xebatê
ya Neteweyî û Demokrat a Kurd” (GRUBA XEBATÊ) dest pê kir.
Gruba Xebatê di 27-28. 12. 2005-an de civîına xwe ya fireh û
giştî li Kurdistanê û li Bajarê delal Amedê, vekirî, di saloneke
otelekê de pêk anî. Di vê civînê de biryar girt ku navenda
xebatê, Kurdistan û Amed be. Di encama civînê de ji bona ku
yekîtiyeke siyasî ava bibe, biryara pêşxistina xebata xwe da û
deglerasyonek ji reya giştî re pêşkêş kir.
Ez, ji bona ku TEVKURDê baş bidim naskirin, ez dixwazim ji GRUBA
XEBATê bi kurtî be jî behs bikim.
Wateya peyva “yekîtiyê” gellek vekirî û xuya ye. Dema ji
yekîtiyê tê behs kirin, wê demê tê wê maneyê ku hêz û parçeyên
cîhê hene, gerek ew hêz û parçe bibin yek. Dema ku ji yekîtiyê
tê behs kirin, dîsa gelek awayên yekîtiyê tên bîra mirov. Wek
mînak, yekîtiya milet û gel, yekîtiya miletan û gelan, yekîtiya
dewletan, yekîtiya siyasî, yekîtiya partiyan, yekîtiya neteweyî,
yekîtiya civakî. Şirketên aborî jî, yekîtiya sermayeyê û
maldarîyê ye. Konfederalîzm, yekîtiya dewletan e. Federalîzm,
yekîtiya herêmên neteweyî û desthilatdarî ne. Enî, yekîtiya
partî, grûbên siyasî, kes û hêzên xwediyê hevarmanc in. Mirov
dikare bibêje ku di civatên modern de jiyan li ser hevbeşbûn
û yekîtiyeke plural dimeşe. Yekîtî, ji bona serkeftin û
mezinbûnê jî konseptek e.
Miletê kurd li hemû beşan ji bona ku rizgarî û azadiya xwe bibe
serî, hewcedarî yekîtiya civakî, siyasî û wekî din e. Ev rastiya
ji bo Bakurê Kurdistanê jî derbas dibe. Ji bona vê yekê, di çil
salên jiyana min ya siyasî, entellektûelî de peyva ku min zêde
bihîstiye û bi kar anîye peyva yekîtiyê ye. Ev jî derdixe holê
ku yekîtî hewcedariyek e.
Li Bakurê Kurdistanê, ji bona yekîtiya siyasî, an jî ji bona
awayên din yên yekîtiyê gelek kar hatine kirin. Di van yekîtiyan
de aliyên biserketî bûne, aliye biserneketî bûne. Lêbelê gerek
mirov aşkere bike ku di yekîtiyê de kurdên Bakurê Kurdistanê bi
giştî serkevtî nînin. Li beşên din yên Kurdistanê jî yekîtî wek
pirsgirêkekê li holê ye.
Newroz Hejmar (80) Rûpel (5 ) Hizîran
2008z – 2620k
Dumahîk : Hevpeyvîn....
Li Başurê Kurdistanê ji gelek aliyan de pirsa yekîtiyê
çareser bûye. Ji çend aliyan de jî biserneketiye. Yekîtiya
Hukumeta Herêma Federe ya Kurdistanê hîn di demeke nêzik de
çareser bû. Lê hezar mixabin, di nav vê pirsa jiyanî de pirsên
nehatine çareser kirin, hene.
GRUBA Xebatê, li Bakurê Kurdistanê, hewildana beşek kesên siyasî
ji bo yekîtiyê bû. Lê pişt re ji bona ku wan kesan xwest ku grûb
û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê di nav vê xebatê de
bin, bû hewildeneke hêz, grûp û kesên siyasî ji bo yekîtiyê.
GRUB, hewildaneke yekîtiya siyasî bû.
Xebata GRUBê, di 04. 09. 200-an de bi dest pê kir. Ev banga
civînê, piştî ku serokwezîrê Tirkiyeyê di Tebaxa 2005-an de li
Diyarbekirê di axiftina xwe de pirsa kurd pejirandibû, hat
kirin. Lewra piştî daxuyaniya serokwezîr, her kesî û her hêzê ji
rewşê wezîfe derdixist. Helbet piştî Teyyib ERDOGAN bûbû
serokwezîr diyar kiribû ku “Pirsa kurd pirseke vîrtuel (doyayî,
sanal) e”, “dema ku tu nebê jî, wê demê ji pirsê naye behs
kirin”, girîngiyek dide daxuyaniyê. Ev daxuyaniya ERDOGAN a li
Amedê ji bo gellek kesan û hêzan hêvî çêkir. Piştî ku ERDOGAN
vegeriya Enqereyê cem leşkeran got ku: “Li Tirkiyeyê yek milet,
yek welat û yek dewlet heye” jî, vê hêviyê dom kir.
