|

|
|
  

  

Xebat ji bo :
* Zordarî ji ser
gelê me yê Kurd li Sûriyê rabe.
* Azadiya demokrat û rêzgirtina mafên mirovan.
*
Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya
wel[êt de .
Ji
we\anên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li
Sûriyê -
YEKÎTÎ
Email :
Newroz95@hotmail.com
Hejmar(77) B.Çile
2007 z-2619 k Buha (15 ) p]s
|
Tirs û çavsoriya rijîma Be’is
li
derbarey Danezana Şamê
Piştî
lidarxistina kongira berfireh a Encûmena
niştîmanî ya Danezana Şamê - Îlan Dîmeşq – a
rikebir û ji roja 10.12.2007-an de – roja
cîhanî ya mafên mirovan – karbidestan li
seranserî Sûriyê û li derve , bi gelek hawan
dest bi hêrişên berçav û yên neberçav kirin û hê
berdewam in , bi hêviya ku karibin vê piletforma
demokratîk û pireng ji hev bixin , kar û barê wê
belawela , beravêtî û rûreş derînin .
Di
derheqê endam û rêvebiriya Encûmenê de , bi hêrs
û çavsoriyeke balkêş pêla girtinên keyfî serî
hilda , gelek camêr avêtin binê zîndanan û hê
girtî mane , weke: 1-Seroka encûmenê xanima hêja
Dr.Fida Elhoranî . 2-Nivîskar û çalakvan Ekrem
El-bunnî . 3-Dr.Ehmed Tu’imê 4-Nivîskar û
siyasetvanê
navdar
Elî El-Ebdulla . 5-Dr.Welîd El-bunnî .
6-Dr.Yasêr El-Îtî .
7-Mamoste Cebir El-Şofî .
8-Rojnamevan û nivîskar Fayêz Sara . 9-Mamosteyê
Endezyar Mihemed Hecî Derwîş.
Ji
bilî bi dehan kes yên ku karbidestan ew birine û
anîne , hinek çend se’etan , û hinên dî şevekê
li ba xwe hêştine , ji nêv wan birêz Raşid
Setûf, Xessan Necar, Ûseme Aşûr, Xazî Qedûr,
Semîr Neşar, Îsmaîl Omer, Îsmaîl Mihemed, û
gelekên dî.
Çêrok çi ye ?
Çêroka
vê pêvajoyê , ango rastiya pirsê ewe ku , li
1.12.2007-an li derdora Şamê , cara yekemîn bû
ku li hundirê Sûriyê , nûnerên gelek hêzên
siyasî , komîteyên civaka sivîl , rewşenbîrên
demokrat , kesayetiyên serbixwe û bi beşdarbûna
nûnerên partiyên Kurd yên D.R.( 11
)
|
Newroz
Hejmar
( 77 ) Rûpel (2) B.Çile
2007z – 2619k
|
Nûçe û Çalakî
Nûçe
û Çalakî
Civateke Taybet
Li
gorî rêbaza partiya me, di navîna Ç. Paşîn de,
bi beşdariya hemî nûnerên herêma( Kobaniyê, Reqê,
Heleb ,Kudax û endamên komîta têkliyan) , civata
KADIR li darket. Mijara civatê li ser " rol û
karê partiya me di nav tevgera Kurd e bû.
Piştî sekretêrê partiêyê xêzên herî berçav û
naskirî yên partiyê,di hemî waran de û bi
taybetî ji bo lihevkirin û yekîtiya tevgera me
ya Kurd dane xuyan. Civat bi hesteke berpirsiyar
li ser wê mijarê rawestî û hemiyan nêrînên xwe
pêşkêş kirin . Li dawiyê berhemên civatê
ev bûn:
hemî kar û bar ji girêdana kongirekî Kurd re li
Sûriyê, bi beşdariya kesên serbixwe .
Guhdan ji bo pêşxistina Hevbendî.
Danûstandina bi tevgera me re, xalên lihevkirinê,
bi nivîskî li hevalan bên belavkirin.
Guhdana têklî bi gel û bi taybetî bi nivşên nû û
warê ragihandinê re.
Guhdana pêşxistina têkliyan bi hêzên ragihandina
Şamê re.
2-Bûyereke dilêş
Di
riyên çûn û hatinê de, ji ber gelek sedaman
mîna şaşiyên
mirovan, neduristiya tirmbêlan û sir û seqayê,
gelek bûyerên hatûçûnê(trafîkê) çêdibin, , di
encam de, gelek ziyanên mezin derdikevin.
Lê
ev bûyera ku em li ser daxivin gelek dijware,
heft kes ji yek malbatê cangoriyên wê
ne.
