facebooka zinar alla    facebook-zinar ala
            
Bloga Zinar Ala
  Rexne/Nerîn  
 
  Zinar Ala  
 
 
  nivisen zinar kurdaxi  
 
 
  heri afrin  

   /  Foto: Aso
 
 

Gotina “bav û kalan” serê me xwariye

August 4, 2017 by ZA


Şiştina hêriyê li Efrînê / Foto: Aso


















Berî 5 mehan ez beşdarî konferanseke jinên êzdî li Almanyayê bûm, medyakarek navdar di axaftina xwe de behsa têgeha “bav û kalan” kiribû, min rexna li wê kir, ji ber ku bi rêya bikaranîna vê gotinê ew keda jina kurd di civaka kurdî de paşguh dike. Rexneya min rastî kêfxweiya beşdarên konferansê hatibû, rojnemavan jî ew rexne li xwe girt.
Mixabin ta niha min ti rewşenbîrek nedît, jin yan jî mêr be, ku bêja: çîroka dayîk û dapîran, xaka bav û dayîkan, axa bavpîr û dapîran. Ez dirêj nekim, di vîdyoya dahatî de jineke ji Çiyayê Kurmênc behsa şiştina hêriyê dike, digel ku min di jiyana xwe de qet nedîtibû ku mêr hêriyê dişûn, ev jina kedkar jî dibêje wek “çawa bav û kalan wisa dikirin”, piştre serrast dike û dibêje “pititd me” ango dapîrên xwe jî tîne ziman.







Min dixwest ez ligel vê tekstê wêneyekê ya şûştina hêriyê li herêmeke kurdan biweşînim lê Google ti wêne peyda nekir di lêgerîna wêneyan derbarê “şiştina hêriyê”. Ez bi zimanê spanî geriyam û min bi dehan wêne dîtin ku jin têde hêriyê li ber ava çeman dişûn. Her wisa min peykerên jinên şûştvan jî peyda kirin.





















Berî vê jî bi mehekê min rexne li birêvebirê kanala Youtube ya herî navdar li Efrînê kiribû, ji ber sernivîsa vîdyoyekê di kanal xwe de, min wiha nivîsandibû: “Divê em xebata dayîk û dapîran jibîr nekin. Di vîdyo de keda jinê jî xuya ye. Ji ber wê diviybû navê vîdyo wiha ba: “Kurltura dayîk û bavan”. Lê mixabin sernivîs nehat guhertin.



Hûn bala xwe bidinê axaftina siyasetvan, ronakbîr, karker, rojnamevan, cotkar û xwendekar…, hûnê nas bikin çiqas gotina “bav û kalan” mêjiyê wan dagirkiriye. Pir mixabin heya ku di Wîkîpediya Kurdî de jî “Zimanê bav û kalan” li şûna zimanê dayîkê xistine serê rûpelê.


https://zinarala.wordpress.com/2017/08/04/gotina-bav-u-kalan-sere-me-xwariye/
 
   
 
     
   
 
 
 
 
 
 
Mamuste:Ferhad Şewket-Neesan
 
 
                                      
 
 
 
Mihemed Hemkocer
 
 
                               
 
 
 
Dr-Fexri Ebdo
 
 
                          
 
 
 
إعداد الباحث في علم الآثار  مجيد مجيد
 
 
 
 
 
 
 
 
 

موقع جندريس كوم  جميع الحقوق محفوظة 2017

 
 
 

  1  2

 

  Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017