Hûn Bixêr Hatine Malpere cindirês ê

 

Babîsokek…..?


 
 
 

Babîsokek…..?


Hisên ehmed
 
Babîsokek….
Min di nav tilyên xwe da
Tiliyên kuştî da
Winda dike…..
Min di nav biskên zêrînî da
Di nav pelên çaxa minî zerbûyî da
Her gav û rojê
Belav dike….
Min di nav rewşên ne nas da
Di nav şaştiyên wênî dijwar da
Her kul û êşê
Min hişyar dike…….
 Di bîranînên minî dûr da
Di bîranînên minî serxweş da
Bi bêdengî….perçe perçe
Min di nav da
Tarûmar dike…..
Ne pendîbûna hebûna min
Û li ser laşê demê
Wek icac û tozê
Min liberba dike……..
Ta min di jiyana min da
Bi pirs, di gilyên xwe da
Carê.. hêdî… hêdî
Min neman dike…
Neman dike…….neman dike

memuzin.info werger :

 

صور جندريس

عناوين ومواقع

شعر

مقالات

موسيقى

Be§eê Kurdî-القسم الكوردي