110 emîn salvegera
rojnam ''Kurdistan'' pîroz be
Hozan
X Efrînî
Piştî derbasbûna 109 sal di ser vêketina
mûma yekê a yekemîn rojnama kurdî bi nave
"Kurdistan" ku di sala 1898 an bi bû,bi
serpereştîya herdu rewşenbîrên yên
bira,Miqdad û Ebdirihman Medhet Bedirxan li
bajarê Qahîreyê hatibû weşandin û pitşre li
cinêv û londin û careke din Qahîreyê.
Weku şoreşeke hizrî bi nav dikim ,jiberku ew
herdu rewşenbîrên ku bi vê karî rabûn, her
bi mebesta destpêkirina şoreşeke hizrî bû ye
ku xizmeta niştimanîya xwe bikin..
Jiber vê yekê jî kar barên rojnamevanîya
kurdî roj bi roj pêşkeft û derbasî nav
medyeyên navnteweyî bûn,ev jî di rûpelên
dîrokê de, ciheke teybet digire.
Herwa rojnama kurdî a ku bi dû rewşenbîran
destpêkiri bû , îro bi hezaran rewşenbîrên
cur be cur derketine holê, çi ji hêla
nivîskarî ve wek,romannivîsî ,çêroknivîsî
,helbestvanî,gotarnivîs,rojnamenivîsî û çi
ji hêla bîrdozî ve bê her ew şoreş mezin û
berdewam bû ta roja îro…
Belê ev tev berhemên malbeta Bedirxanîya
ne,yên ku ji tevahî berjewendîyên xwe yên
tesk û biçûk dûr keti bûn, ten jibona xizmet
kirin a xebata niştimanîya kurd li her çar
alîyên Kurdistan bû ye,ev jî tişteke pir
giran û bihaye ,jibona ku şoreşa hizrî a
gelê kurd fereh tir bibe.
Jibona fereh kirina kar û xebatên
rojnamevanî netewî kurd li Kurdistan û li
Cîhan de,dibe ku her rewşnbîr û siyasetvanên
kurd, xwe bi dil û can bidin ber vê erka
mezin û giran, ta ku ev xebat bi serkeftî
berdewam be, û hizra netewî di nave cada
kurdî de ber belav bibe.
Lewra jî ez bang li hemû rewşenbîrekî
niştîman perwerî kurd dikim ku xwedî li
xebata rojnamevanîyê derkevin, jiber ku
xebateke pir pîroz û giran qedere.
herwa banga min bi teybet jî, jibona
xwedîyên çapxaneyên kurdî heye, dibê ewna jî
hewil bidin ku bibin bi pira pêşveçûna
çapemenîya neteweyî jibona çapkirina pirtûk
û rojnameyên kurdî.
Her yek ji me tiştên ku dikevin ser milên
wan bi bê miqrisî divêt ci bi ci bikin, ta
ku bibin xwedî bîr û ra û bîrdozeke
niştimanî, ku bikaribin bi serbilinî di nav
meydyayên dîrokê de cî bigrin û bi serfrazî
bijîn, ta ku navên wan têkevin nava rûpelên
dîrokê.
Lê di serî de dibê ku tevahî xwedîyên
çapxaneyê n kurdî li Kurdistan û li cîhan de
alîkarîya wan rewşenbîrên ku xwazyarê bi
berhem anînên nû û teze ne bin,bê ku bêjin
ev filan bîrdoze yan rêbaze, her berhemeke
ku di xizmeta şoreşa hizra neteweyî da
bê,pêwîste alîkar bin ji bona erkên
niştimanîyên xwe pêk bînin, di dîrokê de
dibin xwedîyên mora zêrîn bin.
Ez di dawîyê de salvegera 110 mîn a
rojnamegerîya kurdî a bi navê '' Kurdistan''
hati bû weşandin, destxwaşîyê û pîrozbahîyê
li hemû rewşenbîr û siyasetvan û gelê kurd
yên xebatar û di nave tekoşîna netewî li her
çar alî Kurdistan û Cîhan dikim, jibona
berdewamîya wan bi berhem û xebatên şoreşa
hizrî neteweyî ya kurd de , bi taybet li
helbestvanê mezin berêz A.Balî destxwaşîyeke
pir biha û giran jêra dikim, jiber ku di
avdara 2008 an de bû bi xwedîyê berhemeke nû
dîrokî bi nave(Antolojîya Helbedtvanên Kurd
yên sedsala dawî) ku helbestên 343
Helbestvanên kurd li her çar alîyên
Kurdistan û cîhan bi hevxistî û bi çar
ciltan derbasî weşangerîyê kirîye,ev jî
çalakîyeke mezine jibona yekîtîya zimznê
zikmakî ye .
efrinzan@gmail.com
vegere rûpele sereke |