URMIYE
/ ANF - Li rojhilatê Kurdistanê gola
Urmiyeyê ji ber hişkesaliyê di bin
talûkeyê de ye. Pisporan ragihand ku
150 hektarê qada golê ziwa bûye û
hîzaya avê di 13 salan de 6 metre
kêm bûye.
Li
gorî pisporan heke rejîma Îranê ji
bo ziwabûna gola Urmiyeyê tedbîran
negire dê gol di demeke kin de tune
bibe. Pisporan destnîşan kir ku di
13 salên dawî de hîzaya avê ya gola
Urmiyeyê 6 metre kêm bûye û ji ber
ku Îran dest neavêje vê pirsgirêkê
rexne kirin.
Zanyarên ku li ser gola Urmiyeyê
lêkolînan dikin, diyar kirin ku li
cîhanê gola bi xwê ya herî mezin a
duyemîn bi ziwabûnê re rû bi rû ye.
Zanyaran destnîşan kirin ku xwê ji
serê lîtreyekê daketiya 350 gramî û
ji ber vê artemî (zindiyên sor ên
biçûk ku di ava şor de dijîn) zêde
nabin. Her wiha zanyaran got ku her
çar giravên li ser gola Urmiyeyê ji
ber ku av kêm bûye bûne yek.
Li
gorî zanyaran di nava 7 salên dawî
de sedema bingehîn a kêmbûna avê li
ser avên ku diherikin golê 20 bendên
nû hatine çêkirine. Ji bo benda
Kelanterî bi milyonan ton ax
valakirin golê û dewlet li hemberî
vê yekê bêdeng ma. Heke wisa
berdewam bike li gorî zanyaran di
nava 7 golan de dê gola Urmiyeyê
ziwa bibe.
Gola
ku di nava bajarê Urmiye û Tevrêzê
de ye 14 çemên daîmî û 7 çemên
demsalî ku ji avên jêr erd û baranê
pêk tên diherikin golê. 102 giravên
li gola Urmiyeyê hemû di mîrateya
çandî ya UNESCO’yê de cih digire.
Gola Urmiyeyê 5200 km2 ye,
dirêjahiya wê 14 km û berfirehiya wê
55 km ye. Cihê wê yê herî kûr
digihêje heta 16 metreyan. Bi farisî
gola ku weke Deryaya Urmiyeyê tê
zanîn navê xwe ji bajêr digire.
Urmiye tê wateya “bajarê avê”. Di
serê salên 1930’yî de şahê Îranê yê
wê demê Reza Pehlavî navê golê weke
“Gola Rezaiye (Deryaya Rezaiye)” bi
nav kiribû. Lê di salên 1970’yî de
ji nû ve dîsa bû gola Urmiyeyê. Navê
wê yê herî kevnare weke Şikast tê
zanîn. Gola Urmiyeyê bi golên Wan û
Sevanê re di nava sê golên serdema
antîk de ne. Her wiha gola Urmiyeyê
weke cihê rawestgeha teyrên koçber
jî tê zanîn. Li gola Urmiyeyê niha
27 cureyên ajal û 212 cureyên
balindeyan dijîn. |