Di bangê de rojeva civînê ya vekirî cîh girtî bû. Beriya civînê
diyar bû ku rojeva dizî jî heye û ev rojeva dizî, di civînê de
jî aşkere bû. Di rojeva vekirî de dihat gotin ku “ gelo em kurd
dikarin di dema dûrûdirêj de bi hev re çi karî bikin?”. Di
rojeva dizî de dihat xwestin ku ji bona piştgirîya serokwezîr
konseptek û komîteke piştgirî bê avakirin. Di encama civînê de
rojeva vekirî bi dengan bi serket. Lêbelê pîvanên ji bo miletê
kurd girîng in, di destpêkê de bi piraniya dengan hat red kirin.
Pêvajoya GRUBA XEBATÊ bi vî awayî bi gellek pirsgirêkan dest pê
kir. Navê Grubê bi zanyarî wek “Gruba Xebatê” hat binavkirin.
Lewra li pêş me xebateke dirêj hebû, ji bona ku ew kesên beşdarî
civînê bûne, ji gellek aliyan de di nav xwe de xwediyê
pirsgirêkan bûn, gerek ev pirsgirêk çareser bibûna. Ji bo
yekîtiyê HAK-PAR mînakek bû: HAK-PARê girêdayî pirsgirêkên
gellek bingehî, nedikarî yekîtiya xwe biparêze, pêşbikeve û bi
gel re pêwendiyên xwe xurt bike. Helbet navê “KURD” jî bi
zanyarî, ji bona ku nasnameya millî ya vê xebatê diyar bibe,
meşruiyeta civakî û millî ya kurd di xebatê de nîşan bide, hat
dayin.
Helbet di nav wê tevliheviya Civîna 4ê îlonê de gelek pirs hebûn
ku li ser nehat gengeşî kirin. Ji bona vê hewcedarî bi civîneke
giştî, beşdarên wê pirrreng û pirrdeng hebû. Ev civîna, di
17-18. 12. 2005-an de li Diyarbekirê pêk hat.
Di civîna 4ê Îlonê de gengeşî û biryar di ser huqûqa keseyatî re
hat meşandin. Vê yekê jî hêvî çêdikir ku ev bibe yekîtiyek
hevbeş û xurt, ji partiyeke nû re rê veke. Ez dikarim bibêjim ku
ji bo beşdarên civîna 4ê îlonê xeyelên nû çêbûn. Ji bona ku
navendiya xebatê di destpêkê de Diyarbekir nebû, min di Komîta
Birêvebir de cîh negirt. Hezar mixabin, di xebata Komîta
Birêvebir de helwesta grûbçitî rû da. Li Civîna Giştî ya
Diyarbekirê grûbçitiyê bi her awayî xwe nîşan da. Li ser vê
pirsê gellek gengeşî hatin kirin, lihevkirineke nû hat holê. Hat
pejirandin ku “Xebata GRUBê di esasê xwe de, li ser huquqa
keseyatî dimeşe. Lêbelê rastiya grûban jî berçav dike.”
Di 17-18.12.2008-an de bi sedan kes beşdarî civîna Gruba Xebatê
bûn. Di civînê de 36 kes wek endamên Meclîsê hatin hilbijartin.
Civînê deglerasyonek weşand û di wê deglerasyonê de ji bona ku
Meclîs yekîtiyekê ava bike, wezîfe da ser milê wê.
Meclîsa Gruba Xebatê, xebateke fireh pêk anî. Li bajarên
Kurdistanê û li bajarên metropolê, gelek civînên herêmî
lidarxist. Bi sedan kes beşdarî van civînan bûn. Di van civînan
de li ser bername, destûr, model û hiqûqa yekîtiyê gengeşî pêk
hatin û pêşniyar hatin kirin.
Meclîsa Grubê, gorî ev bîrûrey û pêşniyarên di civînên giştî de
hatibûn ser zimên, reşnivîsa bernameyê û destûrê amade kir.
Amadekirina reşnivîsa bername û destûra TEVKURDê bi xebeteke
dûrûdirêj pêk hat. Piştî ku reşnivîsa bername û destûrê amade
bû, Meclîsa Gruba
Newroz Hejmar (80) Rûpel (6) Hizîran 2008z
– 2620k
Dumahîk : Hevpeyvîn....
Xebatê biryar da ku kongreyekê li dar dixe û di wê
kongreyê de bername û destûrê bike biryar.
Kongre, li ser hiqûqa kesayetî pêk hat. Berpirsiyarên rêxistin û
komeleyan bi fermî beşdarî kongreyê nebûn û wek kesayetî beşdarî
kongreyê bûn. TEVKURD, ji aliyê 250 kesê kurdperwer yên serbixwe
de hat ava kirin. Gorî destûrê biryar hat girtin ku rêxistinên
siyasî û komele û weqifên kurd bibin endamê TEVKURDê.
Kongre, di 25-26. 5. 2007-an de hat bi darxistin. Di kongreyê de
biryar hat girtin ku TEVKURD ava bibe. Kongreyê program û destûr
pejirand. Kongreyê gorî destûra TEVKURDê, endamên Meclîsê
hilbijart. Gorî destûrê Komîteya Rêvebir jî, ji aliyê Meclîsê de
tê hilbijartin. Piştî kongreyê Komîteya Rêvebir ji aliyê Meclîsê
de hat hilbijartin. Komîteya Rêvebir jî di nav xwe de wezîfe
parve kir. Min jî sekreteriya TEVKURDê wek wezîfe girt ser milê
xwe.