Di
sibeha 8/12/2007an de,li ser riya Qamişlo –
Hisiça, pasek ji kompaniya Qedmûs li vaneke
girtî dixîne. Van,
ya
malbata Şêx Elî ji gundê mistefawiyê, devera
Dêrikê ye. Mixabin di encama wê de, 7 kes ji yek
malbatê jiyana xwe ji dest dane ew jî: Cemal
Seyid Mehmûd û pîreka wî Gulçîn digel pênc
zarokên wan bûn, 2 kes jî birîndar bûn
.
Evê
bûyerê, şîn û xemgîniyek mezin berda dilê hemî
xelkên wê deverê .
Bi
navê weşana NEWROZ em sersaxiyê didin xelkên
deverê û malbata wan. xwedayê dilovan aramekê
bide wan û bila buhişt cîwarê her heft kesan be,
xwedayê dilovan, saxlemî û tunduristiyekê bide
herdu
birîndaran.
7/1/2008
*-Li
3.1.2008z- 2619k ,li Cindirêsê , mamoste Memê
Alan endamê saziya fêrkirin û parastina zimanê
kurdî li Sûriyê , li ber roniya armanc û
biryarên saziyê , şevek- li ser pêwîstiya
bikaranîna zimanê kurdî di nav hemî beşên
civaka kurdî de - li darxist . Herweha dora 25
xort û keçên nûgihayî bi beşdarbûn û pirsên xwe
, ew şev bedew û dewlemend kirin .
*-
Li
Efrînê , gundê Qermîliq , di 29 . 12 . 2007 an
de , Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê
, komcivînek rêzanî li ser giringiya têkelî û
danûstandina Tevgera Kurd bi hêzên niştimanî yên
rikber re ( wek mînak : Ragiyandina Şam) , û
avakirina lêvegereke Kurd di riya kongireke
kurdî re , li darxist . Dora çel kesî li
komcivînê beşdar bû . Wan jî bi wê beşdarbûnê û
pirsên xwe , kêr û sûdên wê komcivînê zêde kirin.
|
Newroz
Hejmar
( 77 ) Rûpel (3) B.Çile
2007z – 2619k
|
*
ŞIYÊ
Li vê dawiyê, mamoste Deham Ebdilfetah, hin ji
helbestên helbestvanê bi nav û geng, Hamid
Bedirxan, yên bi zimanê Kurdî, di pirtûkekê, di
bin navnîşana ŞIYÊ de weşandin. Pirtûk li
çapxana Amîral-Beyrûtê çap bûye û ji 120 rûpel û
41 helbestan -bilî diyarî û pêşgotinê- pêkhatiye.
Di vê hejmarê de, emê hin perçeyên bijarte, ji
helbesta ŞIYÊ ji xwendevanên Newrozê
re biweşînin:
ŞIYÊ
Kulîlkek ji gulîstana welêt e !
Gul e, geş e ..
.Şiyê ye
Sînorê ronahî û tariyê ye
Av e,
Ava kaniyê ye...
Şiyê jîn e, mizgîn e...
Geh hişyar e
Tim dîn e
Bi birîn e...!
Hilm e .... bîn e
(( Birca Belek)) a torevana ye,
li ser rêka nemirinê ye,
behişta dilan daniye.
******************************************
**Pirtûk:
Ehmedê Xanî
Nivîskar: Heyder Omer
Çapa
yekem: 2007
Qab:
Xelîl Ebdulqadêr
Derhêner: Emîna Osman
Weşanxane: Hîro
((ev
pirtûk bi alîkariya dezgeha SEMAKURD ya çand û
hunerê hat weşandin- Dubey – Îmarat AlArabiye))
Ew
pirtûk li dawiya sala 2007 an biderket. Ew pirtûkeke
lêkolînî ye, mijara wê destana Mem û Zînê ye. Li
sala 1997an hatiye nivîsandin, û piştî deh salan hat
çapkirin.
Pirtûk
ji 110 Pelên ji pîvana orte pêk tê. Ew bi çapeke
xweşik li kaxezên zor baş derhatiye.
Pirtûk
ji sê beşan pêk hatiye. Li dawiya wê ferhengokek
biçûk jî heye. Dr. Ebdilmecîd Şêxo jî pîşgotineke
zor li bejna wê hatî jêre daniye.
Nivîskarê berêz H. Omer desteya Mem û Zînê bi
zimanekî xweşik û bi
hestên
pir nazik dipelîne û dîsa cewherên nû û ciwan jê
dertîne. Birastî pirtûk hêjayî xwendinê ye.
***
Çavrêbûn
Merwan Berekat
Hejmara weşanê: 1000
Çapa
yekem: 2007
Qaba
pêşîn: Burhan Ebdî
Çavrêbûn
dîwaneke helbestê ye. Dîwan bi pîvana orte hatiye
weşandin. Ew ji 108 rûpelan pêk hatiye. Helbestvan
M.Berekat, hestên xwe yên zor nazik di riya 37
helbestan re tê rêtine. Ew bi wêneyên xweşik û
hevokên li saz, di ezmanê helbestê de bilind firiye.
