|
welatê min
welatê min serî raka
li cîhan tu xweş xwiya ka
Bi dicla û ferat xwe şînahîka
Bo te herdu her ew kezîna
Welatê min tu xweş wara
Hemî gul û av û dara
Xaka te tev xêr û zêra
Rizgarkin Wê ji xêr mija
Welatê min tim bedewe
Wek furiştek li buhişta
şêrîna wek hingivîna
ew perwana ser kulîlka
Welatê min kelha zana
Nemir barzan serwerê wana
Kir Xebat her bo me doza
Rizgara welat ew pêşeroja
Ji me rabûn ferhad û serok
Tev comerd û leheng û şêr
Qêrîna dijmin gehandin jor
Revî dijmin wek roviyê kor
Rêberê me dana xwiya yî
Mafê me bê tirs û fedî
Hişyarkirin miletê arî
Zingil xistin dema xebatî
Miletê kurd tevda rabin
Wek sêlavên derya sipî
Nexşê welat bidin xwiyanî
Her emin xwedî şaristan
û ti carê ne rawistin car
Her bikin kar û xebat
Heya azad bê xaka welat
De cotkar herin cotê
Serê sibê bi serbestî
De zarok bikenin dest dayika
Neme bimînê mirin û qêrîn
De tev bijîn li vî warî
Bi viyan û biratî û serfirazî
Em naxwazin bin destî
Her dixwazin serbesît
behmend xano qamişlo
sozjin@hotmail.com
|