TEVKURD, rêxistineke yekîtiyê ye. TEVKURD, ji kesan, ji
rêxistinan pêk tê. Armanca TEVKURDê ya rêxistinî ew e ku
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ava bike.
Karektera TEVKURDê di xala 2–emîn ya destûrê de hatiye diyar
kirin û wilo ye: “TEVKURD, ji kesên ku ji partî, hewildan, grûb,
însîyatîf û saziyan tên û şexsiyetên siyasî yên ku xwedî
perspektîfa yekîtiya neteweyî ne û wek hemû miletên medenî li
ser xaka xwe bi azadî û serfirazî jiyana neteweya Kurd diparêzin
pêk tê.”
TEVKURD, rêxistineke demokratîk a plûral e. TEVKURD, bi riya
Kongreyê, Meclîsê, Komîteya Rêvebir ve tê rêvebirin. TEVKURD,
xwediyê serok ne, xwediyê berdevik e. Ji cûda reng û fikran pêk
te. Armanca rêxistinî û demokratîkbûna TEVKURDê jî di xala
3-emîn ya destûrê de tê diyar kirin: “TEVKURD, ji bo ku
hevbeşiyên têkoşîna rizgariya neteweyî derxîne holê û van
hevmuşterekiyan bi pêşbixîne û bi gel bide qebûl kirin; ji bo ku
hemû fikir, bawerî û hêzên neteweyî, demokrat yên cudareng li
gor perspektîfa yekîtiya dew û dozê nêzikî hevûdu bike; ji bo ku
çanda yekîtiyê pêş bixe û hemû hêzên welatperwer li gor hedefa
bernameya yekîtiyê têxe nava xebat û tevgerê, erk û wezîfe
hildigre.
“TEVKURD, di avakirina yekîtiya neteweyî de hevqebûlkirin, rêz û
îhtîrama li hember hemû fikir û hêzên neteweyî esas digre.
Avakirina Kogreya Neteweyî ya ku îradeya neteweya kurd a hevbeş
temsîl bike armanc datîne.”
TEVKURD, rêxistineke legal û îllegal jî nîne. Rêxistineke vekirî
û de factyoyê. Lê daxwaz dike ku hemû rêxistinên siyasî yên
legal (qanunî) û hem jî rêxistinên îllegal (neqanunî) bike
endam.
TEVKURD, rêxistineke bêîtiatkar e. Ji bona ku sîstema
kolonyalîst ya dewleta tirk bê guhertin, ji hêza gel ya girseyî
bawer e, bi “şoreşa sivîl” dixwaze ku guhertinê pêk bîne:
Neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar be û hemû mafên xwe yên
neteweyî û grubî qezenç bike.
Wek tê zanîn ku li Bakurê Kurdistanê, ji bona statûya Kurdistanê
ji aliyê hêzên Kurdistanê de, dewleta serbixwe, dewleta federal,
ozekbûna demokratîk tê parastin. TEVKURD, di bernameya xwe de
mafê çarenivîsiya neteweya kurd diparêze û desthilatdariya
neteweya kurd li Kurdistanê bêqeyid û şert dike armanca xwe. Ji
bona vê ew kes û rêxistinên ev statûyên cihê diparêzin dikarin
bibin endamê TEVKURDê.
TEVKURD, yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê wek wîzyonekê
dipejirîne. Ji bona vê ji hemû tevgerên beşên Kurdistanê re
piştgir û alîkar e. Amade ye ku bi hemû beşên Kurdistanê re
pêwendî çê bike û pêwendiyên xwe bi wan re xurt bike. Ji Dewleta
Federe ya Kurdistanê re piştgir e. Ji bona vê jî, li dijî êrişên
dewleta tirk û yên cîran bi xurtı derdikeve.
Di TEVKURDê de zimanê fermî kurdî ye. Di kongre û civînên
organan de zimanê kurdî bi kar tê. Bi çapemeniyê re bi kurdî û
tirkî pêwendî tên meşandin. Daxuyaniyê çapemenî yên zindî dema
ku tên bi dar xistin, kurdî tê pêşkêş kirin; kurdî û tirkî bi
niviskî daxuyanî tê belav kirin.
2-Eve bêtirî carekê ye ku derheqê TEVKURDê û sekreterê wê doz
vedibe. Gelo, armanca dewleta Tirk ji van dozan çiye?.
Newroz Hejmar (80) Rûpel (7) Hizêran 2008z
– 2620k
Dumahîk : Hevpeyvîn....
