jindirês.comJindirês@yahoo.com
![]()
EFRÎN
Efrîn bûkeke bê hişe
Efrîn komeke pûşe
Efrîn gokeke fişe
Efrîn meroveke xişe
Li neqeban serserî û sexweşin
Li nîvê şevê zarok bê kes û nexweşin
Ser rût û rî dirêjin
Bi kêr û xwîn mêjin
Bê pere û bê karin
Jin û zar li mal dinalin
Dergevanê meyxan û şev-civanin
Berdestê teres û anadolanin
Hin qirêj-rêşê bajaran
Hin berdestê aşxanan
Li jin xanimê malan
Û keç gerokê hevalan
Li bajêr dipeyivin bi zarê taziyan
Ji ber ku kurdî zimanê şûnketiyan
Xort bûye girtiyê jînê
Widaye nav malî dinê
Bê bingeh û bahwere
Çinkî bûye kur-bajare
Efrîn nexeyde ji min dildarê welatim
Na reşbînîme na demargîrîme na nawendîme
Bû min jî heye tirsek
Efrîna zêrîn
Mal bi pesnan tişt nînin
Çavên wêran dûr nabînin
Destên kin xweş naghînin
Efrîn tu bû taca xaniman
Efrîn tu bû bûka bajaran
Îro bûyî zîkzîka dergehan
Şev sêwî man roj bi tenê
Hemi kes bûn surgunî û koçer
Hemi kes bûn bez-par
Bûne xwîdanê berjewend
Ne ezezî û poz bilindim Efrîna rengîn
Ger xêrxwaz nemînin wêran dibe cîhan
Xêrxwazim ez min çiye berjewend û amanc
Min tev jê girtin êş û renc
Ev rexin û azar bo baştirbe rewş û qenc
Zanim ne kêmî ji xeml û xweşî
Divêm min çiye jê kar û qezenc
Efrîn xeydokim ez tirs-welatim
Lê wê neparêzin welat
Ger nebin xwedî zar û çand
Neparastin kesî bi niza û gotin
Ger nebî xwedî maf û rast
Wê windabe mal û can
Paşeroj û bûrîn û bi serde nihwîn
Efrîn bûkê bajaranbû
Û bûkê bajaranî
Û tê bimînî bûkê bajaran
Arêf Xemgîn
![]()