Malpera Cindirêsê                                                                                                                 Rûpela Nivîskar M-Hemkoçer

 
 
 
   
 
 
 
 
 
Mihemed Hemkoçer û Bavê Seleh
 
 
Mihemed Hemkoçer
 
  

Hostecan


Ax û fîxan tên ji dil da
Ax li min hey wex li min
Hilda kela dil ji dil da
Ax li min ey wax li min
Hey wex li min û van xema
Van ahînên tim bi êş
Jiber wan bar û sedema
Berê min tim ber bi kêş
Kaş e bi min jiyan êdî
Zor bi zora gav dikim
Derd û janê li dil rê dî
Nikarim jihev bikim
Nikarim xwe jê dawşînim
Ne ew ji mn digerin
Ji dil ristan diweşînim
Tevî ku wernagerin
Mîna xewn û efsaneyan
Qet nayên bawerkirin
Çi serborî û bone ye
Dost û yar ji hev kirin
Didim ser hev roj û şeva
Ev yeka bo min bû bar
Kûrik bû îşiqa çava
Nîne bû min arîkar
Nîn e bo min hemneşînek
Ne hemşeriyek ji dil
Ne yar û xemrevînek
Bi menenda dostê dil
Ji roja min winda kirî
Tekê hiş Bavê Seleh
Janekê derûn qul kirî
Serê min teng bû kuleh
Serê min de nema mêjî
Teska min vê re şikî
Bade bi ser min de rijî
Nizam peyal çawa şikî
Piştî Hostecan koç dikir
Min dehf xwe kir canê xwe
Felekê jiyan pûç dikir
Mam tena xwe ez bêxwe !
Tekê Bavê Seleh nîn in
Weku tê digihînim
Daku wêjeyê vejînin
Ez jî wan bişopînim.

 

Mihemed Hemkoçer
 
 
 
 
S-FEQE- TEYRAN
Mihemed Hemkoçer
 
 
         
 
 
Axe û Azep!
Mihemed Hemkoçer
 
 
       
 
 
Li ser pişta xetê
Mihemed Hemkoçer
 
 
        
 
 
RINDΠ
Mihemed Hemkoçer
 
 
 
 
 
 

                
Delal-Henan Lawê Evdê şerê Newroza we pîrozbê Dewrêşê Evdî: Bavê Seleh
    

 
 


 
 
 
 
 

Jindires youtube Deng u rengê çayê kurmênc   2006-2017

موقع جندريس كوم  جميع الحقوق محفوظة 2017