2- Dema Gruba Xebatê jî tê de, ji bona TEVKURDê 4 doz
hatin vekirin. Doza 1-emîn ji aliyê dadgeha Enqereyê de, di
derheqê min, A. Melîk Firat (kevneserokê giştî yê HAK-PARê),
Fuad Onen (Endamê Meclîsa TEVKURDê), Sînan Çîftyurek (Endamê
Meclîsa TEVKURDÊ) de vebû. Ev doza hîn dom dike. Doza 2-emîn di
derheqê Konferansa Kerkûkê de li Amedê vebû. Di vê dozê de
Berdevikê TEVKURDê hat dadgeh kirin. Di dadgehê de berdevikê
TEVKURDê Sebahaddîn KORKMAZ helwesteke kurdî û kurdperwerî nîşan
da. Pirsa Kurdistanê û mafên neteweya kurd parast. Di encamê de
ev doza TEVKURDê beraat kir. Doza 3-emîn di derheqê min de, ji
bona protesto û rûreşkirina êrişa dewleta tirk li Başurê
Kurdistanê, li Amedê vebû. Ew doza hîn dom dike. Doza 4-emîn ji
aliyê dadgeha Ruhayê di derheqê min, Fuad Onen, Sidki Zîlan
(Endamê Meclîsa TEVKURDê), Eyyûp Karageçî (Endamê Meclîsa
TEVKURDê), Arîf Sevînç (Endamê Meclîsa TEVKURDê), Nadîr Yektaş,
M. Kemal Oguzlu de vebû. Ev doza di 17-ê Hezîranê de li Dadgeha
Ruhayê dest pê dike.
Di doza 3-emîn û di doza 4-emîn de ezê parêznameyên xwe bi kurdî
pêşkêş bikim.
Di derheqê min de gelek dozên din hene ku dom dikin, beşek dozên
di derheqê min de jî encam girtine û li min ceza hatiye birîn.
Ji bona xebatên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê), di derheqê
min de li Enqereyê, li Wanê, li Merdînê sê doz vebûn. Min di van
dozan de bi kurdî parêzname pêşkêş kir. Ji van dozan du sal û
nîv cezayê min heye û ez li benda biryara dadgeha bilind im.
Ji bona xebatên min yên Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê)
di derheqê min de gelek doz vebûne. 3 doz gihîştine
encemê. Ji van dozan 3 sal û 9 meh cezayê min heye. Ez li benda
biryara dadgeha bilind im. Min di van dozan de jî parêznameyên
xwe bi kurdî pêşkêş kirin.
Ji bona meşa Amedê û Xaburê jî, min salek û sê meh ceza girtiye.
Ev doza jî li dadgeha bilind e.
Ji bona axiftinên min yên di konferansan de, ji bona
hevpeyivînên min yên di kovar û rojnameyan de, ji bona axevtinên
min yên di televîzyonan de jî gelek dozên dom dikin hene.
Armanca dewleta tirk di van dozan de gelek aşkere ye, ji aliyê
hemû kurdan û dinyayê de jî tê zanîn.
Dewleta tirk naxwaze ku doza kurd û Kurdistanê pêşbikeve. Dewlet
dixwaze ew kesên ji bona doza Kurd û Kurdistanê xebat dikin
çavtirsî bibin, ew dev ji dozê berdin. Dewleta tirk naxwaze ku
siyaseta wan ya derewîn, kolonyalîst, ne mirovane bê deşîfre
kirin. Gelê kurd xwediyê mafên xwe yên neteweyî bibe. Kurdistan
serbixwe û neteweya kurd azad bibe. Dewleta tirk baş dizane ku
dema ku Kurdistan li Rojhilata Navîn bibe dewleteke serbixwe, wê
demê rola wan biçûk dibe. Lewra tê zanîn ku neteweya kurd, li
Rojhilata Navîn piştî ereban neteweya 2-emîn e. Ev yeka hem
dewleta Tirk û hem jî dewleta faris ditirsîne.
Dewleta tirk xwediyê ceribandinan ku piştî serîhildanên Bakurê
Kurdistanê serok û têkoşerên Kurdistanê hatine kuştin, demeke
dirêj li Kurdisatnê bêdengî çêbuye. Dewletê bi rehetî siyaseta
xwe li ser gelê kurd û li Kurdistanê meşandiye. Xebatên ku
welatperwerên Kurdistanê dikin, pêşî li dewletê digre.
3-Ji bo belavkirin û geşkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê
kurdî li bakurê Kurdistanê, TEVKURD çi karî dike, çi diweşîne,
çi planên we di vî warî de hene?.
Newroz Hejmar (80) Rûpel (8 ) Hizêran
2008z – 2620k
Dumahîk : Hevpeyvîn....
binivîsînin
3- TEVKURD, yekîtiyeke siyasî ye. Ji bona vê armanca wê
yêkem ew e ku hêzên û welatparêzên Kurdistanê bike yek.
Tevgerandina wan pêk bîne. Lê ev naye wê wateyê ku TEVKURD ji
bona çand û zimanê kurdî xebat nake. TEVKURDê di programa xwe de
pejirandiye ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û
perwerdayî.
TEVKURD di qada siyasî de ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê
fermî û perwedayî xebat dike. Lewra TEVKURD baş dizane ku dema
ku zimanek nebe zimanê fermî û perwerdayî, pêşketin û dezgehbûna
wî zimanî nabe. Ji bona vê TEVKURD, propagandayê vê yekê bi
xurtî, bi riya çapemenî dimeşîne.
