موقع جندريس كوم                                                                                           صفحة الفنان وعازف الأورغ : شعبان بعرافي

 
 
 
   
 
 
 
 
 

NivîskarŞaban Beravi

 
 
 
  
 
 

"  ALANÊ MIN  "


* dixwezim te hembîz bi kim
Te maç bi kim te bîn bi kim
- hêvya te mam tu ranebo
Li çavên te ez sedikim
- ez alanim ez perwînim
- ez bi çûkim nuh digînim
- li nav gulên va buheştê
- ba bilîskan difirînim
**********
* tu raza yî te ranakim
qêmîş na bim te şiyarkim
- ev cil û ev lîstokên te
ma ezê ji kê re rakim
- ez alanim ez perwînim
- ez bi çûkim nuh digînim
- li nav gulên va buheştê
- ba bilîskan difirînim
**********
* dikim qêrî deng nayê te
çi giran bo ev xewa te
* hêvya te me ta şiyar bê
her dimînim li benda te
- ez alanim ez perwînim
-ez bi çûkim nuh digînim
- li nav gulên va buheştê
- ba bilîskan difirînim
**********
Ş . Ber Avî
4/1/2016
duşem . istenbol

 

 
 

 

 

 
 
 
 
 

Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017

موقع جندريس كوم  جميع الحقوق محفوظة 2017