 |
 |
EBDILRIHMAN APO
Li dirêjiya çendîn, salên borî, û pîştî demek dirêj
ji xebat û lebatê,û zora giran ( bindestî, zordarî,
êşkence, pirojin şovînî, badkirkirina kurdan, û
girtin, wîlbûn, birçibûn, kuştin,
talankirin,dagîrgin ta şêweyên hilweşandinê yên
corecor, li beramber hêza gelê kurd û rewşa xwe yê
çetin û dijwar ya kangeya me dêşîne û dişewtîne,…ev
hewkêşeya han di canê merovê kurde , gelek êşî û
şiletînan û dil sarî çêdike û hêviyan bi derengî
dixîne û xebata salan berve dîwarê fîrokarê dajo û
pîvanoka kurda paşpêşî dike,..li gor ev wêneya han
yê veşartok û mizmizî,..ne şiyaye ji tevgera kurdre,
û li gor omid û arozên miletê kurd, razberan
bişkîne, û mûmên dewlemend vemrîne, çimkî tevger
rêkevtiye bi hemî aliyên girêdayî gelê kurde (
civakî, ramyarî, aborî, wêje û çand, kultorî, ta
rewşa gozeran ),… û payepîvê û verêsê, bide karên
araste ji bo asperdeya, pêkanîna mafê millî yê gelê
kurd ta mafê çarenûsî…û livekê bike wek selmandinekê
ji xebata xwe yê rasteqîn, û hêzek zindekarî û rijd
li ser berjewendiyên netew, yê miletê kurd û bazelên
dijminan biherfîne,…û tiwane li cem hebe bibe wek
hêzek zindekarî di mand, û dawarojêde, çimkî rewşa
gelê kurd yê ku têre derbas dibe pir zor û darîne, û
ta berwa şayana gelê kurdbe,… lê dimîne deskar û
çilûsya hrdem tijî hozak û rodayî be û kar ji tiştên
jêrîn rabe :
1- parastina kar û barê gelê kurd yê bi hevre,… û
tevlîhev, û li ser wana jî bê lêkirin û çêkirin û
avakirina lêvekerînek kurdî.
2- ta avakirina lêvegerînê,… hêjaye bê avakirin (
encûmana ramyarî ya kurdî ) ta karobaran bimeşîne,
li rêya pêkanîna armancên gelê kurd.
3- palnana karê kurd, bi xîr û lez û di demek nêzde
berve kehlatên, filaz û qehşeng, û amede bi
payederên bilind ji bo bablûsk û bahoz û lêmiştên
gihartinê yên tên di demek nêzde yê rêjîma ( baes)
yê şovîn û faşist û xwînxwer li bendê mayî,… wê li
be herê wek rêjîma paşverû ya talban yê herifî li
evganistanê, u rêjîma seddamê xwînxwer û gorwar li
êraqê. .
4 – beşke ger ku em dibêjin, : rêjîma baes gelek
alvêr û firotan kir, û dike bi êsraîlre û hin
welatên dinre,û zor, û dijmantiya xwe li hundirê
welêt, û nemaze li kurdistana rojava, LI SERî GELÊ
KURD zêdetirdike, ma gelo ne tê xwestin, û
zorpêwîste karê lihevbûnê ku zêdetirbibe… û nemaze
di navbera tevgera kurde…?
Bi mere, û li gor dema borî û li gor xwendin û
serpêhatiyên me,.. derbasdibû ev gotina newaz û
nesteq (hezar mîl,..bi gavekê destpêdike…) di cihê
xwedeye…bila em jî gavê xweyî yekemîn di warê
lêvegerînêde bavêjin bi hunartin, û eynî gavek
neçarebe,..çêtirîn ku kok em navêjin.
Ferhengoka gotarê :
-* (wîlbûn)
تشرّد |