 |
|
Nivîskar
Heyder Ûmer |
Xelat Ehmed û ritma bîranînan
Heyder Omer
Helbesta pexşane, roj dû rojê, xwe di
qada wêjeya kurdî de diçespîne, û bejna
wê bilindtir dibe. Pê re jî alavên
derbirina helbestî yên kevin bi paş xwe
ve dihêle, û berê xwe dide asowên nû,
wan vedikole, xwe berdide hinava wan, û
her tim nûtirîn û ciwantirîn alavên
derbirina hunerî dipelîne, da dilsoza
nûjeniyê bimîne, çimkê ew dizane ku her
tiştê nû yê ku dikare kesan û derûnan
cara pêşî matmayî bihêle, nikare her tim
vê rewş û hêza xwe biparêze, ji ber ku
her tiştê nû, piştî demekê, nûbûna xwe
wenda dike, û normal tê xuyakirin.
Her weha derbirina helbestî jî li
dervayî vê rewşê namîne, belê xwe
diguhêre. Eger bimîne, dê xwe
bikayikîne, xwe dubare bike. Dubarekirin
jî di meydana derbirina hunerî xwekuştin
e.
Di ber ronahiya vê têgihîştinê re em dê
warekî helbesta Xelat Ehmed vekolin.
Xelat Ehmed xwediya sê berhevokên
helbestî ye, duduwên pêşî neketine
destên me, lê ya sêyemîn, ku sernavê wê
"Keçên Dêrîkê yên serserî" ye,li ba me
peyda dibe.
Yekemîn çavlêdana li vê berhevokê dide
xuyakirin ku X. Ehmed wek dîla bîranînan
xuya ye. Bîranîn, wek têkilyeke civakî û
mirovanî, dibe nişana çalakî û têkiliyên
mirov, ji ber ku, wek zanyarên civakî
dibêjin, pêjna hevdîtinan, danûstadinan,
çûn û hatinan, rabûn û rûnişitinan, gerr
û dîtinan ji bîranînan tê, wek çawa em
li ba X. Ehmed jî dibînin:
Hîn wek ku tu min nasdikî
qeşeng û hesan im
Ji peyaseyên baranê hezdikim
bêyî te bi te mestim.
Hîn dikarim ronahiyeke piçûçik
biaferînim
û ji xwe re bibêjim:
Va tu li vir î. ( rûpel 11 )
Ev perçeyê jorîn berhema hevdîtineke
derbasbûyî ye dirêj e, nîşana têkiliyeke
hevaltî û hevdostiyeke nirxbiha ye,
lewre helbestvana me bi bîranînên kesê,
ku pê re daxife, mest dibe, ta radeya,
ku tevî dûriyê jî wî kesî li pêş xwe
dibîne.
Lê wek kireke derûnî, Bîranîn mirov her
tim ber bi buhêrekê de dikşîne, û wî li
hember niho jî xulmaş dihêle, ta radeya
ku dikare wî ji tevgera demê bibire.
Wesa
Hêdî hedî
Te ji dûrbûnê peyda dikim,
bi ser min dikevî û ez ji bîr dikim
Ez li vir im. ( rûpel 11 )
Weha xuyaye, helbestvana me, bi hukariya
wan bîranînan, ji cih û demê jî hatiye
birrîn, dem rawestiye, û haya wê ne ji
xwe û ne ji tevgera demê heye.
Ev yeka barê aferîneran giran dike, û
wan dide ser riyên teng û bê kenar û
kevî, eger ewana hefsarên alavên xwe baş
li destên xwe negerînin, dê nikaribin bi
serkeftin di wê riya teng re derbas bin.
Gava X. Ehmed xwe dispêre bîranînan,
bandûra neyênî, ku ev xwespartin dikare
li zindîtiya derbirina wê bike, ji bîra
nake, ji ber vê yekê ew yekser bi
navenda bîranînên xwe re têkildar dibe,
ew wî kesê, ku bîranînên xwe pê re ne,
ji kûraniya buhêrekê dikşîne, li hember
wî radiweste û pê re daxive:
Li bîra min tê
bi hatina te re, av bi qasî bejnekê
bilind bibû
dehla gundê me xwe ji te re kir qevd
çivîkên xwe
ji bişirîna te re firandin.
Li bîra min tê
dara sêvê bi lerza dilê min
sêvên xwe gihandin.
hinga hîn em li Kurdaxê bûn, bihna
zeytûna ji peyvên me dihat
me aliyên birînê dijmartin
hinga
te ez hînî sêva kirim. ( rûpel 21 )
Ev cureyê axivtinê dikare giraniya
lêkerên buhêrekê hinekê lawaz bike, û
tevgera hundirê helbestê biparêze.
Xuyaye eva yekê bala helbestvana me
kişandiye, vê lomê jî derbirina wê her
tim dîla lêkerên buherekê namîne, belê
yên niho jî (nasdikî, hezdikim,
biafirînim, bibêjim, peyda dikim, ji bîr
dikim ) li kêlek wan dixebitîne, û
careke din buhêrekê bi hêvanê nihoyê
dimeyîne.
