jindirês.comJindirês@hotmail.com
![]()
XANÎ Û NEMIRÊN
KURDISTANÊ
Rizgar Kurdaxî
Xwînerên hêja û delal gava mirov navî Xanî dibhîse vêra jî destana wî ya pîroztirîn Memozîn tête ber çavan, weke çîrokeke evînî.
Çawa wan jev hez kirin, li ku û çawa hezkirina wan pêkhat, û çiqas binav û deng bû.
Hîn dibêjin çîrokeke evînî li ser zemînê pêkhat û tîrêjên xwe avêtine Ezmanan(ev jî M S R elbotî).waha gotiye ta ku felsefeya Xanî tevde têke çîrokeke evînî û ramanên wî yên dîtir hinda bike..
Lê na delalino Xanî ne tenê li ser evînê nivîsî bû ,herwaha wî li ser hemo êş û kulên kurdan di wa pîrtûka pîroz de nivisî bû..
Li ser nelihevkirina kurdan, zulma li ser wan û……
Di vê xelekê de ezê li ser gotinên wî ku wî li ser pêşmerg û nemirên kurdistanê nivisî bû rawestim…
Xanî dixwaze li ser nemirên kurdistanê baxive û wan bi perwanan dide nasîn herwaha çawa ku perwan ji êgir hezdikin li derdorî wê difirin û guyana xwe diyarî wê dikin.
Pêşmergên kurdistanê jî xwe davêjin nava ceng û şoreşan xwîn, ten û canê xwe diyarî azadiya ciwan dikin
Yanê Xanî êgir dike Azadî, û şervanan jî dike perwan ango: Pinpinîkên azadîhez,
Mirov gava çîçekikê diyarî dostikî xwe dike çiqas kêfxwaşîk e.
Lê gava mirovek brîndar bikeve çiqas ji ber dêşe û dinale…
Û eger mirovek ji mirovekî ve fîdekar be gelo çiqas ev binerix e, yanê ji canê mirovî buhatir tiştek nîne ew wê diyarî min,te wî û me dikin herwaha diyarî azadiya kurd û kurdistanê dikin..
Diyarî dayka me hemiyan dikin vêca divê çiqas em huremt û rêzgirtinê ji wan qehremanan re bikin ???
Di pîrtûka xwa ya pîroz û giranbuha de, daxive pêşmergan lê bi zimanekî felsefî û li ser zimanî Zînê çawa ew dixive pinpinîkan û naxwaze ku ew zû bisotin ango: Nemir bikevin û waha dibêje
Perwa nedikir bi ataş xem Perwan dikir jibo xwe hemdem
Eyî tairê aşiyan firqet weyî bilbilê buxçeyê hurqet
Merdane dibuxişî can erzan Heyfa ku bi mergîranî lerzan
Nawestî demek li ber hewayê Napuxte teleb dikî fenanî
Ew lez ji te re gelek qisûr e Ew leriz jibo te re fitur e
Bêsebrî û bêsikon û bêtab lewra xwe dikî bizûyî pirtab
Napuxteyî eyîbeke temam e Metbox dibêjin ku xam e
Wa cismî minewrî melekîroh Beyda qemera moqabeletî yoh
Xanî dixwze bêje pêşmergên qehreman lê bi zimanekî nerasterast ango: Nerûlirû çira û çima sebeb nediyar e.
Eyî hevalê hêja û delal ê ku dest berdane ji hemo xwaş û xwaşiyên cîhanê û reya berxwadan û azadiya gelê xwe dane ber çavên xwe .
Gava ku wîn dikevin ceng û şoreşan pir bilez xwe navêjin nava agirî wê ew lezbûn ji we re qisûreke mezin e, wa tena xwa yî zêrînî û ronak mîna heyva li hemberî yohê(rowê) yanê wîn heyva ronak in, şevçiraxê kurdistan in ji boyî rowê(azadiyê) we barî herî giran ya miletê xwe hildayî ser milên xwe wîn zor hêja û giranbuha ne..
Di van malikê jêrîn de jî Xanî dixwaze hevpeyvînekê li gel şehîd û azadiyê çêbike çiqas ew jev hezdikin û yek ten in..
Ew perwanê dike Şehîd ango nemir, û şemeyê jî dike azadî û ew pev re waha daxivin…
Perwan: Şehîd e Şeme: Şoreş e
Perwanê go: Tu xwaş delîl î Şemeyê go: Tu xwaş xelîl î
Perwanê go: Tu rehnuma yî Şemeyê go: Tu canfîda yî
Perwanê go: Tu dilfêroz î Şemeyê go: Tu sinesoz î
Perwan ê go: Tu çaresaz î Şemeyê go: Tu dilniwaz î
Perwanê go: Tu padîşah î Şemeyê go: Tu qîblekah î
Perwanê go: Tu horî zat î Şemeyê go: Tu norî zat î
Piştî ku dicing zîndanê ta Memê bibînin hevpeyvînek navbera Memo û Zînê de çêdibe navbera Pêşmergekî(şervanekî) û agirê azadiyê(Şoreş).
perwan = Pêşmerge ye Şeme = agirê azadiyê ye
(Şoreş e)…..
Ev malkên jêrîn min di roja rojnamegeriya kurdî de,(2006) diyarî ciwanên komeleya ciwanên kurd li sûriyê kiribû ezê wan jî diyarî xwînerên hêja bikim(Rizgar Kurdaxî)
Perwanê go: Tu daxwaz î Şemeyê go: Tu hestbir î
Perwanê go: Tu neyarkuj î Şemeyê go: Tu dilsaz î
Perwanê go: Tu cîgersoz î Şemeyê go: Tu cîgersaz î
Perwanê go: Tu hêvîweş î Şemeyê go: Tu hêvîsaz î
Perwanê go: Tu çav î Şemeyê go: Tu çavsazî
Perwanê go: Tu ronahî yî Şemeyê go: Tu avtab î
Perwanê go:Tu agirgeş î Şemeyê go: Tu pêt î
Perwanê go: Tu war î Şemeyê go: Tu xudan î
Perwanê go: Tu Efrîn î Şemeyê go: Tu Kurdaxî yî
Perwa: pêwendî metbox: ê gîştî,buyî Hemdem:dostê tim xam : ne gîştî,
Aşî: çîk beyda: sipî Merdane: bi mêranî yoh: ro
Dibuxiuşî: diyar dikî sinesoz :sîng şewitî
Dilniwaz: ê ku bi dilî mirovî dilîze, û kêfxawşiyê dide wî(niwastin)
![]()