Deng û Rengê Kurdaxê

مموقع عفرين وكل كورد سوريا...مستقلة..هادفة..النضال من اجل حل القضية الكوردية بشكل عادل.ضمن الوطن السوري..وبشكل سلمي..

 

 
 
      Muzîk       Lînk          
 
 

 
 

 


 

 

Bangek ji birêz Mûrad Qereyilan re

Serokê Konseya Rêvebir ya KCK-ê

 

Di 15-3-2011 an de dengên azadîxwaziyê li cade û kolanên Sûriye bilindbûn, û piştre bi çend rojan serhildana gel destpêkir, ku tevahiya pêkhatiyên civaka Sûrî pişikdarî têde kirin, û ew jî bo pêkanîna guhertina bingehîn û rizgarbûn ji zordarî û sitemkariyê.

Di vê serhildanê de, libat û livîna Kurdan jî digel ya Ereban ber bi azadiyê ve destpêkir, ku bi tevahî nasnameya vê rabûnê girêdayê genc û ciwanan bû, dûr ji nakokî û nelihevkirinên rêkxistin û partiyan.

Di xwepêşandana Qamişlo di roja Înê 29-4-2011 de, bi hezaran û ji tevahiya pêkhatiyan derketin, û bi yekdengî daxwaza azadî û guhertinê kirin.

Lê tişê ku vê carê çê bû, û ne wek carên berê bû, ku wêne, al û diruşm û siloganên girêdayê partiyekê hatin bilindkirin. Ku ev yek jî bû sedema derketina şerekî devikî di navbera tevgera ciwanan û ew kesên ku alên partiya xwe bilind kiribûn.

Mixabin… endam û alîgirên PYD al û siloganên partiya xwe bilind kiribûn.

Rêzdar Mûrad Qereyilan…

Hûn ji wan kesên banga berfirehiya tekoşîn û xebatê dikin, daku ji wê çarçoveya xwe ya partîtiya teng derkeve, û tiştê ku îro em dibînin serhildaneke bi beşdariyeke girseyî ku bi gelekî ji rêkxistina partiyekê mezintintire.

Lê tiştê ku roja Înê, li Qamişlo qewimî, egera wê yekê dixe rojevê de encamên metirsîdar bi xwe re bîne, û bibe sedemeke lawazkirina bereya azadîxwaz û demokrasîxwaz li dijî rijêma Sûriye.

Ji ber ku PYD cihê xwe di nav Koma we ya xwedî hurmet KCK de digire, em jî van daxwaziyan ji we re pêşkêş dikin, daku hûn jî ji aliyê xwe ve rênimayên tê xwestin bidin rêberî û endamên PYD:

1- Dûrxistina nasnameya partîtiyê ji vê rabûna genc û ciwanan, di riya van pêngavan re:

- ranekririna (bilind nekirina) wêne, al û siloganên partîtiyê di van meş û xwepêşandanên azadîxwaziyê de.

- Pişikdarî di van çalakiyan de bi awayekî giştî û pêkve, digel pêkhate û hêzên din, û bi taybetî genc û ciwan ku stûna vê şoreşê ne.

2- Ektîvkirina kenalên ragihandinê yên ser bi PKK ve, bo serxistina şoreşa gelê Sûriye, bê ku ev serhildana bi aliyekî yan bi partiyekê ve bê girêdan.

Em civîna we ya vê dawiyê digel nûnerên çend partiyên Kurdê Sûriye de bi giranbihayî dinirxînin, û em dixwazin vê yekê jî bo we bibêjin: Ew gelê ku dikarîbû piştgêriya gelek şoreşên azadîxwaziyê bike, û bi xurtî pişikdarî di şoreşa we de li dijî Faşîzma dewleta Tirk de kiribû û kiriye û dike û dê bike, bawer bikin: dê bikaribe xwe û şoreşa xwe ya şaristanî û aştîxwaziyê biparêze , û ew jî bi hêz û tîna geş ya genc û ciwanên xwe, ku îro agirê şoreşê û stûna pêkanîna wê guhertina bingehînin.

