jindirês.comJindirês@hotmail.com
![]()

MÎRÊ GEWRE CELADET ALÎ BEDRXAN
Hawar û Ronahî :
Wekî diyare ku çi kesên navdar di cîhanê de, yên ku karekî hêja bi dû xwe ve hiþtibe nayê windakirin û bi taybet li cem gelên rojava.
Di Insîklopidya Birîtanî de a herî bi nav û deng li dunyayê (Encyclopedia Britannica) çend rêzên giranbuha li ser Mîr celadet Bedirxan - ji 170 gotnî bi zimanî ingilîzî hatiye nivîsandin.
Wergra wan gotinan bi zimanê kurdî eve:
Bedir Xan Celadet (zayîn 1893, Maktala- Sûriye. Mirin 1951 Şam)
Serdarekî niştimanî kurd û berpirsiyar e, yek ji wan berpirsê sedsala 20an e, ku bibû berdevkê serxwebûna kurdan.
Celadet, ji birayê xwe yî mezin Sûraye hezdikir û bi taybetî ji dilsoziya wî re, dema ku ramanên hêja bo pêkanîna yekgirtina welatên kurdan di Rojhilata Navîn de hildigirt.
Wî li Istanbulê xwendina xwe kir û di sala 1912an de ji bo ku xwe ji zordariyê biparêze koçkir, û di dema şerê cîhanê yê yekem de, xwest alîkariyek rastî ji Birîtaniyan wergire.
Lê mixabin, bêhêvîbû dema ku Birîtaniyan tu alîkarî pêre nekir bo pêkanîna yekgirtina welatê kurdan û bi taybet piştî herifandina Imperetoriya Osmanlî.
Celadet di sala 1919an de, li Sûriyê bi cih bû. Li wir ew bi hemî kurdên mişextî (penaber) dibû hevbend.
Di sala 1927an de ew bû serokê yekem bo Xoybûnê ( Hevbenda Netewa Kurd) û berdewam kir ta sê salan ji piştgirtina şoreþa kurdî li Turkyê, ya ku biserneket.
Di gulana 1932an de, ew bû berpirsê yekem ê kovara duzimanî (kurdî – firansî) a binavê Hawar (fîxan). Ew herdû ziman paşre bûn xemlandinek bo ragehandina Ronahî ( Şewq).
Herdû-ziman asta têgihiştina di navbera hemî berhemên cûr be cûr, ên ku herdem alavên tîkoşîna tevgera gelê kurd dilivand hatin weşandin û pêşketinek di toreya kurdî de pêkanî.
Wekû diyare ku ev kurte-zanîn li ser Mîr Celadet di Insîklopidya Brîtanî de hatiye nivîsandin , jiyana wî bi hemî rengan berbiçav dike, loma em gelekî jiyana wî dubare nakin, lê em dikarin bi kurtî li ser jiyana wî ligor çavkaniyên kurdî rawestin û bi taybet li ser herdû kovarên wî, da ku xwendevan rojên Mîr Celadet di bîra xwe de bînin:
Kurte-jiyana Mîr Celadet Bedirxan..
Celadet di 26ê nîsana sala 1893an de li Istenbulê hatiye dinê ( li vir newekheviya cihê zayînê dinavbera jêdera kurdî û ya Birîtanî de heye, ku cihê zayîna Celadet li cem kurdan Istenbul e, û li cem Birîtaniyan Maktala ye ku li Sûriyê ye !?)
Bavê wî Emîn Alî Bedirxan e, diya wî xanimek Çerkes e bi navê ”Senîha” bû.
Bavê wî , ew bi çand û zimanê kurdî perwerdekir, nemaze dema ku çîrokbêj, dengbêj û mamosteyên zimên ji Kurdistanê û bi taybet ji Cizîra Botan ji wan re tanîn Istenbulê.
Dibêjin ku Mîr Celadet piştî şerê cîhanê yê yekem dest bikarê siyasî kir û bû yek ji hîmdarên ” Koma Vejandina Civata Kurdî” ku armanca wê ” damezrandina dewleteke kurdî ” bû.
Di sala 1922an de , dema Kemalîst hatin ser hukim û Istenbul bidestxistin, ji bo serokên kurdan digel malbata Bedirxaniyan jî fermana kuştinê derxistin. Ji ber vê yekê Mîr Celadet û birayên xwe berê xwe dane sûrgûnê, çûne Elmaniya, paş jî Sûriye.
Tê gotin ku Mîr celadet li Elmaniya dostaniyek di navbera xwe û Adolf Hitler peydakiribû. Hitler wê demê bi ramanên xwe yên nijadperestî û nazistî nedihate naskirin.
Di 5ê Ilûna 1927an de li herêma Bihmdûn li Lubnanê kongera damzrandina Xoybûnê hate lidarxistin. Yek ji biryarên Xoybûnê ev bû ku piştegiriya serhildana Agrî (Araratê) ji hêla sînorê başûrê-rojava têkevin nav hewldanên leşkerî. Lê mixbin serhildana Serhedê (Agirî) têkçû, ji ber gelek sedeman, li vir Mîr Celadet ligel Ihsan Nûrî Paşa (serdarê şoreşê) çûne Iranê, paş re Mîr bi tenê vegerî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebatên xwe berdewamkirin.