Hemî cureyên helbestê di guldanka Çavrêbûnê de bêhn
didin.
|
Newroz
Hejmar
( 77) Rûpel (4) B.Çile
2007z – 2619k
|
Rêz û silav ji hemî xwendevanên vê namê re ……….!
Weke çawa gelên Kevin li gor zanîna wan
bi stêrnasînê , her yekî an hinekan ji xwe re
rojmêrek danîn wek , rojmêra rojê , heyvê ,
heyvûrojê û guhêrek .
Herweha gelên Mezopotamiya jî mîna Kasî ,
Somerî û Babiliyan jî hindiktirîn 2000sal B.Z
rojmêr bi kar anîn .
Ji
Medan vir ve Kurd jî rojmêrê bi kar tînin .
Weke em dizanin rojmêr yan ji destpêka dîrokekê,
yan jî , ji destpêka olekê destpêdike . Vêca
gelê Kurd jî , ji xwe re du bûyerên dîrokî ji
bo rojmêra xwe nîşan didin .
Dîroka yekemîn : Damezrandina serdariya
Medan B.Z ,lê wek xuya dibe li ser yekîtiya
Medan sê dîrokên cuda ( 653 , 649 , 700 B.Z) bi
kar tên.
Dîroka duyemîn : Roxandina paytexta
Imperetoriya Aşûriyan Nînewa ji aliya Medan ve
612 B .Z .
Ji
ber wê , îro ji bo rojmêra kurdî , du
nêrînên sereke hene û li gor wan du nêrînan , du
rojmêr jî bi kar tên .
Wek em dibînin ku , bikaranîna dîroka
roxandina Nînewa , paytexta
Aşûriyan bi destê Medan sala 612 b.z wek destpêk
ji dîroka Kurd re , ji dîroka damezrandina
serdariya Medan 649 , 653 , 700 b.z . rastir e
, û bêtirîn cî digire .
Çimkî ji alîkî ve piraniya Kurdan , partî
, rewşenbîr, nivîskar , rojname
û
kovar li bakur , rojava , başûr û rojhilat 612
B.Z bi kar tînin , û hindik
ji
Kurdan li başûr û rojhilat û bi taybetî Kurdên
soran 700 B.Z bi kar tînin .
Ji
aliyê din ve jî , dîrokzan li ser dîroka
damezrandina serdariya Medan li hev nakin . Yanê
weke li jor diyare , ew sê dîrokan bi kar tînin
.
Li dawiyê banga me li hemî partî , komele
û dezgehên sêvîl û fermî , rewşenbîr , dîrokzan
, nivîskar …H.W.D , ku li banga me xwedî
derkevin , lêkolînên pirjêder li ser vê mijarê
çêkin û dest bi guftûgoyan di dermafê wê de
bikin , ta ku , em çarakê ji vê cudekaranîna
dîrokî re bibînin , û yek rojmêrê bi kar wînin
.
Sipas ji guhdariya we re
2619K- 2008Z
Saziya fêrkirin û parastina
zimanê Kurd li Sûriyê
S.F.P.Z.K.S

|
Newroz
Hejmar
( 77 ) Rûpel (5) B.Çile
2007z – 2619k
|
Çima Bênezîr Boto?!
Dîlan Zivingî
Li
ev çend salên dawîn , bêtirî her demeke dîtir
, Rojhilata navîn hêmenî û hevpîvan nedîtiye ,
xelkên wê di heyama bivetî û tirsê de li ber xwe
didin , yanê Rojhlata navîn bûye devera şer û
cengan. Ji ber ku , mafên mirovan li gel rêjîm û
sîstemên rojhilat binpê û tune bû ye . Ji doz û
pirsgirêka gelê Kurd ve bigire ta ya Felestînî
, di Îraq , Libinan û Avxanistan re derbasbe ta
bigehe Pakistan , ew bûne cîgehên kul û derdan.
Hin destên mezinan hene , berjewendiyên wan
ên teng û pir bi kirêt dihêlin bêçare bimînin
. Lewre jî, rûdawa nezanî, dijatî , xizanî û
kuştinê bêtir li van deverên me li jor bi nav
kirine hertim yê gol û hewş vedin .
Destên hêzên reş û teror serî hildane û
çi li vir û çi li wir bi dehan mirovên xwedî
bîrûbawerî, bi kemberên peqok û turmbêlên
bombekirî ew têne kuştin . Heyf û pir mixabin
ku , ew jina bîrbir , dilêr û jîrek , di -27-ê
12 an sala 2007an de, xanim Bênezîr Boto,
bi xinzî bi destên terorîzimê dihate kuştin!.