Bi vî awayî X. Ehmed berxwe dide, da
derbirina wê zindî bête xuyakirin, û
dest davêje alavên çîrokê, ji wan alavan
jî tenê xeberdanê vedibjêre, ji ber ku
xeberdan ji bo bîranînan layiqtrîn şêwe
ye, lewre jî ritma (إيقاع ) helbesta wê
pirê caran hêdî û giran xuya ye:
Weha
Bê firîşte
Bê gul
Bê balinde
Xwe ji te tavêjim
tevliheviyeke ne gerek. ( rûpel 17 )
Wek diyar e, ev nimûneyê jorîn ji pênc
hulman peyda dibe, her yek ji çar xêzên
pêşîn hulmek bi serê xwe ye, û gotinên
her hulmekê jî gelekî hindik in, peyvek
yan jî du peyv in. Ev yeka li gor boçûna
rexnevanê ereb Dr. Ebdulfettah Salih
dibe sedema hêdîbûna ritma helbestê,
çimkê di pey her hulmekê re
kurtebêhvedanek heye, lê her du xêzên
dawî vêkra hulmek bi serê xwe ye, yekeke
dirêj e.
Eger em careke din li evan nimûneyên
jorîn vegerin,em dê bibînin, ku kîtên (
bergeh )dirêj ji
yên kurt pirtir in. Nimûneyê yekemîn (
Hîn wek ku tu min nasdikî……….Va tu li
vir î ) ji 61 kîtan pêk hatiye, 38 ji
wan dirêj in, û 23 jî kurt in. Bi
baweriya me kîtên dirêj ne ji xwe berê
pirbûn e, belê bi zanebûn hatine
xebitandin, da her sê hêmanên aferînê;
hest, mijar û awayê derbirinê li hevdu
bibanin, û pergala derûnî, ku
helbestvanê dorpêç dike, wergerînin.
Naveroka pirên helbestên wê, wek me li
jor jî gotibû, bîranîn e, bîranîn, bi
xwe çi şahî bin û çi şînî bin, di
navbera hestên şînî re, bê hêrs,
diherikin, çimkê mirov bala xwe dide her
qoziyekê, her mofirkrkê her goşeyekî wan
bîranînan li ber çavan diçe û tê. Ev
bêhêrsiya hestan di derbirinê de deng
vedide û diyar dibe, û rê li pêş
xebitandina kîtên dirêj, ku nîşana ritma
hêdîn e, dûz dike. Bi baweriya me, ev
yeka karînên helbestvana me, dide
xuyakirin, ku ew berxwe dide, da hemî
razên zimên ji bo aferîna xwe bi kar
bîne.
Lê tevî ku hêdîbûn û giranî berztirîn
rûdawên şêweyê xeberdanê ye, lê ritma
xeberdanê li ba helbestvana me, pirê
caran, vê rewşê bi paş xwe de davêje û
lezok xuya dibe, nemaze gava ew stuyê
xebrdanê dadide, û wê ber bi diyalogê de
dikşîne, û kesekî li hember xwe datîne û
pêre daxive:
Ez û tu
Di bin baranê de nemeşiyan
Ne jî te destê xwe di newqa min re anî
Tava wê sibehê dilê te soja min
û ez
Ji sînorên te rakişiyam. ( rûepl 24 )
Bi vî awayî, diyalog, tevî ku yek alî
ye, ango ji şêweyê, ku dikare diyalogê
ava bike, bi dûr dikeve, li kêlek
xeberdanê tê xebitandin, û her du vêkra
dibine hevkarên guhertina ritma
bîranînan di avakirina helbesta
bîranînan de li ba X. Ehmede.
Ritma bîranînên X. Ehmed ne tenê xwe
dispêre ritma xeberdanê û diyalogê, belê
hin caran, nemaz gava ziman ji hêza xwe
dikeve, û li hember derbirina wateyan
jar dibe, hîngê ziman radiweste, û
bêdengî dibe alava derbirinê:
Destên xwe li dînatiyê ragire
Bila yariyên me tije sibeh bin
Ji her hêlê de xweşî biherike me.
……………………….
Dê hîn di xew de bimînim
Li bendî buhişta dengê te
Yan jî hema tenê… ( Rûpel 27 )
Ritme, wek ku Mihemed Sabir Ubeyd dibêj,
numandeyeke ( zahîre ) dengdêr e, ne
tenê bi dengan tê sînorkirin, belê bi
ser de jî ev numande hemî hêmanên
derdora xwe di xwe de dicivîne, ji ber
ku taybetmendî û durvê dengan tenê di
navbera bêdengiya, ku li derdora wan
heye, re têne naskirin. Evê bêdengiyê jî
hem roleke payebilind di avakirina ritma
helestê de heye, û hem jî alaveke girine
li ba helbestvaniya hemdem, ku hêmanê
pêjinê di helbestê de xurt dike, û derî
li pêş xwener li ser piştê vedike, da ew
jî bibe hevpişkê afirandina helbestê.
Lewre ev her sê xalên di pey xêza dawî ,
ya nimûneyê jorîn, re rêz bûne ne ji xwe
berê ew cih girtine, belê berdewamiya wî
perçê helbestê nîşan dikin, ku xwener
dikare pê birame, û wê bidomîne.
Ev cudabûna ritmê, ku lezokî û hêdîbûn
tê de tevlihev dibin, û di navbera gelek
cureyan re (xeberdan, diyalog, bêdengî )
diyar dibe, dikare ji hêlekê de pergala
derûnî ya helbestvanê zor numa diyar
bike, û ji hêla din de jî dikare
dilsariyê ji derûnên xweneran birevîne,
û wan ber bi xwendina helbestê de
bikşîne.
Weha diyar e, ku ritma helbestê ne tenê
şûna kêşê dadigire, belê bi ser de jî
delameta wê ya derûnî heye, ku dikare di
navbera rengarengiya xwe re gelek razên
pergala derûnî ya aferîneran wergerîne,
û rola xwe di wekheviya her du hevokên
agehî û helbestî de bide xuyakirin.
ما هذه القرصنة في وضْح النهار ؟!...
Vegere Rûpele Destpêkê |