Zinara erebî û gayê sor
Çiyayê CÛDÎ û yê BÊXÊR .weke du sitûnên
kevnar .gundê ENDÎWERÊ , ku dikeve ser
pengava çemê DICLÊ ,yan jî ava mezin .bi
dilovanî ,ji hêla başûr û rojava ve himêz
dikin .
Ji hêla bakur ve , bergeheke kûr û dirêj
vedibe , xwe berdide ser besta sê kaşan ,
xaçerêkên tengî asê ji kolanên gund , xwe
ber bi rojava de berdidin ,di nava dar û
daristanên bi tovde , ku bûne cihê
seyrangeha qîz û xortan , derbas dibin , ta
xwe dighîne çemê SEQLÊN û pira BAFID , û bi
wan têne xemilandin ,
Deşt ,Çiya û zozanên wê , xuristek kurdiye
kevir , kuç ,û, mesîlên wê , xwezayek
kurdiye ,
Heme , hem û lleme llema DICLE û FERAT y,
simfoniyek kurdi e .hemî deverên wê bi awaz,
û zaravên kurdî yên şêrîn , dilivin bi kurdî
, diaxivin , bi kurdî , di sitrên ,û heta bi
pirê caran , ji , ber , zilm û zora
sitimkaran , bi kurdî jî di nalin lê mixabin
, ku ,zinara , EREBÎ a kirêt û reş , ya ji
bal şovenizma SÛRYÊ ve , xwe dirêjî vê
xurisa rengîn jî kir ,ewa ku li dijî gelê
kurd pêk hatiye xwe li sing û bejna GURDIKA
bapîrê bengîn jî pêça , ev surişta rengîn û
bedew, bi tevayî melûl û xemgîn kiriye **
Bi , têvedana , çavsorên zik reş , erbên
biyanî , ku li devera me bi cî bûne ,
xwestin bi darê zorê destên, xwe deynin ser
gurdika bapîrê bengîn , ewa ku bi salan bi
xuîna xwe parast bû , û xwêdana û bi westana
mil, aniya xwe , ji , kevir û kuça paqij
kiribû ... lê bengînê , qehreman û mêrxas ,
ji vê xwesteka seyr û kirêt , matmayî , ma
,hêrsbu bû û qîriya , ev gurdika bapîrê mine
, ev gurdik rûmet , ûşerfa mine , ev gurdik
hebûn û nebûna mine ,,
Ev gurdik , buhuşt , û , jiyan , û , nasnama
mine .*hovno , xwînmijno , hûn , çi , tebana
,bi çi mafî hûn dixwazin wê jimin bistînin .
bere hûn zanibin , ezê wê ji were bikim gor
,,,
Kanî , mirovantiya we , yan jî gelo ez ne
hemwelatiyê vê dewletê me .
Herweha , bi wan da zanîn ku ew ,xwîna xwe ,
ya sor , dirijîne û nahêle , ku gîsinê ,
biyaniyan , axa pîroz a GURDIKA bapîrêwî
biqelêşe , ji ber ku , xaka gurdika bapîrê
wî , rûmet û jiyan û şerefa wîye .
Dema , ku biyanîyên kevneperest , têgihiştin
ku BENGÎNÊ qehreman , bi hêsanî ,û , bê
xwînrijandinê ,gurdik jê , nayê sitandin
.,bê deng bûn,û , destên xwe diber xwere
berdan , û nema çêra gurdikê kirin ,,,,,,,,
Belê BENGÎN , tevlî ku ez dilpakî , û
xemgîniyê di reşika çavên tede dixwînim , lê
,ti kurdekî payebilind û mêrxasî ,te
mêrxasiya xwe ji dadmendiya doza gelê xwe ,
û ,ji bilindiya çiyayê CÛDÎ ,û , ji lleme
llema çemê DICLÊ wergirtiye , ji wî çemê wek
te kurd , ê ,ku rojekê , ji rojan , baweriya
xwe, bi parçebûna ,kurdistanê , ne , aniye ,
her û her bi , ser , bestî , bê tirs û saw ,
wî sînorên , zordestiyê derbas , kirine ,.
Li , deşt , û , newalên welatê xwe , geriya
ye , dar û dehl , û , zeviyên welatê xwe
avdaye. Hawîr jiyan xweş û geş kiriye ,tu
hêz , tu sînor ,tu bimbe ,nikarin di pêşya ,
evîna wî de bisekinin, nikarin destên wî ji
xaka bav , û , bapîrê wî bibirin ,,,belê
bengîn , mêrxasî û qehremanî bi navê te dest
pêdike ,ti jî mîna , dicle û ferat bûyî
evîndarê xaka welatê xwe .te bi degê bilind
zimîn bi dadgehê xist , û , te got .
Kanî , edalet edalet kanî , wekhevî ,kanî
mafê mirovan,Waaaaaaa ,edaletê wey , sed tif
û lenet li tebê jî, çimkî ti bûye peyvek
vala , tenê ,ji çend tîpên bê mena tu hatiye
avakirin tu li ber zordestiyê çi pepûkî
.lêêêêêêêê.
Waaaaaaa edaletî , çima tu li her derî , tu
li ser neheqî û zilm , û zorê di peyivî ,
tenê li ser kurdan tu bê deng dimînî ,erê li
vira deng ji te dibile ,,,,
Waaaaaaaa edaletê , tu bi heqê wî navê xwe
yê şêrîn kê,,,,,milet tev li cem te wek
hevin ,, an na …….????????-
Heger erê be ,,,,dêmekî ti ne li gora navê
xwe ye .
Lê heger na be , wê demê ti jî dikevê rêza
xwînmij û zordestan de ,
Erê , heger baweryên , te wabin , wê demê wê
, kevirek ji kevirên dîwarê, felsefa , te .
li ser hev , nemîne .û wê heqê zarokên kurda
, hebê , go ji te birevin û lenetê li te
bînin.
BENGÎN bi van peyva bersiva xwe di dadgehê
de bi dawî anî .
Dema hûn bixwazin , bi darê zorê , xaka min
, ji min bistînin , bere , hûn , zanibin ku
ez destgirtî namînim ,,ez tu carî , paçikê
sipî ji were hilnadim,,,,,,
Heger , hûn , ZINARA erebî , bikin ben , û
bavêjin situyê min ,,yan , jî , bikin ,
zincîrek ji hesin ,û , bavêjin herdû , milên
min , bi saxîtî , ez wê GURDIKA , bapîrê xwe
, ya ku , bi hêza , GAYÊ SOR , hilkiriye û
ajotiye , tu carî ez ji were
bernadim**********
Têbîn ev gotar di rojname newroz apartiya
yekitya demurata kurd YEKITÎ de hatye
weşandin
BAVÊ HELEBÇE
Qami]lo