Dawîsala 2007an û sersala 2008 an, li ser
xwediyên wê û gelê Pakistanê bi êş û jan derbs
dibû ! Ma gelo çend jinên mîna Bênezîrê li ba
dewletên Rojihlat hene?!. ,Wê bêtirî carekê ,
bi serbilindî weke serokwezîra
Pakistanê cî girtibû. Bêgûman ew bi xebat û
dilsoziya xwe ve , hêvî û vîn di dilê her keç û
jinên Rojihlat de geş û bilind dikirin û bi
pêdarî û xebata xwe ve nîşan didan . Herçiqas
pêwîste jin li maf û rola xwe xwedî derkeve. Ne
jî dest girêdayî li rewş û pirsgirêkan weke , li
pir waran dixuye ! temaşe bike . Min dil
heye , di helwestên mîna vê de , gotina
pêşiyên me Kurdan bînim zimên : "Şêr şêr e çi
jin çi mêr e". Xanim Bênezîr Boto, keça
Zolfeqar Elî Boto ye, sala -1953.an ji dayîk
bûye û li Birêtanya xwendina xwe ya bilind ,
beşê zanista siyasitê kuta kiriye. Piştî
wergera desthilatê ya li serê bavê wê weke
serokê Pakistanê, wî digrin û bidarve dikin .
Xanim Bênezîr bi soz û peyman sund dixwe ku ,
ewê heyif û tola bavê xwe yê hilde û dê bi rêk û
pêk xizimeta gelê Pakisitanê bike . Lê mixabin
ew jî dihate kuştin . Bila serê zarok , malbata
wê , gelê Pakistanê û hemû berketiyên wê sax bin
, bêgûman Bênezîr Boto yê herdem di hiş û ramanê
her mirovekî xwedî bîrûbawerî de zindî bimîne.
Li dawî hêjayî gotinêye , em ji xwedevanan re
diyar bikin , ku Xanima me Bênezîr Boto, ji
dapîreke Kurd , ji Kermenşahê ye. Ew dapîr li
Necefê bi kalpîrê Bênezîra me re zewcî , paşê
çûn Pakistanê. Erê bênezîra me , di nûgihaya xwe
de, bi porê çîl û nêrîn û helwestên rastgo ji
hevsiyan ve diyar dibû , ku kurdîtiyê tê de reng
vedane .
|
Newroz
Hejmar
( 77) Rûpel (6) B.Çile
2007z – 2619k
|
Têgihîna Namûsê
İsmail
Beşikçi
(Wergêr: Roşan Lezgîn).
Li
bajarên Kurdan ên mîna Bidlîs, Agirî, Batman,
Diyarbekir, Ruha, Wan û Mûşê kuştinên ku wek
kuştinên namûsê, wek kuştinên edetan tên binavkirin,
çêdibin. Ev kuştinên hanê di encama koçberîyê de êdî
li bajarên wekî Stenbol, Adena, Antalya, Mêrsîn,
Îzmîr û Sakaryayê jî çêdibin. Li van deveran têgeha
namûsê di ser bedena jinê û zayendiyê re tê
nasandin. Namûs di ser beden û zayendiya jinê re tê
fêmkirin. Di nav malbatê de jinên ciwan yan jî keçên
15-20 salî li gundan yan jî li navçeyan ger bi
awayekî nehînî ligel mêrekî di nav peywendiyê de be
û ev peywndî ji layê malbatê ve bête bihîstin, hingê
malbat vê yekê herwekî “namûsa me herimî, divêt bê
paqijkirin…” têdigihê, wisa fêm dike. Dibe ku ev
peywendî bi zora mêrî jî çêbûbe. Aşkera bûyîna
peywendiyê jî, pirranî bi hemîlebûnê re derdikeve
meydanê. Malbat, ji ber ku leke li şerefa malbatê
daye, hingê di vî warî de biryara kuştina keçikê
didin û vî karî jî yan bi destê birayê piçûk yê
jinê/keçikê, ger birayekî wisa nîn be, bi destê
birayê mezin yan jî pismamekî wê didin kirin.
Mezintirîn tundrevîya li hemberî jinê bi vî awayî tê
pêkanîn. Herwisa, ev jî têye zanîn, ew malbatên ku
karên wisa dikin, di nav civakê de qedrê wan zêdetir
dibe.
Televîzyon, rojname û radyo dema ku nûçeyên bi vî
rengî belav dikin bal dikşînin ser meclisa malbatê:
“Meclisa malbatê civiya. Bona paqijkirina vê lekeya
li ser malbatê û bona parastina şerefa malbatê
biryar hatiye dayîn ku ew jin yan jî keça ku di nav
peywendiyên nehînî de ye, bête kuştin.”
Li gund
yan jî li navçeyê ger destê mêrekî li porê keçek yan
jî jinekê bikeve, ev yek dibe meseleya namûsê.
Bûyereka wisa dikane bibe destpêka şerekî xwînî.
