HESPÊ TIRWADE
VÊ CARÊ LI KERKUKÊ YE..!!!
**** Hemze Efrini
Piştî serkeftina şoreşa pîşesaziyê li rojava . pêwîstiya gelek
sîstemên dagirker bi bi vekirina bazarên nû çêbûn . ji bo bi
destxistina heyberên xam
. petrol û jibo mal û berhemên xwe yên zêde li wan welatan
bifroşin û xêr û bêrên wan talan bikin . amêrên teknolojî bi
petrolê dixebitin . lê li rojava petrol kême lewma aloziyên
dijwar çêbûn ya kû rê li ber derketina şerên cîhanê yekem û
diwemîn vekir . di peymana Sayks Pîko 1916an û peymana Bilfor di
sala 1917 an de . nexşeya rojhilata navîn li gor hêzên
emperyalîst hat xîzik kirin bê guman Kurdistan jî bû quranê wan
dek û dolaban , bi taybet Kerkuk rû bi rûyê van hesaban ma .
heya roja îro jî hêzên nehênî û eşkere hesaban li ser Kerkûkê
dikin .
Gelek caran di televizyona Turkmen.Eli de tê gotin : ( Kerkûk
bajarekî turkmenî bû û wê bajarekî turkmenî be) . hinek hêzên
Ereb û kesên din jî siyaseta bi vê awayî dikin . gelo ev
rêxistinên turkmen vê hêzê ji ku derê digrin ? ew hêzên veşartî
û eşkere piştgirya van dikin kîne ?
Ji kevnareya dîrokê heya îro siyasetek çawa li ser Turkmen û
Kerkûkê bi rêve dibin ? dîroka Turkmenan li Kurdistan û Iraqê
kengî derket holê û bi hêz bûn ? Bê guman dema em bersivên van
pirsan rast bidin berf wê bihile û gelek rastî zelal bibin .
Dîrok ji bo tu van pirsgirêkan zelal bike nêrînên te derbare
dîroka Kurd û Turkmenan bi kurtayî çine ? tu çi dibêje ?
-Di sala 674-z de cara yekem 4000 çekdarên Turkmen bi xelîfê
îslamî re hatin îraqê .
-waliyê xoresan Abdullah Bin Tahir 2000 çekdarên Turkmen şandin
Iraqê ji bo parastina berjewendiyên wan bikin
-Di sala 836.z de Mûtesem artêşek taybet ji Turkmenan sazkir û
li gelek deverên Iraqê belav kirin .
-Di qonaxa Harun EL Reşîd de Turkmenan rola hêşedariyê ji bo
xurtkirina sîstema EL Reşîd girtin. -Cara yekem Turkmen hebûna
xwe di qonaxa Buweyhiyan de di sed sala 10 an de misoger kirin.
-Gelek caran Şah Îsmaîl bi hêzên Turkmenên Şîî êrîş dibirin ser
eşîrtên kurdan .
- Di sala 1908 an de komala Îtîhad EL Tereqî gelek piştgiryên
siyasî, abûrî û h.w.d dan Turkmenan û ew dişandin Îstanbolê ji
bo xwendina xwe li zankoyên Îstanbolê berdewam bikin û ji bo
pêşerojek siyasî wan amede bikin .
-li pêş şerê cîhanê ya yekemîn împaratoriya Osmaniya gelek erk
dan Turkmenan û alîkariya wan ji hêla abûrî ,siyasî ,çandî û
perwerdeyî kir , di encama vê de çînek arostrqat ji Turkmenan
derket holê ,. bi taybet Osmaniyan girîngiyek mezin dan
perwerdekirina Turkmenan û gelek dibîstan ji wan re vekirin .
Mînak : di sala 1870an de dibîstana pêşesaziyê ji wan re li
Kerkûkê vekirin , ew dibistan ya sêhemîn bû li ser asta Îraqê
,Osmaniyan girîngî dan çapemeniya Turkmen û gelek rojname bi
zimanê Turkmenî dan derxistin .
-Piştî têkçûna Osmaniya hêzên xwe ji Îraqê vekişandin û li paş
xwe çînek arostoqrat ji Turkmenan li ser xeta (Til Efer ,Givîn,
Mexmûr, Altun Kopru, Daquq, Tuzhormatu, Xaniqîn, Mendelî Çeyzanî
û h.w.d ) hîştin , bi dirêjiya demê re Turkmenan desthilatdariya
xwe bi her awayî bi hêzkirin .
