| |
Teriya Ker
Abbas-Abbas
10/02/1996-Aachen
Ji wan gundên ku Mamosta Cegerxwîn î nemir,
xebata xwe ya netewpwrestî bi helbestên xwe
yên xwes û şêrîn, li rojavayê kurdistanê
derbasdikir, gundê Nisran jî yek ji wan
bû!…..
Li oda Mehemmedê Abês, Axayê rewşenperest,
her tim Mamosta Cegerxwîn lê dibû mihvan û
çalekiya xwe ya şoreşgerî, bi ramanên
pêsvero ku dij kedxwar û necadperestan bû,
di nav helbestan de dida diyarkirin!….
Tora wî ya herî taybet, ku gelê kurd Mamosta
pê dinasîn, ew bû ku her tim ji dîroka
kurdên qeherman, mînak di her babetî de
ditanîn ser ziman, wilo jî Mamosta wek
rexnegeriyekî hişik, dij olperestî û
necadperstiya bê semyan dida nasîn!…. Ev jî
dikir ku her kes di her kêliyê de, ji
gotinên rexegeriya wî re amadebin û bi
dilşadî lê bibin guhdar!…..
Wê rojê, di oda gundê Nisran de, Nemir bê
deng bibû, û ne wek tora xwe di axifî!….Lê
wilo jî, li tisbiya sed û yek lib, ya di nav
tiliyên Sofî Xelefê Hexî de di zîvirî, mabû
xar û çavnehêr, çerq çerqa wan bû, libe lib
bi lêvên ku bê deng tiştek di gotin, dihatin
berdan .
Hişê Mamosta di vî karê ku baş bi watiya wê
de digihişt, mijûl bibû!….Hingî ku bêhneke
baş çavên wî bi vî karî ve me nêhêr, bi
dengekî bang li Sofî Xelf kir û bêhnekî car
dî bê deng bû û ponijî .
Sofî Xelef, mirovekî birûmet û aqilmend, di
nav gelê Nisran û li gundên der û dora
hatiye nasîn, lê mixabin ku wilo jî perîşan
û dirûma wî pir tengezar bû!….. Mamosta
Cegerxwîn jî, bi vî tiştî dizanê!…
Sofî Xelef, Li Cegerxwîn nêhêrt û bi dilşadî
got:
-Belê… Mele Şêxmûsê delal!….
Sofî Xelef, mirovekî olperest bû, loma jî bi
navê Mamosta yên rastî bang lê dikir!….
Mamosta bi kenekî sar re axeftina xwe
berdewamkir û got:
-Sofî Xelef, perîşanî ne gunihe û ne
şerme…..Ne wilo?…..
Sofî Xelef, serê xwe bi watiya erê hejand û
bêdeng û bi madekî tirş serê xwe tewand!…
-Êêêê……Başe….Ji rojhilat ve, ez li tizbiya
te temaşe dikim, ti ne westiyayê û ji wan jî
heya aniha bê encamî!…
Bi kenekî sivik re, bersiva wî da û got:
-Êêê.....Zikrê navê Xwedê xweşe ....Mela
Şêxmûs!....
-Belê Sofiyê delal.....Ez zanim ku xweşe, lê
tu nanê bi te û zarokên te nadê!....Ev
karekî bêxelate!....
Sofî bi madekî tirş, bersiva vê gotinê da û
got:
-Nanê zarokên min, ji tu kesî nehatiyê
xwestin!....
Mamosta têgihişt ku pir dûr çû!....Lê wilo
jî, ji ya xwe nehat xwar û jibo ramana di
serê xwe de pê bidê diyarkirin, gotina xwe
berdwamkir û got:
-Belê Sofî Xelef, lê daxwaza min ewe, da ku
ti karekî bi semiyan bikê û di bere jî
Xwedayê xwe bidê razîkirin!.....
Sofî Xelef, wek hemî peyayên di odê de, lê
man çavnêhêr û gudar.
-Pir hesaniyê, ku ji dêlvan tisbiyan ve,
gulok rîs û du darkan jibo rîs, bi destê xwe
bigirê û tevna çot gorên gerim di vê
zivistanê de bidê rîskirin!.....Di bere û li
her qilpokekê, car dî navê Xwdayê xwe
bibêj!....Hingî, te Xwedayê xwe razî kir û
wilo jî te du çot goreyên hêja, jibo
zivisatanî dan hûnandin!......Heger tu wan
bibê bazara bajarê Tirbespyê, ez di wê
baweriyê de ku di bêhnekê de wê bên
firotin!....Êdî wilo, pismamê delal, te du
çûk bi kevirekî dan kuştin!.....Xwedayê xwe
razîkir û zarokên xwe jî bi xelata vê keda
han, ji perîşaniyê parastin!.....
Sofî Xelef, bi kenê sivik re, ku li ser
lêvan diyar bû, li mirovê di kêleka xwe de
zîvirî û bi quretî û bi dengekî bilind, got:
-Hûn dibêjin, ku Mamosta Cegerxwîn
dîne!.....
Ji wê rojê û virde, Mamostayê ku dîn bû,
navê tisbiyên sed û yeklib, kir....Dûvên
Keran!....
|
|