Layekî vê diyardeyê ev e. Lêbelê layekî din yê
dîyardeyê jî heye, ku tê zanîn, lê behsa wê naye
kirin, diveşêrin. Her kes pê dizane lê ji nedîtî ve
tê. Di vê gotarê de ez ê hewl bidime xwe da ku piçek
bal bikşînim ser vê yekê.
Di herêma
Kurdan de ji sala 1984an û vir ve, ev serê 25 salan
e şer heye. Hêzên asayîşê hertim li gundan, li
navçeyan operasyonan dikin. Carinan, jin û mêr û
ciwan û pîr, giş bi hev re bi komelî têne girtin.
Kesên ku têne girtin, carinan bi zincîran bi hev ve
têne girêdan û wan dibin polîsxane yan jî meqerên
leşkerî. Li van deran, hêzên asayîşê, jinên ciwan ji
yên pîr cihê dikin û wan li cihekî din girtî
dihêlin. Di lêpirsînê de ligel îşkenceyê tecawuz
(destdirêjîya namûsa jinê) jî heye. Di vê prosesê de
korucî (cehş), endamên JİTEMê, tîmên taybet (quwetî
xas), cendirme, polîs û leşker bi darê zorê namûsa
jinan diherimînin. Mêrên ku hatine girtin, ango bav
û bira û mam û H.W.D. hay ji rewşê hene. Lêbelê li
hemberî tiştên bûyî bêdeng in. Ji nedîtî ve tên, her
wekî ku tiştek wisa çênebûye. Ew meclisa malbatê ku
li gund, li navçeyê ji ber peywendiyeka li derveyî
edetan dikane derbareyê jinan de, derbareya keçan de
biryara kuştinê bide lêbelê li hemberî wê
herimandina namûsê ku li meqera leşkerî ji layê
hêzên asayîşê ve çêbûye bêdeng dimîne .D.R
(7)
|
Newroz
Hejmar ( 77) Rûpel(7)
B.Çile
2007z – 2619k
|
Ger
destdirêjiyeka wisa ji layê hêzên asayîşê ve
çêbûbe, ji nedîtî ve tên, her wekî ku tiştekî
wisa çênebûye. Ger li gund, li navçeyê, li bajêr
ev peywendî bi yekî ji gelê wan re çêbûbe, hingê
dibêjin “namûsa me herimî, tenê kuştin dikane
viya paqij bike”, Lêbelê ger ev destdirêjî ji
layê endamekî hêzên asayîşê ve bête kirin hingê
nabe mesele. Ew mêrê ku dibêje namûsa me herimî
û bi xwînsarî gule berdide xwişka xwe, qet bala
xwe nade ser pêvajoyeka wisa, li ser vê yekê
nafikire. Dîyardeya namûsê çawa ku li gorî cih û
zemanê ku bûyer rû daye diguhere, herwisa, li
gorî nasname û pîşeya mêrî jî diguhere. Divêt ev
peywendî, ev têgihaştin bi têgehên antropolojîyê
bêne fêmkirin, bêne têgihaştin û rexnekirin.
Meclisa malbatê sazîyeka pîrîmîtîv e. Wekî
mînak, di warê rêvebirina debara malbatê de, di
warê kirîn û frotinê, yan jî bo kirê dayîna milk
de biryareka meclisa malbatê tune ye. Bona
biryarên ekonomîkî ti pêwîstîyek bi meclisa
malbatê nîn e. Derbareyê arîşeyeka aborîyê de
nayê gotin ku “malbat civîya û biryareka wisa
girt” û H.W.D. Wezîfeya meclisa malbatê tenê ew
e ku derbareyê jin yan jî keçekê de bi mebesta
ku li derveyî edet, dab û nêrîtan peywendî bi
yekî re danîye biryara kuştinê bide… Ji bilî
viya tu roleka wê nîn e. Dema ku çapemenî dibêje
“meclisa malbatê civiya”, “meclisa malbatê
biryar da” hingê ev yek ji bilî ku vê meclisê
zinde bihêle ne tu tiştekî din e. Ger mesele
were ser pirsa Kurd, hingê ev sazîyên kovî yên
wisa ji layê dewlet û hukûmetê ve, ji layê
çapemenîyê ve berevaniya wan tê
kirin,
wan teşwîq dikin. Statu didin van sazîyên kovî,
wan geş dikin, pêşde dibin. Û bi vî awayî dikin
ku ev sazî xwe birêxistin bikin, mayînde bibin.
