Ne jibo
qedexekirina (Roj.tv) ne jî girtina çiyagerên Alman


Hozan X. Efrînî(efrinzan@gmail.com)
Ez di serîda dixwazim hindek pirsyarên
cur be cur li xelkê me yên berxwedanvan û ji her kesekî
rewşenbîr û demokratxwaz bikim, kû ta rastiya her bûyerek bi
sade û rêk û pêk were ber çavên ne dirûstan û neyarên gel.
Ma gelo çira dewleta Alman di demeke wîsa de biryara
qedexekirina Rroj.tv da…???!.
Ma gelo çira li Broksêl û Danîmarkan qedexe nîne…? Çira tenê
Almaniya qedexe dike…???!.
Ma gelo çira helwest û dengên cuda cuda bilind nebûn bi taybet
ji hindek Part û layenên ramyarî kurdî, yên ku girtina rêwiyên
Alman bi deng û rengên cur be cur nerizayî kirin….???!.
Çira hikumet û kesên demokratxwaz û aşitîxwaz di cîhan de
biryara qedexekirina dayîka telefezyon û medyeyên kurdî, nekirin
cihê xemgînî û helwesta xwe bi wîjdanî nîşan nedan…???
Çira biryara qedexekirina reng û dîmenên şox û şenga neteweyî ya
kurdan nabe bi sedema têkdana nav û banga kurdan,ku tenê li
welatê Alman bêtir li (600 )hazar
kurd têda dijîn ku 95% alîgirê Roj,tv,ê ne….???
Çira pênûs û belavokên demokratxwazan ne livîn û rengên xwe
neweşandin ser rûpelên dîrokê….???
Ma gelo dema ku (MED.TV) ku bingeha jêderiya (Roj.tv)ê ye, kete
nav kar û barên weşandinê,jibona me kurdan hemûyan wekû xewin û
xeyaleke bê wêne ne bû…???
Ma qey jibîra mirov diçe ku Ereb,Turk,Faris,Acem,Tirkman,
hemûyan digotin ma ev çi televizyûne….?ev çi ziman û kulture…?ev
çi nalet û belaye…?ev ji kuve ji me re derket…? ev îsyaneke nû û
nûjene ku Ewrupa dixwazin ji nûve şerê me pê bikin…?
Ez pir bi sadeyî û ji dil û ramanê xwe ve, vê gotarê dinivîsim
,rewşa her layenekî ramyarî kurdî jî ber çav digirim ,lê di
rastî de , biryara girtin û qedexekirina dayîka medye û
telefezyûnên asmanî ya kurdan (MED,TV),(Medya.tv),(Roj.tv
)li ser axa Almanan ,ango biryara ne pejrandina kultur û ziman û
netewa kurdî ye, ev jî ji têgeha nazîyên berê tê.
Raste biryara fermandarîya eyaleta Serhedê ya hêzên parastina
gelê Kurdistan (H.P.G) ku wekû amaje pêkiribûn, ku bi însîyetîfa
rêveberîya xwe kiri bû, piştra bû giranî li ser serokatîya koma
civakên Kurdistan jî, ta kû neçarî wê bûn ku bêjin me jibona
helwesta dewleta Alman ew sê rêwî girtine.
Lê bi rastî ez wekû rojnamevanek kurd ,pir bi dilsozî dibêjim
:’’Ne biryara Almanan rast dibînim ji ber ku rêgirtine li pêş
bîrûraya azad û têgeha demokrasiyê. Ne jî girtina her sê çiyager
û rêwîyên Almanan yên ku ji hêla gerîlayên (H.P.G)
ve pêkhatiye rast nabînim,Herdû biryar û kirdar şaşin.
Dibê di roja îro de ,bizava rizgariya netewî, pir bi hestyarî
nêzîkî vê qonaxa ku gelek hestyar bibe.
