 |
|
|
Ker firoş
Abbas-Abbas
13/06/06.Heristal.B
Ji deh salan, ku di salekê de zivstan û bihara wê
kêm baran derbas dibê, di kurdistanê de û bi taybet
li herêma Qamişlo, nakokiyek sirûştiye!.... Loma
bandora wê li gelê kurd, bi hin aloziyên sivik
derbas dibê, lê ku bûn du sal li peyêhev, hingî êdî
jiyana gelê kurd pir zor tê qedandin!...
Li gundên vê herêmê û bi taybet li gundê Nisran,
piştî ku du salên kêm baran derbas bibûn, di sala
sêyem de jî û di biharî de, ku hîn liba genim û ce,
di çaxê şîr de û ne peşkivî bûn, teyêrok barî!......
Ji ewrekî reş, tavek li ser ferehiya tixûbê nih deh
gundan da ber xwe, libên wê wek xarên leystika
zarokan, di hatin erdê û bi qamekê ji erdê di
pekiyan, êdî kir ku zadên wan çend gundan bi erdê ve
pelax bû!....
Li peyê wê teyrokê, her tişt wêran bû!....Ne genim
jibo nan ma û ne ce jibo êmê sewalan!.
Gelê kurd, heyên di wê herêmê de, ev malwêranî û
kambaxî, tev jî tiştekî sirûşt û xwezayî di
dîtin!.....Heya di bihara sêyem de jî, ku her tişt
bi rengê sor xuyakir, di bîra wan nehat û li gor
zagonên malwêrankirinê, yên di yasa hemî welatên
cîhanê de, ku giringe her komar alîkariyê bi gelê
xwe re bikê!...Lê ya rast ew bû, ku wan ev komar, ne
komara xwe didîtin, lê belê ya welatekî biyan û
dijmin!....Loma jî, her mirov bi xwe û taqeta xwe,
li qedandina jiyana xwe di xebitî û
pîkoldikir!......
Bandora van salan jî, bi giranî li sewal û dewarên
wan bû, keriyên pez têkçûn, bihayê pezeke wan bû bi
kulmek ceh, dawî jî bû ne bitiştekî!....Tev nexweş û
lewaz, li ber mirinê hingî jî ku derbas bûn kelkela
havînî û germa wê da çola rût û sor, her tişt bi
dawî bibû!....
Pez û bizinên gundiyan, kelaşên wan bibûn derd ji
xwediyên wan re, heya êdî hin ji gundiyan, sewalên
xwe hîn sax, bi çolê dixistin û bê serî
berdidan!....
Hiso jî yek ji gelê vî gundî bû, ku axûrên pezê wî
wek hewşê, ji her tiştî vala mabû, heya ji pişkulên
sewalan, wek ku tim jina wî ji cîrana xwe re di got:
-Ciranê, ji bo agirê tenûrê, pişkul jî di axûr û
hewşa me de neman!…
Bi gotinê re, cîranê jî serê xwe bi derdê di dilê wê
de, çep û rast di hejand û bê bersiv tifa xwe bi
koteka di qurpand!....
Bi tena xwe, kera Hiso ya şivantiyê, di hewşê de
girêdayî mabû, roja ku kelaşê Beranê sor bi çolê
xist, li ber kerê sekinî û bi dilekî xemgîn got:
-Ne goştê te tê xwarin û ne şîr ji te tê
dohtin!…..Êdî bo çi ti li ba minî?!…..
Hevsarê kerê ji ser serê wê ve anî û mista xwe bi
himet li taliya wê da, kir ku şewat bi taliya kerê
ket, ji arandina taliya xwe, bi lez ji hewşê revî û
bi nav kolanên gund ket, wek nîvsaetekê winda bû,
hingî ku tiştek bê xwarin li ber xwe nedît, berê xwe
da ber çemê Soplaxê, çemê ku diber gund ve derbas
dibê!….Çemekî ziwa û qeraxin rût, heya qeramê di ber
çêm de jî, bo êmê sewalan, bi daskên gundiyan hatibû
çinîn!….
Kera mê, debora wê di nav koma kerên nêrî beredayê
de nehat , loma zû li Hiso vegeriya hewsê û cavê wê
bi hêviya êmekî li deriyê wî ve man zûr!...
