|
2 du helbest
Elî
Muhemed Şêxo
AMED
AMEDê carekî din
Xwe ferz kir û da naskirin
KO :
Dayîka Kurdane
Paytexta Çavrewane
Ji berê û paşê de *
Kaniya Mêrxas û Peyane
Goristana dijmin û koledarane
Dibistana Kurdîniyê ye
Keleha Berxwedanê ye
Kelema çavêt neyarane
AMEDê …………
Gotinekî herêmî yê Çiyayê Kurmênce (Efrîn),
wateya wî: ji dîroka herî kevin û vir de; ji
dema herî kevin de ta nuha.
===============
Elî
Muhemed Şêxo
EFRIN
Ay Dilsoza Dilovan
Were em herin
Bûka Herêman
Herêma Efrînê
Gund bi gund bigerin
Evînê Xweş bikin
Kul û derdan
Derman bikin
Bi wan din
Soz û mizgînê
Bi ser Kurdistanê de
Efrîn ê bimîne
vegere rûpele sereke |