-Ev siyaseta Turkan berdewam kir , bi taybet piştî şerê kendavê
di sala 1991 an de dewleta Turkiyê êdî bi şêwazekî vekirî
piştgiriya rêxistinên Turkmen kir û li gor berjewendiyên xwe bi
kar anîn îro jî van rêxistinan wek kaxwazek fişar li hemberî
dijberên xwe bi kar tîne , lewra her roj pirsgirêkên Turkmenan
dike rojave .
Bê guman ev senaryo yên Kevin heya roja îro berdewam dike kû
wêrekbûnê dide Turkmenan kû bêjin :(Kerkûk bajarekî Turkmenîye )
. Dema kû hukûmeta herêma Kurdistan û piştgirya rêxistinên
Kurdistanî ji Kurdên Kerkûkê re çêdibin rêxistinên Turkmen jê ne
rihet dibin û gazincên xwe li asayîşên Turkiyê dikin .
Belê xwendevanên bi rûmet !!! Ka em binêrin dîrok çi li ser
dîroka Kurdên Kerkûkê dibêje ?
Hinek çavkaniyên dîrokî dibêjin peyva Kerkûk ji dû peyvan pêk tê
: kar =kar û kûk = resen . mezin = Kerkûk = karê mezin . Hinek
çavkanî jî dibêjin navê Kerkûk ya kevin (Yelanê û Erefa ye )
wateya Yelanê û Erefa ew kû bajarê ( xwedawendane) .
-Bajarê Kerkûkê ji aliyê Lolobî û Mîtaniya ve di sala 3000 b.z
hatiye damezirandin , di nav bera wan de têkîliyên şaristanî bi
hêz û resen hebûn , bê guman Lolobî û Hurî li Kurdistanê yên
herî kevnarin û Hurî wek bapîrên Kurdan tên dîtin û naskirin .
-Huriyan girîngiyek mezin dabûn kar û barên ( siyasî , olî
,çandî , civakî ….. û h.w.d ) . paytexta Huriyan Urkêş bû =
Amûdê ya niha û heya herêma Efrîn = Kurddaxê jî şaristaniya
Huriyan belav bibû heya roja îro jî goristan pêximber Hurî(Nebî
Hurî) li herêma Efrînê ye.
- Nuzî : bajarekî Huryan ya kevnare , her wiha Hurmatu jî bajarê
Huryan bû , Hurmatu bi zimanê Akadiyan tê wateya hur= Hur û matu
= bajar = bajarê Huriyan . Lê mixabin piştî hêzên dagirker di
dîrokê de Kurdistan dagirkirin gelek navên gundan . navçeyan û
bajaran li gor zimanê xwe guhertin .
Împaratoriya Osmaniyan nave Hurmatu kirin Tûzhurmatu gelek navên
din jî guhertin .
Xwendevanên rastî xwaz!!!
Me çend rastiyên dîrokî anîn ziman , eger em li ser firehiya
dîroka kurdistanê bisekinin emê bibînin kû Kurdan di şefaqa
dîrokê de pêşengiya afrandina şaristaniya Mezopotamiya kirine û
bûne afrênerên dîrokek zêrîn .
Bê guman dema em van rastiyan dibêjin em gelên Turkmen ,Ereb
,Aşûr, Keldanî û Ermenî biçûk nakin ne, biçûkkirin ne ewe kû
mirov rastiyên dîrokî bîne ziman , biçûkirin ewe kû mirov
kerasan li gor xwe li dîrokê bike û dîrokê çewt bike , lewra
pêwîst nake kû hinek siyasetmedar û bazirgan bi rastiyên dîrokê
bileyizin ji ber kû :
-Berî Ereb ji nîv girava Erebistanê werin Kurdistanê Kerkûk
sembûla Kurdan bû. - Berî hatina Turkan ji navîna Asiya ber bi
Anadolê Kerkûk ya Kurdan bû .
- Berî pêkanîna siyaseta Erebkirinê nasnameya Kerkûkê bi Kurdan
şahnaz bû .
Xwendevanên rastî xwaz !!!
Kesên dîrok afrandine natirsin kû rastiyên dîrokî bînin ziman ,
lê kesên li ser fêkiyên dîrokê xwe didin jiyan kirin her rastiên
dîrokî çewt dikin û bin ax dikin .
Email: (hmz-555@yahoo.com)