TEVKURD, ji bona ku dezgehên ziman û çanda kurdî pêşbixin ava
bibin, dibe alîkar. Ji nivîskarên kurd re piştgirî dike. Kursa
zimanê kurdî dimeşîne. Dezgehên heyî yên ku ji bona ziman û
çanda kurd xebat dikin re jî alîkar e.
4-We hewil dabû ku hun berevaniya xwe devkî û nivîskî bi zimanê
kurdî pêşkêşî dadgehê bikin. Sedema wê çiye ku we xwestiye bi
zimanê kurdî li dadgehê bipeyivin û bixwînin ne bi zimanê
Tirkî?.
4- Baş tê zanîn ku piştî şerê-sar li Tirkiyeyê û li Kurdistanê
jî gelek guhertin hatin holê. Vê guhertinê li ser stratejî û
awayê xebata me jî tesîr kir. Xebata kurd û Kurdistanê ket nav
welêt û bajaran. Ez girêdayî van guhertinan vegeriyam
Kurdistanê, min biryar da ku xebeteke vekirî, bêîttiatkar
bimeşînim.
Di merheleya yekem de ji bona ku li Tirkiyeyê dewlet bibe
dewleteke federal, dewleta neteweya Kurd û Tirk, Kurd li
Kurdistanê bibin xwediyê dewleta xwe ya federe min stratejiyek
pejirand.
Li dadgeha bi kurdî axevtin û parêzname pêşkêş kirin beşek ji ev
stratejiya min a bêîttakariyê ye.
Sedema duyem ew e ku ez dixwazim di dadgehên tirkan de îspat
bikim ku zimanê kurdî heye, zimanekî xurt e û zimanê ilîm e.
Sedema sêyem ew e ku bi kurdî li her derê û li dadgeha axevtin,
mafê min e. Divê ez tehemûlî encama kurdî axevtina xwe bikim.
Sedema çarem jî ew ek ez dixwazim di nav rewşenbîr û
hiquqzaneyên kurdan de tirsê bişikînim.
Sedema pêncem jî ew e ku dema li dadgehan parêzer û girtiyên
kurperwer bi kurdî rêvebirina dozên xwe bikin, dewleta tirk ji
aliyê siyasî û malî de dikeve zehmetiyek û tengesiyeke gelek
mezin.
5-Rewşa axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî li bakur di çi
warî de ye û hêviyên we çine?.
5- Pirsa girîng ew e ku ji bona zimanê kurdî li Bakurê
Kurdistanê konseptek û siyaseteke diyar û hevmişterek derdikeve
holê. Ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî, di nav
hemû kurdan de hevmişterekiyek heye. Ji demên berê zêdetir
giringiya zimanê kurdî tê fahm kirin.
Li Bakurê Kurdistanê axevtin û nivîsandina kurdî pêşdikeve.
Gelek rojname û kovar bi kurdî tên weşandin. Dezgehên Kurd, êdî
zimanê kurdî wek zimanê fermî dipejirînin. Gelek rewşenbîrên
kurd bi kurdî dinivîsinin. Pirtûkên kurdî bi hejmar zêde dibe.
Di mîhracanan de ji hemû beşên Kurdistanê beşdar bi kurdî qise
dikin, kurdên bakur bi kurdî qise dikin. Kursên zimanê kurdî
zêdetir dibin. Konferans, panel, semîner bi kurdî tên meşandin.
Di televîzyonan de gelek qels be jî hewildanek heye.
Ji bona vê ez hêvîdar im ku di rojên pêş de zêdetir kesê kurdî
biaxifin û bi kurdî.
D.R. (11)
Newroz Hejmar (80) Rûpel ( 9 ) Hizêran
2008z – 2620k
Rapora salane
Rêz û silav ji hemî beşdaran re ……!
Mamosteyên hêj…!
Ev rapor di civata salane ya yekem a piştî damezrandina
saziya fêrkirin û parastina zimanê Kurdî li Sûriyê de hate
xwendin.
Berî hertiştî em neçarin van pirsan tim û tim bi bîra xwe bînin
, pirsa hebûna gelê Kurd û rola zimanê kurdî di wê hebûnê de
@....Rewşa ku, gelê Kurd tê de dijî çawa û di kîjan pile û
asteyê de ye @....Çi pilan ji nebûna wî re têne gerandin
@....Çekên berxwedanê ji bo hebûnê li ba Kurdan çi ne
@....Giringiya parastin û fêrkirina zimên pileya çendê distîne
@....Ji zimanî kurdî kîjan zarava , Kurmancî, Soranî , lê,
zazakî @....Lê, na ne ev û ne ew ….Ji dêvla yên kurdî , ne xeme
em berê xwe bidin zimanên serdestan Erebî, Farisî , Turkî @....
Hêviya me ji vê pêşgotinê ewe Ku, em pêçana zimên ji nû ve vekin
û giringiya parastin û fêrkirina ziman. kurdî bînin bîra hevdû ,
û bi hev re li bersivên wan pirsan bigerin. Ji ber ku, em di
cîhaneke tijî çandeyên curbecur û têkel de dijîn û hemî jî bi
hev re , li deriyê mejiyê me didin û dixwazin vê re di
têkildariyê kevin û biguhêrin. Vêca, pêwîste ku, çawa em dê li
hember yên dixwazin kesayetiya me ya netewî tune bikin
rawestin@.