Ev jî ji koma civakên Kurdistan tê xwastin, ku şaştî bi şaştî
çareser nekin…jiber ku gelê kurd bi piranî ,biryara wezereta
navxwe ya Alman şaş dîtin , helwestên xwe nîşan dan, lê ev ne tê
wateya ku li hemberî biryara şaş a Almanan, kurd jî biryareke
şaş bide…!!!
Dibe bersîva hikumeta alman were dayîn,lê ne bi şêwaza ku li
Serhedê pêkhatîye,bila bi şêwazeka nermtir ba…ez baş dizanim kû
gerîlayên (H.P.G ) tu ziyanê nadin çiyagerên alman,û wê bi
nirxeke mezin mîvandarî lê bikin, ji ber kû ev cara yekê nîne kû
xelkên çiyager werin girtin ji hêla gerîlan ve,lê hêvîdarim kû
bi zutirîn dem de, Koma civakên Kurdistan, bi riya Hikumeta
Herêma Kurdistana fedral ,wan çiyagerên Alman radest bikin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê jî neçar bû ku nerazîbûna xwe li
hemberî gritina 3 çiyager û rêwîyên Almanan nîşan bide, ew jî ne
li hemberî (K.C.K) bû, lê li
hemberî wê têgeha kû şaştî bi şaştî didin çêkirin,Hikumeta
Herêmê hewil dide ji bona helwesta welatên kû li dij kurdan
nerim û bê bandor bike,wekû diyare berêz Mesûd Berzanî ta roja
îro jî xwediyê helwesta mezine ya kû (
P.K.K. )bi têrorîs nabîne, ev jî piştgirîyeke mezine ji
bona (P.K.K),lê dibe (P.K.K) jî wê yekê pir giran biha
binirxîne.
Îro helwesta (K.C.K) jî hate
guhirtin ji bona radestkirina hersê çiyagerên Alman ,li gorî
daxyaniya serleşkera jin Sozdar Avêsta, kû ji raya giştî re
got’’ em hêvî dikin ku bi rêka Hikumeta Herêma Kurdistan, wan
3,ê kesên Alman radestî Almaniya bikin.
Bi nirîna min ev helwest guhirtineke mezin û pir zirav têda
heye…xizmeteke ji bona doza netewî dike.
Hêvîxwazim kû ev mijar bi şêwazekî nerim û bi got û bêjan
çareser bibe!!!
Herwiha daxwaza min ji rewşenbîr û layenên kurdî hene, kû bi
pênûs û helwestên xwe, mjarên aloz yên Part û rêxistinên kurdî
li gel neyar û dijberên kurdan aloztir nekin, bi taybet di vê
demê de, min çend gotar ,di malperên kurdî de xwend, lê mixabin
rengên çareseriyê di wan gotaran de nebûn , her wekû benzîn li
agir dikin ,dibe hemû kes bizane kû mijara (Roj.tv)
mijara (P.K.K) û( K.G.K) û(
K.C.K) nine….mjara kîn û rikên berê
nîne…mijara kî kotek kirin yan kî kuştine nîne…ji berkû miara 50
milyon kese, mijara axa pîroze …mijara hezaran pakrewanên riya
azadîyê ye…mijara ziman,kultur,dîrok,destan,bûyerên efsaniya
serdemên bûrî ye,reng û dengê netewa kurde…h.d.w
Ev tê wê wetayê kû dibê em agir gerim û geş nekin. Dibê em wê
agirê heyî ,bi şêwazekî nerim û têghiştî û hevbeş vemirînin.
Lê belê ezê her bibijim na… na… û her na… ji bo biryara nazîyan
li dijî kar û berên serçave û dayîka medya û televizyonên kurdan
(Roj.tv) û her na… û her na … jî ji
bona girtina çiyager û rêwiyên Alman.
15-7-2008-Silêmanî
Hozan X
Efrînî
Di rojên burî de,wezîrê derva yê firansa Bernar
Koşner