Li Kurdistanê tevî çend mirovên herêmê wek malbata Cemîl Paşa, Hemzeyê Miksî û Haco axa komîtek bi navê ” Civata Alîkariya Kurdên Belengaz” sazkirin, ji bo ku bibe alîkar ji wan kurdên ku ji bakur direvin başûrê rojava .
Mîr Celadet di surguniya xwe de li Şamê dest bi karê xwe yî zimanzaniyê û afrandina elfebayekê kurdî kir. Di wê demê de Mihemed Elî al-Abêd serokê komara Sûriyê bû, di nav salên (1932-1936) de ku bi koka xwe kurd e û ji malbata Holo Paşa ye.
Gelo tu peywendî di navbera Mîr Celadet û vî serokê kurd de hebû an na? Ev pirs dimîne ji demê re ku pisporên Kurdan vê demê vekolin.
Kovara Hawar (1932-1942):
Kovara Hawarê, kovareke civakî, toreyî û çandî bû. Mîr Celadet xwedanê wê, di destpêka vê kovarê de van çend gotinan dirêse: ” Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîne. Xwe nasîn ji me re riya felat û xweşiyê ye”.
Mebesta Mîr ji deranîna vê kovarê gelek tiştên girîng bû ku tore û çanda kurdî dewlemend bike. Ewî bo afrandina elfebayeke kurdî – tîpên latînî xebateke berbiçav kir û ta roja îro bûye bingehek resen bo edebiyata kurdî a nivîskî.
Herwiha Mîr bo rastnivîsa durist hewlda xwe da ku rêzimanekê bo zaravê kurmancî peydabike, rabûye pirtûkek ser gramera zimanê Kurdî- zaravê kurmancî ligel kurdnasê firansawî “Rojê Lîsko” amedekiriye.. û bo Hawarê bûye bingeha nivîsandinê.
Hawar li ser vejandina gotinên kurdî ên kevin rawestiyaye û ferhengek bo xwendevanan di kovarê de durist kiriye û navê wê kiriye “ferhengoka Hawarê”.
Di hêla edebiyat kilasîk û filoklorê de, gelek dastanên kurdî yên ku ta wê demê bes bi devkî dihatin gotin, Mîr ew binivîskî daxistin ser rûpelên kovara xwe.
Herwekî di hêla edebiyata nûjen de, ewî bi gotarên xwe ên bedew û hevalbendên wî mîna Osman sebrî, Cigerxwîn û Hesen Hişyar bi helbest û çîrokên xwe kovar xemilandin.
Keda xwediyê Hawarê di çapkirina çend pirtûkên hêja de hebû, ewî li kêleka derxistina kovarê dora 17 pirtûkan weşandiye (ev zanyarî ligor jêdera kurdî ye).
Hawar ji hejmara 1ê ta bi 23an bi tîpên erebî belavdibû, û ji hejmara 24 ta bi 57an bi tîpên latînî bû. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt.
Kovara Ronahî (1942- 1945):
Di şerê cîhanê yê duwem de, Mîr Celadet Sala 1942 de li Şamê dest bi weşandina kovara Ronahî ve kir. Pênc hejmarên Ronahî yên pêşî li ser rewşa şer bû û bi zimanî frensî bû, di ber de hin berhemên kurdî derbas dikirin. Paş re kovar bi tevayî bû bi kurdî û giranî da ser berhemên tore û çanda netewî.
Ronahî kovareke mehane bû, du salan berdewam kir, 28 hejmar jê derketin. Ronahî bi zimanê kurdî- zaravê kurmancî û bi tîpên latînî belav dibû. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer, nûçeyên şer, çekên nû ên ku di şer de pêk dihatin, rewşa eniya şer, jiyana gelan, lehengiya leşkeran, qehremaniya fermandaran,…hemî têde hebûn.
Kovara Ronahî li dijî ramanên faşîzmê û nasîzmê radiwestiya. Mîr dixwest ku ramanên demoqrasiyê di kovara xwe de belû bike.
Kovara Ronahî vê dawiyê weşanxaniya ”Jîna Nû” hemî hejmarên wê kirin mîna pirtûkekê û dane çapê, hejmara rûpelên wê 584 rûpelin.
Mîr Celadet piştî vê xebatê nerxbilind hîn berhemên xwe yên taybet dabûn çapê ji wan evin: Elfibaya Kurdî, Rêzimana Kurdî, Rûpelên Elfabê, Ferhenga Kurdî, Dîbaca nimêjên îzêdiyan….
Mîr Celadet di roja 15ê meha Tîrmehê ji sala 1951 de, koça xwe yî dawî kir, ew li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî li kêleka bapîrê xwe Mîr Bedirxanê mezin (1802-1868) li Şamê taxa Kurdan, hate veşartin. Di wê demê de hemî rojnameyên ku li Sûriyê û Lubnanê derdiçûn li ser mirina Mîrê Kurd Celadet BedirXan rawestiyan û gotin;” Mirina vî Mîrî ziyaneke mezin bû bo tore û çanda mirovayetî”.
Li ser kêla gora wî Helbestvanê navdar Qedrî Can ev çend gotin rêsa bû:
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
Celadet
Fidakar xwediyê himet
Cendekê wî kird virde bin axbû
Giyanê wî bilindî esman bû
Di riya niştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne miri ye zindiye
Navê wî ebedî ye”.
![]()