Hevdema ku, Kurd tê de dijîn , ji hemi aliyan ve , hevdema
şûndamayînê ye . Li rex wê , em jaliyê zeftkarên welatê me ve
bindestin jî . Vê rewşa kambax û kirêt , nehişt ne civak , ne
hiş û ne jî aboriya me pêş ve here. Wêlomê jî , em bi dû qaliqê
Pêşketinê dikevin û naveroka wê jî davêjin alîkî .Wek nimûne ,
em ji demokrasiyê hezdikin , lê , em nikanin demokras bin , em
pir tiştên baş di peyvkirinê de bi kar tînin lê… di karanînê de
, bi kar nînin. Yanê. em pir gotgotin , lê, kêm kirde ne. Di
rewşeke weha de, em çiqas bi wekhevî , demokrasî , dadmendî[
aştî û mafên mirovan bang bikin ; têkeliya Ereb, Faris û Tirkan
bi Kurdan re , wê wek yê Alman , Firansî û Îtaliyan di Siwêsre
de nebe @!.
Di çerxa cîhangeriyê de , em. xwe û gelên cîhanê yên serdest û
xwedî dewlet bi ber hevdûdin û raberî hev bikin.
Gelên serdest û xwedî dewlet li cîhanê bi ser ku, bi sedan sal
li pêş me ne , ew hewldidin ku, kesayetî , çand , gerdîş û
zimanê xwe biparêzin . Wek nimûne :
-Ebdela pêşew di mijareke xwe de dibêje :
1- Min çiqas hewil dikir ku, ez bi nivîskarên Estonî û Beltîqî
re bi zimanê Rûsî baxêvim ; ew ji peyvandina bi zimanê Rûsî
direvîn .
2- Siwêdî 6% ji niştîmanwarên Filnende ne ,Otonomiyek wan , ala
wan, Perleman û distûrek wan î navçeyî heye û têkildariyên bi
derve re hene . Ji bilî wê , leşkeriyê Jî Filnende re nakin û
zimanê wan li tevaya Filnen de , zimanekî fermî ye . Lê, tucarî
tu yekî Siwêdî nabînî ku, bi yekî dinî Siwêdî re – xwedê neke -
yan bi zarokê xwe re bi Filnendî dipeyive , yan jî wan dişîne
dibistaneke Filnendî.
Li gel herdu nimûneyên jorin , piraniya gelên serdest yên xwedî
dewlet jî mîna Ereb, Turk û Faris , ji wendabûna zimanê xwe bi
tirs in û hewl didin ku ,biparêzin .
Lê, em Kurdên bêçare û belengaz , yên ku, ji hemi aliyan ve , li
ber gef û gurên serdestên paşdemayî derin û tên - ewên ku ,
navên me, welat û gundên me diguhêrin , ziman. me qedexe dikin û
hebûna me tune dikin - ji dêvla em ji gelên serdest bêtir , çand
û zimanê xwe biparêzin , em bervajî wan dixebitin
Newroz Hejmar (80) Rûpel ( 10 ) Hizêran
2008z – 2620k
Zimanhezên hêja……….!
Rast e , rewş û deraqê gelê me weke me li jor diyar kirî
, ne xweş û li saz e . Lê , em dikarin bibêjin ku , ev bûneya
bûneyeke pîroz e . Beşdariya kesên weke we zimanhez û bi rûmet
di vê civata salane ya yekem de , piştî civata damezrandina
Saziya fêrkirin û parastina zimanê kurdî li Sûriyê , li 3.4 .
2007an , bihna mirov fere dike , û hêviya hebûna zimên û
Kurdayetiyê bilind û geş dike .
Xwîşk û birayên delal…….!
Tucarî xebata we ya fêrkirina zimanê kurdî , bi awakî rêk û pêk
di çarcewa S.F.P.Z.K.s de , ne karekî biçûk e . Belê , ew li cem
mirovên dûrbîn , karekî zor mezin û pîroz e . Ji ber ku , çi
xebata di ber zimên de be , xebata hebûnê li hember nebûnê ye .
Ne hewceye em pir di vî warî de dirêj bikin , ji ber ku , em
bawerin ku , hemî beşdar têdigihên giringiya pirsa zimanê kurdî
di jiyan û hebûna gelê me de . Wêlomê jî , parek ji wext û
jiyana xwe dane fêrkirin û parastina zimanê dê , û îro li vir
hazir in .
