Bazara xwînê germtir kirin
'Molla' û AKP li dijî kurdan civiyan
ENQERE - Di navbera Tirkiye û Îranê de Komîsyona Ewlehiya Bilind li Enqereyê civiya. Civîn di binê kontrola Şêwirmendê Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyeyê Osman Guneş û Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Îranê Ebas Mohtaj de pêk hat. Hat aşkerakirin ku wan li ser dijîtiya kurdan û rêxistina wê
PKK’ê tevnê xwe honandine.
‘Molla’ û AKP li dijî kurdan civiyan
ENQERE - Di navbera Tirkiye û Îranê de Komîsyona Ewlehiya Bilind li Enqereyê civiya. Civîn di binê kontrola Şêwirmendê Wezîrê Hundirîn ê Tirkiyeyê Osman Guneş û Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Îranê Ebas Mohtaj de pêk hat. Hat aşkerakirin ku wan li ser dijîtiya kurdan û rêxistina wê PKK’ê tevnê xwe honandine.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin heyeta Îranê mijara hevkariya operasyoneke hevpar a li dijî PKK û PJAK'ê anî rojevê. Her wiha hevkariya îstîxbaratê û afirandina rayeke giştî ya hevpar jî mijara wan a esasî bû. Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Îranê Abbas Muhtac diyar kir ku her du heyetan li ser van mijaran li hev kirine. Hat gotin ku van civînan 5 roj dom kirine û li bendê ne ku li ser encamnameyê peymanek îmze bikin.
Hat aşkerakirin ku her du heyet li ser êrîşên artêşa Îranê û artêşa tirk ên hevpar ku bi ser Herêma Medyayê û li dijî PKK û PJAK’ê dest pê kirine, bi berfirehî rawestiyane. Dixwazin ku bi hev re êrîşê bibin ser Qandîlê.
Bazarê li ser kurdan dikin
Rayedarekî payebilind da zanîn ku di navbera her du welatan de li ser PKK’ê dan û standineke hûr û kûr heye. Tê gotin ku ligel zeximkirina sînor hemû mijaran şîrove dikin û li dijî kurdan, di navbera wan de tu nakokî nîn in. Di nav Îran û Tirkiyeyê de ji sala 1994’an û vir ve ye dan û standinên li dijî têkoşîna kurd û rêxistina wê PKK’ê didomin. Ev civîn bû civîna 12’emîn ku heta niha pêk tînin. Di van civînan de mijara îadeya gerîlayên PKK’ê jî heye.
Soza 10 kîlometreyan dan
Rayedar wiha got: “Bi kurdên Herêma Başûrê Kurdistanê re hevdîtinên me didomin. Em ê ligel Îranê heta 10 kîlometroyan derbasî sînor bibin. Lê dem û wexta vê dê di nav heyetên Tirkiye, Îran û Iraqê de bi nîqaşan bê diyarkirin. Civîn pir nepenî ye. Ji ber vê jî ez nikarim ji vê zêdetir agahî bidim.”
Li gorî bernameya ku hatiye diyarkirin dê civîn îro bi dawî bibe. Di heyeta Tirkiyeyê de ligel Osman Guneş Midûrê Giştiyê Ewlehiyê Oguz Kaan Koksal û rayedarên payebilind ên Musteşarê MÎT’ê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê jî cih girtin.
Tê diyarkirin ku dê peymana ji 5 xalên ku dijîtiya kurdan û PKK’ê dike Tifaqeke kirêt pêk tê
Gel û nûnerên kurdan jî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Gelek kes û sazî diyar kirin ku her du heyet li dijî kurdan û rêxistinên wê tevna hevkariyê ya qirêj dihonin. Destnîşan dikin ku dê tu kurdekî li dijî vê hewildana bêyom bê deng nemîne û bersiva vê dê bi afirandina yekîtiya kurd a hemdem bidin.

 


 

vegere rûpele sereke

jindires@hotmail.com

sazîya berbang 2005-2008

berbang@2005@yahoo.com

 

kocka newroz