Girûpeke çalakvanên Kurdê Sûriye li Herêma Kurdistana Iraqê

Silêmaniyê - 1ê Gulana 2011

 

 

 

vegere

 

نداء إلى السيد مراد قريلان رئيس منظومة المجتمعات الكردستانية

 

بتاريخ 15-3-2011 بدأت أصوات الاحرار تتعالى في شوارع سوريا، لتصل بعد أيام قليلة إلى مرحلة الثورة الشعبية ، حيث شارك فيها كافة مكونات المجتمع السوري لتحقيق التغيير الجذري و التخلص من الظلم و الاستبداد.
و قد كان الحراك الكردي متزامناُ مع الحراك الشعبي العربي المطالب بالحرية، هذا الحراك الذي اتسم بطابعه الشبابي على الرغم من مشاركة جميع الفئات العمرية الأخرى و ذلك بعيداُ عن التحزب و الخلافات الايديولوجية.
في مظاهرة القامشلي بالجمعة الماضية بتاريخ 29-4-2011 خرج الآلاف من أبناء المدينة و من كافة المكونات، و رفعوا الشعارات المطالبة بالحرية و التغيير بصوت واحد، و لكن ماحصل في هذه الجمعة لم يحدث في الايام الماضية، وهو رفع صور و رايات و شعارات حزبية، مما أدى إلى نشوب مشادة كلامية بين الحركات الشبابية و بين العناصر التي رفعت الشعارات الحزبية، و للأسف كان انصار حزب الاتحاد الديمقراطي هم من رفعوا الشعارات و الاعلام الحزبية.
السيد مراد قريلان انتم من بين اللذين ينادون بضرورة توسيع رقعة النضال و اخراجها من اطارها الحزبي الضيق، و ما نراه اليوم هو مشاركة جماهيرية واسعة اكبر بكثير من الأطر الحزبية الموجودة، و لكن ماحدث في يوم الجمعة 29 نيسان في القامشلي، قد يؤدي إلى نتائج خطيرة، و قد تُضعف هذه الأمور الجبهة المطالبة بالحرية و الديمقراطية المضادة للنظام السوري.
و باعتبار ان حزب الاتحاد الديمقراطي هو جزء من منظومتكم الموقرة، فأننا نتقدم إليكم بالمطالب التالية، كي تقومون بدوركم بتوجيهها إلى قيادة و انصار حزب الاتحاد الديمقراطي:

1- الابتعاد عن التحزب و عدم حزبنة الحراك الشبابي، من خلال مايلي
- عدم رفع صور و اعلام و شعارات حزبية في المظاهرات المطالبة بالحرية و المناوئة للنظام السوري.
- الخروج للتظاهر بشكل جماعي مع جميع المكونات و القوى الأخرى، و خاصة الفئة الشبابية التي هي عماد الثورة الحالية.
2- توظيف الإعلام التابع لحزب العمال الكردستاني في خدمة الثورة السورية، و الحراك الشبابي، و الابتعاد عن التحزب في التغطية الاعلامية، و عدم نسب الحراك الشبابي المعارض إلى أية جهة حزبية أو تنظيمية.
و نحن إذ نثمن عاليا الاجتماع الذي عقدتموه مع بعض الاحزاب الكردية السورية، نحيطكم علما بأن الشعب الذي استطاع أن يدعم العديد من الثورات التحررية، و شارك بقوة في ثورتكم ضد الفاشية التركية، يقيناً سيستطيع حماية نفسه و ثورته المدنية السلمية، وذلك بطاقته الشبابية الخلاقة التي هي اليوم وقود الثورة و ضمانة التغيير الجذري
المنشود.
مجمموعة من النشطاء الكرد السوريين في إقليم كردستان العراق
 

 

موقع عفرين جنديرس وجبل الاكراد  راجو معبطلي بلبل شران شيخ الحديد
 Designed by Arî Husgolkî 2011

Malpera Jindirês ê .Deng û Rengê Kurdaxê

 jindires@hotmail.com