Nirxandina xebat û calakiyên Saziyê li dirêjiya salekê :
Piştî borandina bêtirî salekê di ser damezrandina saziya me re ,
pêwîste em kar , berhem û calakiyên saziyê ji hev re berbiçav
bikin û binirxînin , pesnê qenciyan bidin , qelsiyan lome û
rexnekin , û pêşinyaran ji paşerojê re pêşkêş bikin . Di vî warî
de , em dikarin bêjin : Mamostên saziyê yên rêzimên ( 18 ) in ,
mamostên alfebê ( 59 ) in , Şagirtên rêzimên yên fêrname
wergirtine ( 47 ) in , Şagirtên alfabê yên fêrname wergirtine (
459 )in , şagirtên rêzimên yên bi dawî nebûne ( 22) ne ,
şagirtên alfabê yên fêrbûna xwe kuta nekirine ( 51) in . ( 5 )
şevbuhêrk bi navê saziyê li ser pêwîstî û giringiya zimên hatine
li darxistin , û komîta rêvebir ( 5) civat girêdan . Namak
vekirî rexneyî bi navê saziyê , R. Newroz , Munteda Nûredîn Zaza
ya çandeyî û kovara Pirs li ser biryara bikaranîna alfebeya
erebî ya Perlemana Kurdistana Îraqê ji kek Mesûd , perleman û
hikometê re hate rêkirin . Namak vekirî bi navê Saziyê li ser
yekirina rojmêra kurdî ji gelek cigehên entirnêtê re bi rê bû ,
û di rojnama Newrozê de belav bû . Daxuyana damezrandinê wergerî
erebî û Ingilîzî . Tozik wergerî erebî . ( 25 ) pirtûk rêzimên
ya Dr. Kamîran Memê Alan û Dr. rozad hatin çapkirin . ( 500 )
pirtûk rêzimên ya Rozad Elî hate kirîn . ( 300) pirtûk ya
destpêka rêzmên ji bo saziyê hate kirîn . ( 800) Alfebe hate
çapkirin . Simbolek ji bo Saziyê amede bû . Kulîkek ji zimên bi
navê Saziyê ta ( 4000) hejmar li ser riya çapkirinê ye . Û ji
bilî gelek xebatên devkî yê nirxbuha di mal , civat , û ciyên
kar û xwendinê de li ser giringiya bikaranîna zimanê dê li şûn
zimanên biyanî . Li rex van karên hêja pêdivî û gerekîn hebûn em
tê de bi ser neketin. Vêca em ji bo wê loman ji xwe dikin. 1- me
nikanî bingehek ji Saziyê re li Şam , Reqê û kobaniyê avabikira.
2-Herêmên dî weke herêma Heleb nikanîn tu çalakiyên aborî ji bo
danheva sermiyanekê ji xwe re bikirana
Vêca pêşinyarên me ji bo paşeroja Saziyê ev in:
1- Di sala bê de , xebat ji bo jiholêrakirina kêmasiyên jorîn.
2-Pêwîstiya amedekirina pirograma kar jaliyê komîta rêvebir ve.
3-Çêkirina komîteyên pisporî ji aliyê komîta rêvebir ve , ji bo
hêsankirina karê Saziyê di rojên pêş de .
Dawiya Hizêranê
Komîta rêvebir Ya
S.F.P.Z.Ks
Newroz Hejmar (80) Rûpel ( 11 ) Hizêran
2008z – 2620k
Dumahîk : 51saliya ...
hatiye guhartin , jiyan û berjewendiya xelkê me yê kurd
li Sûriyê baştir hatiye zelalkirin ku , ew parek ji jiyan û
berjewendiya civaka Sûrî ye û çendî heyameke erênî , şaristanî ,
mirovane û demokratîk li Sûriyê peyda bibe , ewqas rê li ber
xebata kurd vedibe , û çareserkirina pirsa kurd a netewî bi
şêweyeke demokratîk û aştiyane nêzîk dibe . Lewre jî , mirov di
wê baweriyê de ye ku , li gor vê dema nû û evqas guhartinên
mezin û bingehîn ên ku di hemî waran de hatine holê , pêdivî ,
pêwîstî û gerekiyeke dîrokî ye ku , hemî rewşenbîr , rêxistin û
partiyên siyasî li xwe û programên xwe vegerin , da ku bi
mêjiyekî vekirî , bi nêrîneke rexneyî , bê tirs û dudilî
bifikirin û li nêrînên xwe bi azadî bibine xwedî …Gelo partiyeke
kurd li Sûriyê divê hebe an ne ?. Ew dê karibe çi bike û çi
biserxîne û bi çi şêweyî bixebite ?. Da ku bi rastî karibe bi
parêzerê berjewendî û rûmeta gelê xwe be , ne çi durişiman hilde
an gotinên mezin û qelew bike.
SînorêYekta
********************************************************************.
Dumahîk : Hevpeyvîn....
li ser rûpelên NEWROZê bêjin?.
6- Ez, di destpêkê de ji bona gelê me li Rojavayê
Kurdistanê û xwendavanên Newrozê serkeftinê dixwazim. Welatê me
bi destê dewletên kolonyalîst hatiye parçe kirin. Ji bona vê em
mecbûr bûne ku jiyaneke ji hevûdu cihê bimeşînin û welatê me jî
bûye kolonî. Gelê me ji hemû mafên xwe yên grubî yên neteweyî
(Başurê Kurdistanê ne tê de) bêpar e.
