|
sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera evîna welat…
Kirin galgal û desthilat…
Zinara reş û tarî
Sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera rastîya welat
Kirin bi zinarên berbat
Zinara reş û tarî
Sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera ronîya welat
Kirin bi tarî û nehat
Zinara reş û tarî
Sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera şehîdên welat
Kirin pîlan li dijî civet
Zinara reş û tarî
Sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera rêzanên welat
Kirin zindanên gelek qat
Zinara reş û tarî
Sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera zaneyên welat
Kirin pirojeyên kok nejat
Zinara reş û tarî
Sî û çar sal berê
Bi biryarên neyar
Bi kiryarên tûjhar
Li devera helbestên welat
Kirin kojdar û xwînhat
Zinara reş û tarî.
24-6-2008. Silêmanî
Hozan X
Murşid..(efrinzan@gmail.com)
|