jindirês.comJindirês@hotmail.com
![]()
Siyamend û xecê 
Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî
xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê
Silîvî. Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke
pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê keta hiş û aqil ji serê wî diçû.
Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.
Dilê Xecê jî ketibû Siyabend. Bavê Xecê kurdekî dewlemend bû. Wî dizanibû, ku
dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya
dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekî pir bistîne. Mirov ji mêranî,
mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend têr nedibû.
Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê
wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku
qala qelen dibû, Xec digiriya. Siyabend li ber dilê wê dida û nedihişt ku ew
bigirî. Wî digot,"bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindiyê be,
dixwaze bila bi xirabiyê be; hetta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa
Xecê ji xwe re bînim, destê min ji Xecê nabe".
Rojekê qîz, bûk û xortên êla Zîlan top bûn û çûn bindarûkê. Paşê, Siyabend û
Xecê jî çûn. Gava ku Siyabend û Xeca zer tên wê derê, hemû ecêbmayî dimînin,
devê wan xwar dibe û li wan dinêrin. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk
û xort civîyabûn, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes
qasî Siyabend û Xecê nedibû.
Gelek kurên axayan, began û dewletiyan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê
Xecê ew qebûl nedikirin.
Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend, Xec revand bir ser çiyayê Sîpanê
Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Pir bextewar
bûn, ku miradê wan bi hev bûbû.
Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa
Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew re çû. Dema ku Siyabend di
xewa şêrîn de bû û Xec bi porê wî şa dibû; bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî,
ku di besta biniya wan de gakûviyek direve û sê gakûviyan jî daye dû wê. Ji wan
yekî, ew gakûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din
nawêrin herin ser.
Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop
gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser sûretê Siyabend. Siyabend, ji xewê
bazda ser xwe. Wî bala xwe dayê, ku Xec digirî, pirs kir:
- Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê ahd û qerar
be, bila bi qewlê mêrê berê be; me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas
kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te...
Xecê got:
- Pî.. Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja mirinê
ji te dûr nakevim.
Siyabend:
- Ku wisan e, tu çima digirî?
Gavek berê gakûviyekî, gakûviyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr
ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew gakûvî mêrxasekî mîna te bû.
Ji şabûnê û ji eşqa dil giriyê min hat.
Siyabend:
- Ka, bi kîjan alî ve çûn?
Xecê destê xwe dirêj kir û got:
- A bi vî aliyê han de çûn.
Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û
got:
- Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan
gakûvî werin di cem min re derbas bin.
Siyabend li pey gakûviyan ket û çû.
Nêzîkî gakûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir, ku lêxe; gakûvî xwe wek
mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Struyê xwe li Siyabend xist û ew avêt bin
gelî.
Xecê pa ne pa, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi serê wî
de hatiye. Xec, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya,
Siyabend tunebû. Xec gelekî geriya şunde, hat binê gelî. Çawan ku gihaşt binê
gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser Siyabend, ku çi bibîne! Darek
di pişta wî re çûye û di sîngê re kiriye der. Xecê li ser derd û kulan re got:
Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e
Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Kê dîtiye, kê bînaye,
Ku nêçir, nêçirvan bikuje.
Gakûviyo, te strudirêjo weke bejna mino,
Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,
Strudirêjo weke dara sûkê,
Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê.
Siyabend li Xecê vegerand:
Xecê, Xeca min a delal,
Çawan nebû mirazê min û te,
Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,
Çêkira konekî rind û delal.
Xecê meke, melûrîne,
Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne...
Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Xecê jî li wir xwe ji zinêr
diavêje jêr.
![]()