Ev rewşa parçebûna welatê me bûye sedem ku li her beşeka
Kurdistanê têkoşînek û stratejiyeke cihê bê meşandin. Ev jî
tiştekî gelek xwezayî ye. Divê em li her parçeyekê giraniyê
bidin ser xebata xwe. Em nebêjin ku pêşî em parçeyeke din azad
bikin, pişt re parçeya xwe azad bikin. Di van salên dawî li
Rojavayê Kurdistanê di vê pirsê de xeletiyên gelek stratejîk
hatin kirin, ciwan û rewşenbîrên Rojhilata Kurdistanê dev ji
xebata xwe ya li Rojavayê Kurdistanê berdan, beşdarî xebata
Bakurê Kurdistanê bûn. Divê ji vê şaşiyê dev bê berdan.
Şik nîne ku divê hemû tevgerên beşên Kurdistanê ji hev re bibin
alîkar. Lê divê ev alîkariya baş bê sînor kirin. Rojavayê
Kurdistanê her dem ji bo beşên Kurdistanê fedekariyên mezin
kiriye. Ez jî 7 salan li Rojavayê Kurdistanê mam. Ez rewşa
kurdên Rojavayê Kurdistanê baş nas dikim. Ez fedekariya wan baş
dizanim û ji bona vê Rojavayê Kurdistanê ji bona min xwediyê
taybetiyekê ye.
Tevgera Rojavayê Kurdistanê piştî serîhildana 11-Ê Adara
2004-an, hat merheleyeke girîng. Ji bona vê divê hûn giranî
bidin xebata xwe. Lewra sîstem û rejîma Suriyeyê mecbûr e ku bê
guhertin.
Divê em guhertinên li dinyayê, li herêmê, li Kurdistanê pêk tên
bişopînin û wan fahm bikin. Ji van guhertinan ders derxin.
Bakurê Kurdistanê/Amed, 14. 06. 2008brahîm GUÇLU
Sipas birêz Ibrahîm Guçlu, hêviya serkeftinê ji gelê kurd re
dikin
6-Hun dixwazin çi xwendevanên kurd re
Newroz Hejmar (80) Rûpel ( 12 ) Hizêran 2008z – 2620k
. NEWROZa me
Û şivantiya Elo
Serdarê Bedirxan
--Kekê Reşo, ka hejmara me ya dawî ji Newrozê bi ser hev de
nehat, ma ne dema wê nêzîk bûye, xwendevan li benda wê ne?.
- Ho birawo, ho birawo, bawer bike ezê dev ji vî karî berdim, ez
nema karim…Hê ji wan berhemên ku te ji min re şandine pê ve,
tiştek ji min re nehatiye…Her roj, her şev, ez dengê xwe
digihînim wan camêran, ew nivîsên xwe ji min re rênakin…
Bi van peyvan, kekê Reşo goina xwe bi dawî anî.
Eve ne cara pêşîn bû ku hevalê min Reşo dilsariya xwe ji
derengiya rojnameyê aniye zimên, gilî gazinên xwe kirine û
gotiye “Ezê dev ji vî karî berdim”, lê, her ew bi xebata ziman û
çanda gelê xwe ve girêdayî ye, ew nikare jê dûr bikeve, tenê, ew
kela dilê xwe bi vê gotinê hênik dike. Gotina hevalê min, çîrok
şivantiya Elo anî bîra min, ezê wê ji xwendevanên Newrozê re
pêşkêş bikim:
Dibêjin, li devera Botanê, şivanekî qewlek bi gundekî re danî ku
ew şivantiya wî gundî bike, dem derbas
bû, qewlê şivên nêzîk dibe, wî ji gundiyan re got: Eve qewlê min
û we nêzîk bûye, bi hêvî me hun ji xwe re şivanekî din bibînin,
ji ber ku ez nema li gundê we şivantiyê dikim. Hingî şivan
mirovekî dilsoz û qenc bû, guh li pezê gundiyan dikir, baş ew
diçêrandin, li ser destê wî pez qebilî û qelew bûbû, destê
gundiyan jê nedibû, hema jê re digotin: Em li şivanekî digerin,
ku me dît, oxira te ya xêrê be, lê, di rastiyê de, ew li tu
şivanan ne digeriyan. Roja qewlê şivan bi dawî dibû, bang dikir:
Gundîno…!! tu kes pezê xwe bernrde, qewlê min qediyaye, ez nema
diçime ber pêz, dihate xanîkê xwe, di kulekê re li bênderan
temaşe dikir ka gelo wê gundî pez berdin yan na. Gundiyan, pez
berdida ser bênderan û vedigeriyan malên xwe karên xwe dikirin,
ewî didît ku mih, bizin, kehrik… virde dibezin, wirde diçin,
ziyanan dikin, hin dikevin nav nîskan, genim, ceh û nehkan… Bi
lez û bez wî careke din radihişte darê şivantiyê, bê vîna wî,
rojeke nû ji qewlekî nû dest pê dikir..!!
11.07.2008Z-2620 KAzadî ji
girtiyên siyasî û xebatkarên gelê me yê Kurd re yên di
girtîgehên Sûriyê de
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
jindires@hotmail.com
Cindirês ê Webe saite C 2006-2008
DENG Û RENGÊ CÎYAYÊ KURDA EFRÎN