Ev malwêranî, ji zagonên sûriştî bû, loma tu kesî
hişkere dij karê Xwedê axeftinek nekir û ne gotinek
got!….Lê derdên bê derman, ku ev zagonên sûriştî, di
herêma kurdan de, bi zagonên ewrte yên ku komara
Al-Bees li gelê kurd barkirine dijwar dibê, ku êdî
jiyan wek tayê xernûfê, zilindar û bi sitiriyan re
tê qurpandin!....
Yek ji berhemên van zagonên ne mirovayetî, anîna
erbên Al-Xemir e, ku di nav bera du gundên kurdan de
gundek ji wan re hatiye evakrin!......
Dema ku erebên Al-Xemir, cihê xwe di gundên nû
evakirî de girtin, wek tora xwe, ku bê Ker debora
wan nabê, car dî li kerên di herêma kurdan de
geriyan!…. Loma, ker di gundên kurdan de, kêmbûn û
bihayê wan jî wilo bilind bû!….
Hiso jî, ku wilo bihist, hevsarê kera xwe girt û
berê xwe da bajarê Terbespiyê, li ser kolana fereh,
ku di nîvê bajêr ve dicê, kere xwe da ber firostinê,
cend deqîqe derbas ne bûn, heya ku kera wî hat
firotin!….Piştî sê salên ziwa û kambax, cara yekeme
ku Hiso bi dilê xwe xwarinê ji zarokên xwe re
dikirê, ew jî bi bihayê kera xwe!….
Di bin barê xwe de westiya, loma li ber bîra gundikê
Evdê, ku di rêya wî de ye, barê xwe danî û dêwlek av
ji xwe re kişand, hingî jî ku vexwar û xwêdana xwe
paqijkir, bêhna wî hinkî fereh bû, ji xwe re di
firotina kera xwe de ponijî!….Dawî jî ev pirsa han
ji xwe kir?..
-Bo çi ez kera nakirim û nafiroşim van erebên
Al-Xemir?….
Roja dî, Hiso bi nav gundên kurdan ket, kerên
berdayê û yên girêdayî, hin bi perên ku jiber bihayê
kera wî mabûn kirîn û hin jî bê derav dan ber xwe û
berdan hewsa xwe!….Û roja dî car dî berê xwe da
bajarê Terbespiyê!….
Di her du mehên havînê de, jiyana xwe û yan zarokan
jî, xweş bi kiriyarî û firotina keran derbas kir, lê
ku havîn ber bi dawî ve çû, êdî ne kerên beredayî û
ne girêdayî bi dest Hiso ketin, sedem jî pirbûna
bazarganên keran di nav kurdan de!....Kurdên wek wî,
ku bi bazerganiya keran, zarokên birçî xwedî
dikirin!….
-Çavlihevkirine…….Bira….Heya bazarganiya keran jî li
ber me hat girtin!…..
Piştî rojeke germ, ku tavika wê patikan di kelînê,
Hiso bê ker vegeriya bajarê Terbespiyê û li çayêxanê
ji qam de xwe berda ser kursî!…Çayê bi qidahek av re
li ber hat danîn, piştî ku ava xwe vexwar, li dora
xwe bi dilekî şikestî temaşekir!….
Di kêleka wî de, sê kesên ji Al-Xemir rûniştin bûn,
li ser masa wan goştê biraştî û çeqilmastê cemidî
hatbû komkirin, edî kir ku ev bi devê Hiso ket!….
Yekî ji wan, berê xwe da Hiso û bi laqirdî got:
-Haaa….Mamosta Hisen….Kerê firotinê li ba te hene?….
Hiso jî, bi blengazî bersiva wî da û got:
-De welahî gundik di vê herêmê de nema û ez lê
negeriyam!…Kurooo….Heya bi keran, di vî welatê de
neman!…..
Her sê ereb bi hev re bi dengekî bilind keniyan,
dawî jî yekî ji wan got:
-Ma ne tiştekî başe, ku ker di nav we de nemabin!….
Hiso çaya xwe di cih de hişt û ji çayêxanê hat der,
dûr ket, lê hîn jî dengê kenê wan di hat guhên wî,
loma û ji qehra zikê xwe, hevsarê kerê, ku tim bi
xwe re di gerand, di sukira xwe kir û bê deng berê
xwe da mal!…
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
للرجوع للصفحة الاولى
|