Wekî mînak, di zivistana sala 1990î de hindek
serekên korucuyan (cehşan) bo Anqereyê hatibûn
vexwendin. Ligel wezîrê navxweyî û serekwezîr û
serokkomarî hevdîtinan çêkiribûn. Wê demê jî
çapemenîyê wisa nûçe belav kiribûn: “Serekê
eşîra Batûwan …, serekê eşîra Tayan …, serekê
eşîra Jirkî …, serekê eşîra Mexmûran … li
Anqereyê ne. Ev serekên eşîran ku li ser
vexwendinê hatine Anqereyê …” Li televîzyonan bi
tevî dîmenên wan ve bername hatibûn çêkirin. Bi
vî awayî dezgayê eşîretîyê hatibûn zindekirin,
hatibin parastin û geşkirin, hewl dabûn xwe da
ku statu bidin van dezgayan. Di proseya
berxwedanê de bi destê polîtîkaya dewletê eşîret
wekî dezgayek hatibûn rêxistinkirin. Lêbelê ji
layê din ve serokwezîr Bülent Ecevitî di dema
serokwezîrtîya xwe de destûr nedabû şaredarên
HADEPê da ku werin pirsgirêkên xwe rabigihînin
wî. Ecevitî bi mebesta ku “ew xwe ji rêxistina
terorê dûr nagrin” jîvan nedabû wan.
Ez
dixwazim bibêjim ku çapemenî têgeha meclisa
malbatê derdixîne pêş, hewl dide xwe da ku
statuyekê bide vê dezgeya prîmîtîv, bi baldarî
dixwaze vê diyardeyê bike sazîyekê. Gelo ev
meclisa malbatê dikane biryarek wekî “di
girtinên komelê de em naxwazin jinên ciwan li
cihekî din girtî bimînin, wan ji komelê
veqetînin û bibin cihekî din, em qebûl nakin ku
ew li cihekî din girtî bimînin…” bigrin?. Dikane
biryarek wek “em ê jinên xwe D.R (8)
|
Newroz
Hejmar
( 77) Rûpel (8) B.
Çile
2007z – 2619k
|
nespêrin bextê wan…” bigre? Nikane wisa bike.
Lêbelê di bûyerekê ku li gund yan jî li navçeyê
rû daye, dikane tundtirîn zorbazîyê li jinan
bike, qet texsîr nake ku girantirîn cezayê ango
cezaya kuştinê pêk bîne. Di têgihîna namûsê de,
di têgihîna “namûsa me herimî” de, li gorî cih û
zemanê wê, li gorî nasname û pîşeya mêrî
cihêtîyên mezin nîşan dide. Divêt meriv bi
teferuat li ser sedemên vê yekê raweste.
Herwisa, di vira de şaşîtîyek jî heye. Gelo divê
meriv li kû derê li vê şaşîtîyê bigere? Gelo
divê meriv di nav edetên civakî de li vê
şaşîtîyê bigere yan di wê texrîbata ruhî de ku
di encama mekanîzmayên zordarîyê yên hêzên ku bi
awayekî hevpar Kurdan xistine bin kontrolê
pêkhatîye de bigere?
Kurd civakeka wisa ne ku nikanin xwe bi rê ve
bibin, rê nayê dayîn ku ew xwe bi rê ve bibin.
Kurd û welatê wan Kurdistan hatine cihêkirin,
parçekirin û parvekirin… Rewşa kolonyalîzma
navneteweyî serdest e. Di navîna Rojhelata navîn
de 40 mîlyon kurd bê statu ne. Hêzên ku bi
awayekî hevpar Kurdan îdare dikin, gelek xirab
îdare dikin. Di vê îdarekirinê de heq û huqûq
tune ye; pelaxtin heye, piçûkxistin heye. Li
cîhanê ti miletekî din ewqas mezin û bê statu
nîn e. Helbet em hay ji pêşveçûnên ku, li
derdora Dewleta Federe ya Kurd kû li Kurdistana
Başur çêdibin hene. Herwisa, ev jî têye zanîn ku
ev yek piştî çendîn berxwedaneka dûr û dirêj û
dijwarîyan de çêbûye. Ew hewldanên xwe
îdarekirinê ku li parçeyên din yên Kurdistanê rû
didin, ji layê hêzên ku bi awayekî hevpar Kurdan
îdare dikin ve têne fetisandin. Ger bêhtirî sed
salan ev proses li dar be, hingê dibe sedem ku
di warê edetên civakî û tenduristîya ruhî de
gelek xirabûn derkevin meydanê.
Psîkolojîya/derûnîya kesan, ya civakê xira dibe.
Civak û kes êdî ji xwe dûr dikevin, dikevin nav
prosesa tevlîbûna wê kultura ku li ser wan
hatiye sepandin/empozekirin. Ger ev proses
demeka dirêj dewam bike, dibe ku ev yek êdî
bikeve nav DNAya meriv û civakan. Ewên ku
dikanin li hemberî gelê xwe gelek tund bin
lêbelê li hemberî hêzên dagîrker, li hemberî
kesên ji wan hêzdartir fis dibin. Ev reftarîyên
berovajîyê hev, ku di meseleya namûsê de
derdikevin meydanê, di wateya rizandinê de ne.
