
Fla§
Rojda Aydin
Em Kurd çi peppûk û reben in, çi xwelîliser û bêşexsîyet in, çi xwedî kompleks û xwedîyê ruhê koletîyê ne wey weleddddd! Gelo kesî ji we dîtiye ku keçek Kurd ji bo xwe têxe çavê Tirkan û xwe li ber dilê wan şîrîn bike, bavê xwe wek “faşîstê Kurd” bi nav bike? Belê, Rojînê! Yanî Rojîna Omerî!
Birastî min qet bawer nedikir wê yeke wek Rojîna ku bavê wê welatparêzekî mezin e, ked û xizmetek mezin daye doza Kurdî, rabe gotinên ne layiqî xwe û malbata xwe ji rojnama Tarafê re bêje û kêfa Tirkan li me bîne. Rojînê ji bo ku têkeve nav civaka sosyeta Tirkan û di nava wê civaka ku “dê weledê xwe nasnake û kî dike kê ne kifş e”, ji navê xwe jî şerm dike û ji rojnama Tarafê re dibê:”Ji ber ku dê û bavê min ji bilî Kurdî zimanekî din nizanîbûn (yanî Tirkî nizanîbûn) navên Kurdî li me kirin. Lê nizanîbûn ku wê ev navên Kurdî li serê me bibin bela” filan û fîstan. Yanî, xanimê gazindan ji dê û bavê xwe dike û dixwaze bêje ku “heger we navê min bikira Turkan, Mîne, Cewrîye, Hacer, Zubeyde, Latîfe û wekî din, niha ezê ji sosyeta Tirkan îzole nebibûma û wê bi çavê Kurdan li min nenerîna”.

Ji ber ku televizyon û medya Kurd û Tirk zêde wê dernaxin pêş û klîpên wê naweşînin, Rojîna me ketiye kompleksek pir xerab û ji bo ku bi taybet di medya Tirkî de derkeve, amade ye heta bi Kurdbûna xwe jî inkar bike.
Rojîna me di hevpeyvîna xwe de heqaretek pir mezin û bêedebîyek kesanedî li himber bavê xwe dike û dibê:”Di mala me de Tirkî qedexe bû. Bavê min faşîstekî Kurd bû. Wî digot berê zimanê xwe hîn bibin. Ji ber ku min bi Tirkî xeber dida min hindik lêdan nexwariye” filan û bêvan.
Yanî, ji bo ku bavê wê xwestiye di malê de Kurmancî xeber bidin, dibe faşîstê Kurd û di çavê Rojîna kezîkur de reş dibe. Îcar hesab li cem we bê Rojîna me ketiye psîkolojîyek çiqasî xerab û ne li rê.
Hûn dibînin newlo? Rojîna ku birçîya navûdeng, birçîya jiyana sosyeta Tirka ye, amade ye exlaqê xwe bixwe, ji exlaqê xwe ê Kurdî bi dûr keve û hetta nasnama xwe jî bişewitîne.
Heyf!
Ji berê de dibêjin „Ji dê û bava dikevin hemi hawa“.
Lê divê Rojîna me tucarî ji bîr neke. Ew navê xwe jî bihugere, ew bavê xwe bike faşîst, bike terorîst jî, ew xwe bi 101 qalibên sabûna Tirkan bişo jî, ewê di çavê Tirkan de her Kurd be, her ji sinifê duyem be û ewê tucarî nikaribe di nav civaka sosyeta zinêkarên Tirk de cîh bistîne. Pir pir piştî qûşê lê biqetînin wek paçikekî guvaştî wê bavêjin kolanan û xelas!
13/08/08-Stenbol