Hûn Bixêr Hatine Malpere cindirês ê

 
 

Destelat û parastina mafê mirovan

Di van salên dawiyê de , doza demukrasî û parastina mafê mirovan, li seransrî cihanê , bûye mijara sereke ji rastgoya destelan re ,ji ber go pêşketina gelan di hemî warên jiyanê de, bi rêzgiritin û parastina mafê mirovan ve girêdaî. ye hatye nasîn
Çendî mirov di welatê xwede ,parastî bin bê tirs, û saw rexnên xwe li destelatê bike, destê xwe deyne ser şaşî û çewtyan, ewqasî mirov bi welatê xwe ve tê girêdan. bi hemî kirinên xwe kar û xebatê ji bo pêşketina welatê xwe dike ,li hemberî neyran her dem gav ji bo fedakariyî ûcangoriyê, ew amadey, bi vî hawî welat bi welatiyê xwe yê serbest û azad xurt û bi hêz dibe , lê dema go destelate welatekî, pêl mafê mirovên xwe bike
Rêz û rûmeta welatyên xwe nerînên wan negre ,
Destelat xwe tenê xwedyê welat bibîne, wê demê welatî jî xwe dûrî ustubarê xwenî netewî dibîne .
Dûrî pirsên giştî dikeve, wê hingê qelsî u nexweşî xwe berdidin rih û damarên dewletê, rê li pêş derwîn û pesindarên telaqreş dûz dibe, da go di dewletê de bigihin cihê bilind, û dizya gel bikin , û ji srok û diktatoran re çepka bikutin .
Li hêlekê ew bi zêr û pereyên,xwe mijûl bibin, li hêla din jî bêgomane, perîşanî xizanî û belengazî li ewlatyên bi rûmet dest dide û wan diguvêşe .
Dema hêzên emerîka derbasî BEXDA ye bûn ,ew gigirên deletê û serokên tev bi nîşan tev bi kuve çûn ..çend kesan ji wan derwînên go bi şev û roj digotin xwîna me bo teye ey SEDAM gelê iraqê li heberî emrîkanan şer nekirin
Ji bilî go serokê wanî mezin mîna ROVI ye xwe di qulikekê di binê erdê de veşartibû
Gelê ERAQ ê di ber tawanbaran de şer nekir. ji ber go ewan tawanbarên dest bi x. wîn, gelê eraqê serû ber xistibû dujehê
Û bi destarê wan hatine hêrtin di
Mixabin go destlate me li sûryê ji, ezmûna eraqê mifa negirty ehêjî tek partî seranserî ewlat serdest ,eyasa li wlêt peyda nabe ,mafên mirovan tê binpêkirin ,rê nadin welatyan go rexneyn xwe yên tersî partya Bs;s bibêjin ,û yê hû karekû weha bikêjî ,wî tavêjin binê zindanan bi dehê salan têde dimînin , tenê rê li pêş wan kesên ku zanin pesnê destelatê bidin û çebkan ji wan re bikutin dûz e ji bilî go mafên gelê me yên li sûryê ji kokê ve hatye xwarin hebûna wî wek netewe nayê pejiran din ...,
Bi rastî ,berdewamiya van têkilî û bi rêvebirina, vansiyaset û pîlanên qirêj, kû îro hatine tazî kirin, tiştkî şerm û fihête ,serê welat di civatê de nizim dike ,gelê sûryê serûber pê şermezar di be ,
Vêca gereke destlat li xwe vegere bilez û bê derengî , ji van şaşyên xwe û siyasetên çewt û dijgel berde ,rêz ûrûmeta gelê xwe biparêze, rê bide go gelê sûryê bi serbestî yasake nuh ji xwre deyne ,mafên hemî mirov û glên di welêt bi hevre dijiîn, parastî bin hemî xwe xwedî welat bibînin, di wekhevî û jiyanek azad û serbixw bi hevre drebaskin wê çêtir be ji guhertinên ji destê derve. ji ber go gelê sûryê êdî sebestya xwe dixwaze, û guhertin pêdiviyke gelêrî û netewiye ......
Bavê helebçe

 مواضيع ذات

vegere ropele sereke         رجوع للصفحة الرئيسة   

صور جندريس

عناوين ومواقع

شعر

مقالات

موسيقى

Be§eê Kurdî-القسم الكوردي