Dema ku civaka Kurd, nirxên kurdan bi vî awayî
di bin fişardinê de bin, hingê psîkolojîya wan
jî xira dibe, rizandineka wisa derdikeve
meydanê.
Gelo
riya rizgarbûna ji van peywendîyên lanetî, riya
rizgarbûna ji vê prosesa lanetî û xwe dirêjî
azadîyê kirinê, çi ye? Berîya her tiştî gelek
girîng e ku divêt meriv hay ji vê prosesê hebe,
ji van peywendîyan agahdar be. Ew kesên ku hay
ji vê prosesê bibin, gelek aşkera ye ku dê bi
nirxên xwe re bijîn, dê xwedîtîyê li nirxên xwe
bikin, dê van nirxan geştir bikin, dê nirxên ku
li ser wan hetine sepandin/empozekirin red
bikin, her ku biçe dê vegerin ser
resenîya/orîjînalîteya xwe. Piştî ku meriv bibe
‘xwe’, hingê gelek hêsan e ku meriv bigihê mafê
xwe, qet nebe di fiîlîyatê de meriv dê bibe
xwedîyê mafên xwe. Ev prosesa lanetî, ev
peywendîyên lanetî tenê dikanin bi vê yekê
bişkên.
Zarathustra News & Peyamaazadi.org -
zarathustra_news@comhem.se
|
Newroz
Hejmar ( 77) Rûpel (9)
B.
Çile 2007z – 2619k
|
Bila bîranînên
giranbuha
vala derbas
nebin
Memê Alan
·
Piştî germtirîn rêz û silav ji pakrewanên
rewşenbîriyê û peyva azad û ji nav wan , ji
lehengê nemir Dr . Nûridîn Zaza re …
Pêwîste em di bîranîna îsal a Nûredîn Zaza de
, em
jiyana wî ya tijî çalakî û xebatên curbecur di
ber çavan re bibin û wînin û sûdan jê werbigrin
.
Mirovên di jiyana xwe de mezin bin ,
herweha di mirina xwe de jî mezin in . Vaye ev
merovê ku , em wî bi bîra xwe tînin yek ji wan
mirovên gewre ye .
Çimkî ew di raman û helwestên xwe de li pêş
hevdema xwe bû . Ew di hemî warên jiyanê de ,
mirovekî dûrbîn bû , û xwedî kesayetiyek rêzanî
û ramangîrî xuya bû .
Vêca pêwîste ku , em çend nimûnên balkêş ji
nêrîn , raman , rol û sinciyên wî ji xwendevanan
re bînin zimên :
*
Dr . N.Z , ji bo rewşa gelê Kurd û
çareserkirina pirsa wê li Sûriyê , avakirina
rêxistineke rêzanî pêwist didît . Wêlomê jî rola
wî di avakirina pirograma rêzanî ya yekemîn
partiya Kurd li Sûriyê , sala 1957 an de ,
serekîn bû .
*
Baweriya wî bi guftûgoyê , bona çareserkirina
kêşe û pirsgirêkan hebû.
Wêlomêjî wî herdem û berdewam doza danûstandinê
û lihevkirinê di nav gelên herêmê de dikir . Û
digot : Riya tewrî rast û durist bo çareseriya
pirsa Kurd li
herêmê , riya danûsatandinê ye *Hezkirina
wî ji hemî zimanan re , lê , bêtirîn ji zimanê
Kurd re . Ji ber ku , wî hebûna gelê Kurd
di hebûna zimanê dê de didît .Û hêviya wî ew bû
, ku gelê Kurd bi dev û diranan , û bi her awî
, zimanê xwe yê şêrîn û bedew biparêze û wê fêrî
zaroyên xwe bike .
*
Ew di warê çand û toreya kurdî de , rewşenbîr û
ramangîrekî mezin bû . Ji ber ku , wî didît çand
û tore stûnek ji stûnên hebûna gelan in .
*
Nûredîn Zaza di nêrîn û helwestên xwe de ,
mirovekî wêrek û dilêr bû , lê ew nêrîn û
helwest pîvayî , li gor heyama heyî û ne
rêzderbûn û bi vê pîvan û dûzanê , wî sala
1960î , di zîndanê de , li pêş dadgehê rastiya
hebûna gelê Kurd û zimanê wî weha pêşkêş û diyar
kir :
Hebûna gelê Kurda li ser axa xwe , di çarçewa
komara erebî ya yekgirtî de , li rex birayên
xwe yên Ereb , rastiyeke dîrokî ye . Ev gel
xwedî ziman û folklorekî taybet e , pêve hatî
girêdan û bingehên wê parastiye .
