jindirês.comJindirês@hotmail.com
![]()

Her rojname, mehname an kovareke kurdî di weşanên xwe de bang li nivîskar, rewşenbîr û helbestvanan dikin, da ku ew bi berhemên xwe vê yan wê kovar yan rojnamê zengîn û rengîn bikin, ta rojnamegeriya kurdî roj bi roj gavan pêş de bavêje û beraberî rojnamegeriya kesên dîtir bibe. Ew jî – ango nivîskar û rewşenbîr – dibînin ku ev banga ha ya jorîn erk û stûbariyeke netewî ye, ku divê pê mijûl bibin û xwe di ber de biwestînin. Herweha divê ku bersiva wê bangê bidin û xebatê bi pênûsê bikin. Lê gelo ma ev deng ta kû derê sax e û ta kû derê jî ne sax e.
Lê tiştê ku em dibînin tersî vê bangê ye, ew e ku her çend nivîskaran rojnamak dagîr kirine, wek çawa neyaran jî Kurdistana delal û şêrîn. Tu dibêjî qey ev an ew rojnama ji malê bavê wan de ji wan re werese mayî. Ev jî rexneyeke vekirî ye ji desteya nûser û berpirisyarên weşana kovar û rojnaman re. Hêviya min jî ew e ku tukes ji min bihin teng nebe. De ka em bi hev re jî van xalên jêrîn bixwînin:
1. Xwênerin hêja, ka hûn kijan rojnamê dixwazin ne xem e, jê pênc şeş hejmaran wînin û navê kesên ku tê de dinivîsin li ba xwa binivîsin, hûnê bibînin ku di her hejmarekê de tim û tim ew navna ne. Baş e, gelo ma qet tukes tutiştî ji wa rojnama pîroz re birê nekirin?! Lê gotara wan dûrî rastiyê bû, an ne hêjayî weşanê bû? Dîsan baş e, ma ne hûn dibêjin ku her kes di ber gotin û berhmên xwe de berpirsyar e. Ev gotina min e û ez pê bawer im, hêvîdar im ku ezokiya qirêj û genî nekeve pêşiya pêşveşûna rojnamegeriya kurdî.
2. Tiştê din, gelo ma rast hejmara nivîskaran di nav gelê me de hindik e?! Helbet na, lê ji çira tim ev navên ku di her hejmarekê de dubare dibin û qet guh nadin nameyên xwêneran.
3. Li vir dixwazim bêjim ku her nivîskarekî ku bi zimanê kurmancî dinivîse ciyê rêzgirtin û sipasiyê ye, lê pir û pir bi hêsanî desteya nûseran berhemên wan, ên ku bi tiliyên zêrîn û bi tîpên kurmanciya pîroz hatine nivîsadin, çedikin an davêjin. Pirê caran jî qet naxwînin û nizanin ka naveroka wan çi ye.
4. Ew nivîskarê ku xwe di gotareke biçûk an mezin de westandî carekê dudiwan; sê, çar, pênc û bêtir caran tiştê ku dinivîse ji rojnamakê re bi rê dike û wê yekê hêvî dike, ku ewê vê carê tiştê ku şandiye bixwîne û bibîne, lê her tim hêvî ber davên û dîsan navên berê wek serokên berê sermedî ne.
5. Gelo ku bi vî rengî here, ma dê çawa rojnamegeriya kurdî pêşve biçe? Eger bimîne di bin siya rêxistinan de û eger rojname û rojnamevan ne serbixwe bin, ango bindestê bindestiyan, qet tu carî rizgar nake, û ne jî rizgar dibe.
![]()