Aniha jî em di hevdemek ji jiyana
mirovatiyê de ne , hewil tê kirin ku , alîkarî û
lihevkirin di navêna gelan de çêbibe , da ku ,
jiyana mirov baştir û xweştir bibe , aştî peyda
bibe , û mirov bi rûmeta xwe ya mirovatiyê
bêtir hest bibe . Û di dermafê ziman û
folklora Kurd weha got :
Tucarî rojekê ji rojan , pêgirtina gelê
Kurd bi ziman û folklora xwe , nabe jêderek ji
jêderên hevcudatî û nakokiya Kurd û Ereban .
Herweha di baweriya D.R.(10)
|
Newroz
Hejmar
( 77) Rûpel (10) B.
Çile
2007z – 2619k
|
Kesên ku wekî min nafikirin bizin in
Ji dema
ku Ehmedî necadî bûye serokê komara Îranê, ji
ber nezanî û çand û kultura xwe ya kêm û lawaz,
berdewam tiştan diqewimîne ku gotinên wî pir ecêb û
balkêş in. Vê dawiyê, serok komarê Îranê Ehmed
Nicadî, di dema serdana xwe bo parêzgeha" Xorasana
başûr", di nav xelkê de diaxive û ji ber ecêbûna
gotinên wî medya û çapemeiyan, beşek ji wan
neweşandin. Wî dema ku di nav xelkê bajarê Bîcendê
de, diaxive, bi awayekî tund rexne ji neyarên xwe û
bi taybetî kesên ku bi awayekî ronakbîrane dijberyê
tevî siyasetên wî dikin, bi bizn nav dike û dibêje "
Kesê ku wekî min nafikirin bizin in
Dumahk
:Bila
bîranînên
me de
nejî di navbera Kurd , Turk û Farisan de jî . Ji
dêvla wê , bikaranîna zimanê kurdî zengîn û
rengîniyekê dide çandeyên van welatan .
Weke
çawa ev mirov , di jiyana xwe de mezin bû , xuya ye
, ew di mirina xwe de jî mezin e . Mezinbûna wî salê
carekê me li hev dicivîne . Mirovên weha di jiyana
xwe de mezin , xuyaye mirov nikare di mijarekê û
dudiyan de baş li ser jiyana wî ya curbecur raweste
û mafê wê bidiyê û têr bike , û nejî dikare baş kêr
û sûdan ji
şevêntêne girêdan werbigire .
Ji ber
wê , pêşinyara me ji komîta Munteda Nûridîn Zaza re
, ewe ku , ji vir wêve şevên bêne lidarxistin carê
di bin navnîşaneke bêlikirî de , li ser warekî ji
warên jiyana vî camêrî ya giran buha be .
********************************
|
36 salî ye û diya 13 zarokan e
|
|
Jina Înglîz
ya bi navê Joanne Watson zarokê xwe yê
13'mîn anî cîhanê. Tevî ku ew diya 13
zarokan e jî, lê belê hîn weke keçeke
ciwan tê dîtin. Rojnameya înglîzî
Dailymail di malpera xwe de nivîsand ku
temenê Joanne 36 salin û berî hefteyekê
bû diya 13'mîn zarok. Mêrê Joanne
Watson, John jî 42 salî ye.. Ji wan 13
zarokan 10 keç in. Watson, 46 kîlo ye.
|
|

|
********************************
Sersala we Pêroz Be
Bi hatina serala 2008 an, komîta rêvebir a Newrozê
hemî milatên cîhanê û taybetî a miletê Kurd pîroz
dike û bi hêviya saleke azadî û wekhevî ji tevan re
be .
|
Newroz
Hejmar
( 77) Rûpel (11) B.Çile
2007z – 2619k
|
Dumahk:
Tirs û çavsoriya
.........
(Ber û
Hevbendiyê) , karîbûn bi hevre kongirekî xwe
lidarxin , û di bin navê Encûmena Niştîmanî ya
Piletforma (Danezana Şamê – Îlan Dîmeşq) xwediya
dirûşma: Ji bo pêkanîna guhartina demokratîk a
aştiyan de , li ser hinde belge rawestin û erê
bikin . Herweha kongirê karîbû pirograma
karûbarê xwe bi serkeftî bibira serî û
rêvebiriyek ji xwe re helbijarta .
Hêjayî
gotinê ye ku endamên kongirê ji hemî parêzgehên
Sûriyê hebûn , vêca ji bilî , Heleb , Şam ,
Latqiyê , Hums û Hemayê , ji Swêda û Der’a de
bigir ta tu bighê Reqê , Dêrazorê û Hesekê…hwd.
Li
hêla dî, di civata Encûmenê de , bi dehan camêr
hebûn , yên ku her yekî ji wan , bi neheqî
bêtirî 10-15 salan ji jiyana xwe di zîndanan de
, di paş deriyên hesinî de borandibûn , ji ber
ku ew xwedî bawerî û nêrîn bûn , azadîxwaz û
mirovhez bûn , siyaseta parta Be’is ya
tek-partiyê nedipejirandin , ji şêweyên kuştin û
xwînrijandinê re digotin na .
| |